Siltanatiya Rûmê
Siltanatiya Rûmê dewletekî misilmanên sunî bû ku piştî Şerê Milazgirê ji aliyê tirkên selcûqî[1] li ser erd û gelên Bîzansî (Rûm) yên Anatolyayê hatiye avakirin. Navê Rûm ji bo Împeratoriya Romaya Rojhilat a serdema navîn û gelên wê, wek ku di tirkiya îro de maye hevwate bû.[2]
Sirûd: |
||||
Paytext |
| |||
Zimanên fermî | ||||
Zimanên tên bikaranîn |
|
|||
Rêveberî | keyîtî | |||
Avakirin | ||||
• | Dema avakirinê | 1077 | ||
• | Dema hilweşînê | 1307 (Julian) | ||
• | Rûerd | 400 kîlometre çargoşe |
Siltanatiya Rûmê di sala 1077an de ji Împeratoriya Selçûqiyan a Mezin ku di bin serokatiya Silêman îbn Qutalmiş de bû veqetiya, tenê şeş sal piştî ku parêzgehên Bîzansî yên Anatolyaya navîn di şerê milazgirê (1071) de hatin zeft kirin. Paytexta wê pêşî bajarê Îznîk û piştre jî bajarê Qonyeyê bû. Di dawiya sedsala 12an û di destpêka sedsala 13an de gihîştiye bilindahiya hêza xwe yê dema ser ket ku benderên sereke yên Bîzansê li peravên Deryaya Navîn û Deryaya Reş bigire. Li rojhilat jî siltaniye gihiştiyê heya gola Wanê. Ji Îranê û Asyaya Navîn bazirganiya bi rêya Anatolyayê bi sîstema karwanserayan dihat pêşxistin.
Hilweşîna dewleta Selçûqiyana Anatolyayê gelek mîrgehên anatolyayê yên biçûk (mîrektiyên tirkan) li pey xwe hiştin ku di nav wan de xanedana Osmaniyan jî hebû ku di dawiyê de erdên mayî hate bidestxistin û dibe sedema avakirin Împeratoriya Osmaniyan.
Hikûmdarên siltanatiyê
biguhêreSiltan | Dema hikûmê | Notkirin |
---|---|---|
1. Qutalmîş | 1060–1064 | Tekoşîn bi hikûmdar Alp Arslan ji bo cîbicîkirina textê Selçûkî yên Împeratorî. |
2. Silêman ibn Qutalmîş | 1075–1077 de facto hikûmdara tirkmenên derûdora bajarên İznik û İzmitê; 1077–1086 Siltanê fermî û naskirî a Rûm ji aliyê Melik-Şah I ji Selcûqiyên mezin |
Damezrênerê Siltanatiya Selçûqiyan a Anatolyê ku paytexta wî li Îznikê ye |
3. Qilic Arslan I | 1092–1107 | Siltana yekem a Qonyeyê |
4. Melik Şah | 1107–1116 | |
5. Mesûd I | 1116–1156 | |
6. Izedîn Qilic Arslan II | 1156–1192 | |
7. Giyasedîn Key Xusrew I | 1192–1196 | Hikûmkirina yekem |
8. Ruknedîn Silêman II | 1196–1204 | |
9. Qilic Arslan III | 1204–1205 | |
(7.) Giyasedîn Key Xusrew I | 1205–1211 | Hikûmkirina duyem |
10. Izedîn Key Kaûs I | 1211–1220 | |
11. Elaedîn Key Qubad I | 1220–1237 | |
12. Giyasedîn Key Xusrew II | 1237–1246 | Piştî mirina wî, siltanat heta sala 1260an parve bû, dema ku Kiliç Arslan IV yekane di hikûmê de ma. |
13. Izedîn Key Kawûs II | 1246–1262 | |
14. Ruknedîn Qilic Arslan IV | 1249–1266 | |
15. Elaedîn Key Qubad II | 1249–1254 | |
16. Giyasedîn Key Xusraw III | 1266–1284 | |
17. Giyasedîn Mesûd II | 1282–1296 | Hikûmkirina yekem |
18. Elaedîn Key Qûbad III | 1298–1302 | |
(17.) Giyasedîn Mesûd II | 1303–1308 | Hikûmkirina duyem |
Mijarên têkildar
biguhêreÇavkanî
biguhêre- ^ Canby, Sheila (28 gulan 2020). Seljuqs and their Successors: Art, Culture and History (bi îngilîzî). Edinburgh University Press. ISBN 978-1-4744-5037-9.
- ^ Wittek, Paul (20 gulan 2013). The Rise of the Ottoman Empire: Studies in the History of Turkey, thirteenth–fifteenth Centuries (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 978-1-136-51319-0.
Girêdanên derve
biguhêreEv gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |