Fistix
Dara fistixê û fistixê lûtik
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
Parçe: Magnoliophyta
Çîn: Magnoliopsida
Kom: Sapindales
Famîle: Anacardiaceae
Cins: Pistacia
Cure: P. vera
Navê zanistî yê latînî
Pistacia vera
L.

Fistiq an jî fistix yek dar ji malbata benîştokan û fêkiyên ew darê ye. Darê fistiqê yek ji darên kuvî ya ku li çîyayên Kurdistanê diçê ye. Bi fitiqa kuvî ra dibêjin benîştok. Ku ye darê benîştokê qelem ke dikane çexa darê fistiqê ke. Her wiha darê menegûşê, darê butlumê, darê şengiliyan ji malbatekê ne û bi qelem kirinê kanîn bibin fistix.

Fistixvanî biguhêre

Fistixvanî karekî pir bi zehmete. Fistix pir avê naxwaze lê dareka gelek hesas e. Çavikên darê fistixê wextê biharê diteqin. Mehê tebax fistic rind gir dibin û lûtik. Fêkiyên fistixê wek guşî dibin. Bi guşiyên gir û çê re dibêjin kelle. Bi fistixê kesk ra dibêjin fitiqê boz û bi yên sor ra jî dibêjin lûtik. Ku fistix dibe lûtik devî xwe diqelişe. Qalikî ser radikin û diqewirînin.

 
Lûtika devqelişî

Çavikên fistixan di ber pelçan de dertên. Ku ew çaviknan bweşin an jî ji aliyê ajalan de werin xwerin fêkî bi darê nakeve. Ji bo neweşandinê çavikan mirov di xwaze ku tim bi çav xwe ra ke û baldar be. Wê lomê civandina fistix karekî bi zehmet e.

Darê fisdeqan di destpêkê de wek sitil anji wek hebek te candin. Jibo ku sitila xwe bas bigihe gelek emek û peywendî jê re pewist e.

Dema ku umrê xwe digihêje 13 salan dar tê lûlkirin dakû meyweyan bide. Ji lûlkirinê 4-5 salan bisunde dar cara yekemîn meyweyan dide. Ev cend sal in dar bi îlacên candeyî tên ilackirin jibo ku berdar be.

Darê fistixan dareke gelekî taybet e; jibo berdarbûna vê dare dive ku sal bas derbas be. Ev yek tê mane ku sal xwediyê zivistaneke xort, buhareke bê sarî û bê zîpik û havîneke hisk û germ e (nêzike 40 dereceyan). Bi vi awayi meyweya dare ne tenê zêdetir lê bastir jî dibin.

Payîz biguhêre

Di vê demsalê de fistix (meywe) tên komkirin û ji komkirina fistixan mehek bisunde dar tên adakirin. Milên zuha ên dare wek hersal tên qutkirin. Ev qutkirina milên zuha him jibo tenduristiya dare girîng e, him jî jibo ku dar di zivistanê xwe bastir karibe li hemberî sermê biparêze. Ev milên qutkirî ji alîye gel ve tê komkirin û jibo vêxistina êzingê tê bikaranîn. Di demsala payîzê de baxê fistixan careke tê cutkirin.

Zivistan biguhêre

Wekî her dar dare fisdeqan jî di zivistanê de vedihese. Îlaca zivistanê tê avêtin daku dar zêde zerar ji zivistanê nebîne. Di vê demsalê bax naye cutkirin.

Bihar biguhêre

Bi hatina biharê baxê fistixan jinuve tê cutkirin. Di orteya buharê salkimên meyweyê xwe nîsan didin û bi pelgên darê re vedibin. Di dema buharê de bax 3-4 caran tê cutkirin.

Demê biharê tertûl derdikeve. Tertûlî fistixan kurmekî gewrikî biçûke. Bi kom li darê dicivin û çavikan dixwin. Ajalekî din ku zerarê dide fistixan xatûn e. Xatûn dihere di ber kokê fistixan de hêkan dike û kurmî xwe di kokê darê da girdibe. ku meriv nekujê dikane darê hişk bike. Ajalekî din ku zerarê dide fistixan cureyekî kelmêşan anjî yê kuvan e. Nexwaşiya ku kurd dibêjin zeng wek mîna aveka reş ya zeliqoqî ye. Hin dibêjin ew ji kelmêşan çêdibe lê dibe ku ji kuvan jî çêbe.

 
Li Kurdistanê civandina fistixan

Havîn biguhêre

Di rojên havînê de fistix (meywe) di qalikan de tijî dibin û pêsdikevin. Bi destêkirina meha îlonê gel dest bi civandina fistixan dike.

Civandina fistixan biguhêre

Civandin fistixan herî kêm ji aliyê 4 kesan tê kirin. Jibo civandina fistixan ev tist pêwist in: erebe, 5-6 qumasên ku ji wan her yek 4 m2 ye û nêrdewanek (ku destê mirov bigihêje fistixên herî jor jî). Qûmas di bin darê tên rêxistin, kesek bi aliyê nêrdewanê derdikeve ser darê û fisdeqan wek salkim qut dike. Fistix dikevine ser qûmasan.

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre