Open main menu

Misirc (bi tirkî: Kurtalan) şêniyek ji navçeyên Sêrtê ye, li Bakûrê Kurdistanê li Deşta Xerzan dimîne û cihê xwe li quntara çiyayê Gurdilan vegirtiye, ji eşîra Pencînaran re jî wek paytext tê hesibandin. Tirkan navê Kurtalan lê daniye. Ango Qada Kurdan.

Misirc
Kurtalan
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Sêrt (parêzgeh)
Serbajar Misirc

Hejmara bajarokan 3 bajarok
Hejmara gundan 52 gund

Gelhe (2008) 56.282[1] kes
Rûerd 1.005 km2
Berbelavî 56 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2008) 28.004 kes
Koordînat 37°55′35″Bk 41°42′4″Rh / 37.92639°Bk 41.70111°Rh / 37.92639; 41.70111
Bilindayî 700 m
Koda postayê 56500
Koda telefonê (+90) 484
Nexşeya cihan Tirkiye
Misirc is located in Tirkiye
Misirc
Misirc

Navê Kurtalan ji "kurd" û "alan"a tirkî, ango qada kurdan hatiye afirandin. Lê ev nav dîsa di koka xwe de ji navê wî çiyayê ku dibêjinê "Gurdilan" hatiye girtin. Ew jî dîsa ji "gurd" ango "kurd" û "ilan" ango "alan" bi wateya qad çêbûye. Ev çiya biştî rûxandina Şoreşa 1925an, Dewleta Tirk bi temamî daye erebekî sêrtî û navê wî jî daniye "Mîrê Gurdilan" lê piştî çend salan zilamê ku Mîr bûye, nikaribûye gundên kurdan li hev rabigire, dest jê berdaye û çûye. Li ser Mîr meselokek jî di nava xelkê de heye, dibêjin: "Mîrê Gurdilan, fitilî li qaçilan."

Çiyayê Gurdilan, pir xweşîk e û xwe ji herêmê re kiriye mîna sîber û tabî. Piraniya gundên her heft bavikên eşîra Pencînaran li vî çiyayi dimînin û 15-20 gundên wan jî li deştê ne. Gundên wisa xweş, avî, bi dar û fêkî hene ku heta ketine gotinên Pêşiyan, weke: "Eynik û Eyndar, Bêkend û Minar, xweştir in ji textê xwendkar" hatiye gotin. Navê "Gundilan" tê wateya cihê kurdan. Kesên ku li vê herêmê dijîn wek "Gurdilî" têne bi navkirin.

Çend ji gundên wê yên navdarBiguherîne

  • Bastokqa,
  • Paloniyê,
  • Batasê,
  • Girê,
  • Darê,
  • Başura,
  • Telîba,
  • Mêlha,
  • Qinask,
  • Zêwkê,
  • Xinduka,
  • Searta,
  • Kevirhemo,
  • Kanîkerwana,
  • Hishis,
  • Hekemiyê,
  • Eynmihemed,
  • Titinê,
  • Batran,
  • Bîrakurêdya,
  • Xatma,

Navdarên BajêrBiguherîne

ÇavkanîBiguherîne