Têkiliyên Başûrê Kurdistanê û Îranê

Têkiliyên Başûrê Kurdistanê û Îranê têkiliyên dewleta Îranê û Başûrê Kurdistanê dihundirîne. Bi taybetî piştî dagirkirina DYAyê li Iraqê, Başûrê Kurdistanê bû xwedî statûyek û gelek welatan li Başûrê Kurdistanê bi rêyên dîplomatîk têkiliyên xwe li gel partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê danîn. Îran jî yek ji wan welatan e.

Başûrê Kurdistanê–Îran
Map

Başûrê Kurdistanê

Îran

Têkiliyên di navbera van her du welatan bi rêya Dezgehê Têkiliyên Derve - Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Têkiliyên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê ve pêktê.

Dîplomatên têkiliyan

biguhêre

Dîplomatên Îranê li Kurdistanê

biguhêre

Mîsyonên Îranî li Başûrê Kurdistanê girêdayî Balyozxaneya Bexdayê ya Îranê ne.

  • Konsolxaneya Hewlêrê: Konsolos Murteda Litellah birêve dibe.
  • Konsolxaneya Silêmaniyê: Konsolos Sadula Mesudyan birêve dibe[1].

Dîplomatên Kurdistanê li Îranê

biguhêre
  • Nûnertiya Tehranê ya Başûrê Kurdistanê: Nazim Emer [2].

Destpêk

biguhêre

Divê têkiliya Başûrê Kurdistanê û Îranê ji têkiliya kurdên Îranê û Îranê serbixwe neyê dîtin. Ji ber ku berî fermîbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek têkiliyên kurdên Başûrê Kurdistanê bi rêya partî rêxistinên kurdî li gel Îranê hebûn. Gelek eşîrên li Başûrê Kurdistanê dijîn li Rojhilatê Kurdistanê jî dijîn, ev jî rasterast tesîrê li van hemî têkiliyan dike. Serokê PDKê yê berê Mela Mistefa Barzanî di avabûna Komara Kurdistanê de roleke mezin leyistiye. Yek ji çar generalên artêşa Komara Kurdistanê bû. Dijî Şah Reza Pehlewî şer dikir. Lê piştî rûxandina Komara Kurdistanê Mela Mistefa Barzanî vegerî Başûrê Kurdistanê û ji ber givaşa artêşa Îraqê meşa xwe ya dirêj bo Sovyetan da destpê kirin û 12 salan ma li Sovyetan. Piştî vegera xwe bo Başûrê Kurdistanê têkiliyên xwe li gel her aliyan xurt kir. Di xebata wî ya li dijî artêşa Îraqê de PDKÎyê alîkariya wî kir. Rêvebirên PDK-Îraq û PDK-Îran piştî Komara Kurdistanê yekemîn car bihevra xebat kirin. Lê ev hevxebat zêde dewam nekir. Mela Mistefa Barzanî li dijî rêvebiriya Îraqê bi Îranê re lihevhat û tevgerî. Ev pêngava Mela Mistefa bû sedema şikestina têkiliyên PDK-Î Û PDK-Iyê. Ev nêzîkiya PDKê bo Îranê heta sala 1975ê de dewam kir. Li sala 1975ê Îranê li gel Iraqê hevpeymana Cezayîrê destnîşankir. Piştî vê hevpeymanê têkiliyên Başûrê Kurdistanê bi taybetî fraksiyona PDKê li gel Îranê li ser zemîneke bêbawerî birêveçû.

Nêrîna dîrokî

biguhêre

Li sala 1963yê dewleta Iraqê û yên kurdnişîn li dijî Şoreşa Îlonê givaş li ser kurdan da destpê kirin. Di encamê de zilmeke mezin li ser kurdan peyda bû. 9ê tîrmeha 1963yê Sovyetan li dijî van dewletên Tirkiye, Îran û Iraqê daxuyandinek da ku dixwest ev dewlet dest ji karûbarên Iraqê vekêşin. Rasterast nekarî lê bi rêya dewleta Mongolya mijara kurdan bir Neteweyên Yekgirtî. Ev piştî Peymana Sevrê duyem care ku mijara kurdan dibe mijareke enternasyonel [3]. Her wiha Tirkiyeyê û Îranê bihevra dixwast operesyoneke bi navê Hereketa Piling li Başûrê Kurdistanê lidar bixin. Armancê vê hereketê ew bû ku Îranê dixwast Silêmaniyê, Tirkiyeyê jî dixwast Mûsilê dagir bike [4] Lê ji ber givaşa navneteweyî bi taybetî ji ber bertekê Sovyetan ev plan nehate bicîh anîn.

Têkiliya kurdan li gel şahê Îranê jî bi awayekî erênî li sala 1962yê destpê dike[5]. Heta 1975ê ev têkili bi awayekê erênî dewam dike ku Şahê Îranê alîkariya tevgera Barzanî dikir.

Pirsa avê

biguhêre

Zêyê Biçûk ji Rojhilatê Kurdistana Îranê derdikeve û diçe Başûrê Kurdistanê, ev çem Gola Bokanê xwedî dike û li bajarên wek Qeladizê, Silêmanî av dike. Dewleta îranê bi hinceta çêkirina seddeke avê ava Zêya Biçûk qut kir[6]. Piştî vê qutkirinê bajarê Qeladizê bêav ma û gola Bokanê ji sedî 70ê kêm bû[7]. Piştî vê pêngava Îranê, Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê Ebdulsettar Mecîd daxuyanî da û got: Eger Îran ava herêmê serbest bernede, em naçarin ku ava Îraqê qut bikin[8]. Piştî ev daxuyanî hat rêvebirên Îranê li rojhilatê Kurdistanê gotin ku piştî restorasyona Sedda Kolse ku ya li ser Zêya Biçûk çêdikin xelas dibe, ew dê ava Zê berdin[9]. Her wisa rêvebirên Îranê lêzêdekir ku Ava Zêya Biçûk wek berê gelek nayê[10]. Piştî vê bûyerê Dewleta Îranê ava çemê Elwendê jî girt lê bi dûçûna rêvebirên Başûrê Kurdistanê ev tiştek normal ku ji sala 2003ê heta niha ev li hinek wextan tê kirin[11]. Ziyana girtina pêşiya avê her roja diçe zêde dibe li ser derdorên vî çemî. Li qezaya Pîşderê pirsgirêka bêavîyê zêde dibe[12].

Şerê pêşmergeyên Rojhilatê li gel Îranê

biguhêre
  Gotara bingehîn: Şoreşa Rojhilata Kurdistanê

Piştî ku li sala 2016ê pêşmergeyên Rojhilata Kurdistanê ku ji 2-3 partiyan pêk tên, biryar dabûn ku ew dê li dijî Îranê şerê çekdarî bidin destpêkirin. Îsal jî ev şer germ bûye û heta gihiştîye wê astê ku dewleta Îranê herêmên Başûrê Kurdistanê topbaran dike. Bi dûçûna Qaymiqamê Çomanê Ehmed Qadir topxaneyên Îranê zozanên Kunerê û Kîfarîstanê yên li ser sînorê bajarokê Hacî Omran û devera Balekayetî topbaran dikin[13]. Serokê artêşa Îranê ya bejahîyê Muhemmed Pakpur ev bombebaran qebûl kir û got ew dê her dem li dijî terorîstan bersiv bidin[14].

Hevdîtinên li gel Îranê

biguhêre

Piştî van qeyranan, pirsgirêka avê, bombebaran û dijatiya Îranê li dijî piştgirsîyê Mam Celal Talebanî li ser vexwendineke fermî ya jî aliyê Îranê ve dê serdana Tehranê bike[15]. Bi dûçûna hindek mamosteyên zanîngehan ev seredan bi girêdayî giştpirsîyê ve ye û YNK û PDK dixwaze bi rêya Mam Celal li gel Îranê hevdîtinan bike[16]. Celal Talebanî yekem civîna xwe li gel wezîrê Tenduristiya Îranê û balyozê Filîstînê yê li Îranê kir[17]. Her çend hindek şîrove hebin jî li ser çûna Mam Celal, hêj jî bi fermî sebeba sereke nehatiye aşkere kirin.

Di 15ê tîrmeha 2017ê de heyeteke ji balyozên Îranê li Îraqê Îrec Mescîdî û konsûlên wî welatî hatin Başûrê Kurdistanê û li gel YNKê û serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kirin[18][19].

Piştî serdana Mam Celal bo Îranê, ji aliyê Îranê ve vexwendin ji heyeteke din ya YNKê re hate kirin. Bi vê vexwendinê Cîgirê Yekemê Sekreterê Giştî yê YNKê, Kosret Resûl Elî û bi endambûna Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtboruya YNKê Mela Bextiyar û Endamê Polîtboruyê Mehmûd Sengawî û çend berpirsên din serdana Tehranê dikin.Bi dûçûna endamê YNKê Rifet Ebdullah dê têkiliyên Îran û Başûrê Kurdistanê bê axiftin û lêzêdekir her çend wek pirsgirêkên wek girtina avê hebin jî, sebeba serdana me ya sereke giştpirsîya serxwebûna Kurdistanê ye.[20]. Ev heyet li Tehranê bi Nûnerê Rêberê Îranê û Sekreterê Encumena Bilind a Asayişa Netewî ya Îranê, Elî Şemxanî re hevdîtinek pêkanî. Di vê hevdîtinê de Elî Şemxanî gotiye ku ev giştpirsî dê Kurdan ji herêmê îzole bike û ji bo Kurdan dê encamên xerab bide[21]. Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îranê, Nazim Debax jî ragihand ku piştî vê hevdîtinê dê hevdîtinek li gel serokê Parlamena Îranê Elî Larîcanî re jî hebe[22].

