Sêrt (parêzgeh)

parêzgehekê Tirkiye

Sêrt (bi tirkî: Siirt) parêzgeheke Bakurê Kurdistanê ye û dikeve nav sînorên Komara Tirkiyê.[1] Parêzgeh li bakur bi Bêdlîsê, li rojava bi Batmanê, li başûrrojavayê bi Mêrdînê, li başûr bi Şirnexê û ji rojhilat ve bi Wanê re hevsînor e. Rûbera wê 5.717 km2, û nifûsa wê 331.311 e (2022).[2] Paytexta wê Sêrt e. Parêzgeh 12 şaredarî, 280 gund û 214 gundik dihewîne. Piraniya gel kurd in.

Parêzgeha Sêrtê
Siirt
Koda parêzgehê: 56
Nexşeya navçeyan
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Serbajar Sêrt
Demografî û erdnîgarî
Gelhe (2008) 299.819 kes
Rûerd 6.186 km2
Berbelavî 48,5 kes/km2
Binebeş
Hejmara navçeyan 7 navçe
Hejmara bajarokan 13 bajarok
Hejmara gundan 280 gund
Agahiyên din
Dem UTC+2
Koda telefonê (+90) 484

Dîroka Sêrtê vedigere eya dema pêşdîrokê. Sêrt di bin serdestiya Asûrî, Babilî û piştre jî ya Med û Persan bû. Rom, Partî û Sasanî jî li vir hukum kirine. Di sala 1514an de ket destê Osmaniyan. Sêrt di sala 1919an de bû sencaqê Împaratoriya Osmanî û di sala 1923an de jî bû parêzgeha komara Tirkiyê.

Asîmîlasyon û tirkkirin

biguhêre

Ji bo karên asîmlasyonê û tirkkirina bakurê Kurdistanê[3], Sêrt di hezîrana 1927an de qanûna 1164 hat derxistin, ku destûr da avakirina Mufetîşên Giştî (Umumi Müffetişlik, UM).[4] Bi vî havî Sêrt di bin rewşa awarte de bi qanûna leşkerî dihat birêvebirin. Mufetîşên Giştî parêzgehên Sêrtê, Colemêrg, Sêrt, Wan, Mêrdîn, Bedlîs, Riha, Elezîz û Diyarbekirê di nav xwe de digirt. Di sala 1952an de di dema hikûmeta Partiya Demokrat de Mufetîşeyên Giştî hatin hilweşandin. Ketina parêzgeha Sêrtê heta sala 1965an ji biyaniyan re qedexe bû.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "Untitled Page". www.e-icisleri.gov.tr. Roja gihiştinê 20 gulan 2024.
  2. ^ biruni.tuik.gov.tr https://biruni.tuik.gov.tr/medas/?kn=95&locale=en. Roja gihiştinê 20 gulan 2024. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  3. ^ Üngör, U. U. (2009). "Young Turk social engineering : mass violence and the nation state in eastern Turkey, 1913-1950" (PDF). University of Amsterdam - UvA-DARE (Digital Academic Repository). Roja gihiştinê 20 gulan 2024.
  4. ^ Alkan, Mehmet Ö. (2019). "T.C. İSTANBUL ÜNİVERSİTESİ - SOSYAL BİLİMLER ENSTİTÜSÜ - İYASET BİLİMİ VE ULUSLARARASI İLİŞKİLER ANABİLİM DALI" (PDF). Istanbul.edu.tr. Roja gihiştinê 20 gulan 2024.
  • Harita Umum Müdürlügü 1:800,000 (1934).
  • "Köylerimizin adlari" (1928).
  • Vital Cuinet (1891/2001). "La Turquie d'Asie".
  • Xefur, Ebdulla (Abdulla Ghafor) (2000/2001). Kurdistan - Dabeşî Kargêrî Terrîtorî 1927-1997.
  • Xefur, Ebdulla (Abdulla Ghafor) (2001). Kurdistan - Rûpêw û jimarey danîştuwan.