Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê (Nawendî Hawkarîy Hîzbekanî Kurdistanî Êran) di 9ê çileya 2018ê de li aliyê pênç partiyên rojhilatê Kurdistanê ve hate ava kirin. Ev komxebat piştî xwepêşandanên di berfanbarê 2017ê de li Îranê destpêkirî hate ava kirin. Armanca vê komxebatê ewe ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê li dijî rêjima Îranê xwedî helwesteke netewî û hevdeng bin[1]. Di 6ê sibata 2018ê de civîna sêyemîn pêk anîn di vê civîne de biryar li ser destpêkirina karê hevbeş ê di navbera wan partiyan de hat dayîn û biryar li ser wê xalê hate kirin ku partiyên din yên Kurdistanî bi taybetî jî PJAK, beşdar vê komxebatê bin[2]. Di 7ê adara 2017ê de vê komxebatê li dijî suîkastên rêjima Îranê helwest nîşan da û got ku dê xebat li dijî rêjima Îranê berdewam bikin[3]

Endam biguhêre

Mijarên têkildar biguhêre

Çavkanî biguhêre