Li ser vê hevdîtina Îran û YNKê Berpirsê Desteya Kargêriya Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar di konferanseke rojnamevaniyê de li ser serdana şanda YNKê ya bo Îranê diyar kir ku li Îranê ji Rêber heta Wezareta Derve, helwesta wan li dijî giştpirsî û serxwebûna Kurdistanê bû. Di vê civînê de jî, bi awayekî hûrgilî dijayetiya xwe ya li ser vê mijarê ji me re ragihandin. Wan gotina xwe got û me jî gotina xwe got. Wan giştpirsî red kir û me jî parast[23].

Siyasetmedarên Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, Îran bi rêya bombebaran û qutkirina avê dixwaze giştpirsîya serxwebûna Başûrê Kurdistanê betal bike[24]. Bi dûçûna Endamê Polîtbûroya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Rif'et Ebdûllah jî eger giştpirsî were kirin dê şer li gel Îran û Tirkîye derbikeve[25]. Bi dûçûna nivîskar Eskender Ceiferî jî Îran li dijî serxwebûnê kartên xwe dileyize[26].

Hêjayî gotinê ye ku Nûnerê Celal Talebanî Ebdullah Heme Seîd dibêje ku Îran sînorê xwe li ser Kurdistanê nagire û dê bazirganiya li gel Kurdistanê berdewam bike[27].

Piştî Encamdana Giştpirsiyê

biguhêre

Piştî encamdana giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê dewleta Îranê li dijî Kurdan zextên xwe zêde kirin. Dewletên Îranê, Îraqê û Tirkiyeyê di civînên NYê li Newyorkê li hev civiyan û li dijî Başûrê Kurdistanê hindek biryarên hevpar wergirtin[28]. Piştî van biryaran her sê dewletan dest bi zextan kir li ser Başûrê Kurdistanê. Sekreterê Giştî yê Ewlehiya Îranê Elî Şamhanî di daxuyaniya xwe de got ku ew vê giştpirsiyê qebûl nakin û nas nakin[29]. Wezîrê Berevaniyê yê Îranê General Emîr Hatemî got ku ev nayê qebul kirin, divê bi rêya diyalogê pirsgirêk bên çareserkirin[30].

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ http://www.mofa.gov.iq/foreign-missions-in-iraq
  2. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 17 nîsan 2019 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 12 gulan 2019{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  3. ^ Türki Korkunun Antomisi, Irak Kürdistanı ve Etkileri, Zeyne Abidin Yaprak, Weşanên Doz 2005, r:112
  4. ^ Barzan'dan Bağdat'a Kürtler, Ekrem Sunar, Weşanên Dozê, r: 5
  5. ^ Türki Korkunun Antomisi, Irak Kürdistanı ve Etkileri, Zeyne Abidin Yaprak, Weşanên Doz 2005, r:109
  6. ^ http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/240620177?keyword=%C3%AEran
  7. ^ http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/010720175?keyword=%C3%AEran
  8. ^ http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/020720177?keyword=%C3%AEran
  9. ^ http://www.rudaw.net/english/kurdistan/030720175
  10. ^ http://www.pukmedia.com/EN/KK_Direje.aspx?Jimare=35795[girêdan daimî miriye]
  11. ^ http://www.rudaw.net/NewsDetails.aspx?pageid=314140
  12. ^ http://www.rudaw.net/kurmanci/business/200720171
  13. ^ http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/030720172?keyword=%C3%AEran
  14. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 21 tîrmeh 2017 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 25 îlon 2017{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  15. ^ http://www.pukmedia.com/EN/KK_Direje.aspx?Jimare=35826[girêdan daimî miriye]
  16. ^ http://www.basnews.com/index.php/kr/news/kurdistan/362395
  17. ^ http://pukpb.org/kirmanci/cgblog/1445/15/Hevditinen-Serok-Mam-Celal-li-irane-didominarabic[girêdan daimî miriye]
  18. ^ http://cabinet.gov.krd/a/d.aspx?s=040000&l=16&a=55745[girêdan daimî miriye]
  19. ^ http://www.kurdistan24.net/ku/news/e35c19e7-926c-4286-a61b-fec61f269b72
  20. ^ http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/160720176?
  21. ^ http://www.irna.ir/tr/News/3505401/
  22. ^ http://www.rudaw.net/NewsDetails.aspx?pageid=316615
  23. ^ http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/2007201712
  24. ^ http://www.nrttv.com/EN/Details.aspx?Jimare=15444[girêdan daimî miriye]
  25. ^ http://www.rudaw.net/kurmanci/interview/11072017
  26. ^ http://www.basnews.com/index.php/kr/news/363402
  27. ^ http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/0708201715?
  28. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 28 çiriya pêşîn 2017 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 27 îlon 2017{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  29. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 5 çiriya pêşîn 2017 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 27 îlon 2017{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  30. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 30 îlon 2017 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 27 îlon 2017{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)