Bakû
Bakû (bi azerî: Bakı, bi rûsî: Баку) paytexta komara Azerbeycanê ye û bi zêdetir ji dû milyon rûniştvan mezintirîn bajarê vî welatî ye. Herwiha mezintirîn bajarê tevahiya herêma Qefqasyayê û Deryaya Qezwînê ye. Bakû bi 28 metre di bin asta derya ye, ev bajar dike paytexta herî pile nizm di cîhanê de. Bakû dikeve Nîvgirava Avşoran û li rexê Tengava Bakûyê ye.
Bakû Bakı | |||||
![]() | |||||
| |||||
Kargêrî | |||||
---|---|---|---|---|---|
Dûgel | ![]() | ||||
Şaredar | Eldar Azizov | ||||
Demografî | |||||
Gelhe | 2.300.500 kes (2021) | ||||
Berbelavî | 1.057 kes/km² | ||||
Erdnîgarî | |||||
Rûerd | 2.140 km² | ||||
Koordînat | 40°23′43″Bk 49°52′56″Rh / 40.39528°Bk 49.88222°Rh | ||||
Agahiyên din | |||||
Malper | www.baku-ih.gov.az |
PeyvnasîBiguherîne
Navê bajar ji peyvên farisî باد-کوبه Bad-kûbe hatiye dariştin, ev tê wateya "bajarê bi ba tê lêdan", bad bi kurdî tê wateya "ba" û kûbe ji koka vê lêkerê کوبیدن kûbîdan "lêdan" tê, ev nav ji wê yekê tê ku navçeya Bakû lê dimîne herdem bayekî xurt heye. Birastî ev bajar bi zivistanên xwe yên dijwar, bi bahoz û bi bayê xwe yê sext bi nav û deng e. Ji heman sebebê bernavê vî bajarî jî "Bajarê Ba" bi azerî:Küləklər şəhəri ye. Ihtimalek kêmtir jê tê bawer kirin dibêje: dibe ku navê bajar ji Beẍkûy tê, baẍa bi farisiya kevn tê wateya "Xweda" û kuy jî bi farisiya kevn tê wateya "bajar", yanî "Bajarê Xweda", mîna "Beẍdad" tê wateya "Xwedê dayî".
GalerîBiguherîne
Girêdanên derveBiguherîne
Ev gotar şitlekê girêdayî li ser bajarekî ye. Ji bo guherandina naveroka gotarê, tu dikarî beşdarî Wîkîpediyayê bibe. |
Ev gotar şitlekê girêdayî di derbarê wargeheke Azerbaycanê de ye. Ji bo guherandina naveroka gotarê, tu dikarî beşdarî Wîkîpediyayê bibe. |