Xisxêr
Xisxêr an Xesxêr an jî Perwarî (bi tirkî: Pervari) yek ji navçeyên Sêrtê ye. Du şaredarî, 40 gund û 24 mezre girêdayî Xesxêrê ne. Sê gund û neh mezre niha vala ne. Lewra ji aliyê dûgela Tirk ve hatine rûxandin. Rûber 1.459 km², bilindahî ji rûyê avê 1.380 m ye. Gorî hejmartinên fermî yên sala 2000´î hejmara niştecihên navendê 7.453 û bi giştî jî 23.640 e. Aborî li ser xwedîkirina ajalan û çandiniyê ye. Karê mêşhingiviyê û hilberîna fistiqê jî heye.
Navçeya Xisxêrê | |
---|---|
Pervari | |
Koordînat: 37°55′59″Bk 42°32′48″Rh / 37.93306°Bk 42.54667°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Sêrt (parêzgeh) |
Serbajar | Xisxêr |
Hejmara bajarokan | 2 bajarok |
Hejmara gundan | 39 gund |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 1.459 km2 (563 sq mi) |
Bilindahî | 1.375 m (4511 ft) |
Nifûs (2008) | 33.401[1] |
• Berbelavî | 22,9/km2 (59/sq mi) |
• Serbajar (2008) | 6.083 |
Koda postayê | 56700 |
Koda telefonê | (+90) 484 |
biguhêre |
Çavkanî
biguhêre
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |