Lîsteya Sor a Cureyên bi Metirsiya Nemabûnê yan jî Lîsteya Sor a IUCN li cîhanê ji bo zanyariya di derbarê ajal û riwekan de ya herî berfireh e. Di sala 1963yan de hatiye damezrandin û IUCN kurtebira International Union for Conservation of Nature a bi îngilîzî ye ku bi kurdî Yekîtiya Navneteweyî ya Parastina Xwezayê ye.
Lîsteya Sor a IUCN bi metirsiya nemabûna bi hezaran cure û binecureyan bi daneyên vebirî li hev kom dike û wan agahiyan diparêze. Daneyên van cureyan ji hemû aliyê cîhanê û herêman pêk tê. Mebesta Lîsteya Sor ew e ku cureyên li ber metirsiya windabûnê werin zanîn û bi raya giştî re ji bo parastinê werin parvekirin e. Lîsteya Sor alîkariya parastina cureyan dike. Lîsteya sor bi bingeheke hêzdar hatiye avakirin lewma di cîhanê de weke çavkaniya herî ewle tê zanîn.

Rewşa parastinê
li gorî xetereya nemabûnê
Nemabûyî

Nemabûyî
Cureyên li sirûştê nemabûyî

Metirsiya nemabûnê

Cureyên bi bilindtirîn xetereya nemabûnê
Cureyên bi xetereya nemabûnê
Cureyên bêparastin

Di xetereya kêm de

Cureyên hewceyî parastinê
Cureyên nêzîkê xetereyê
Cureyên bi kêmtirîn metirsî


Herwiha binêre

Lîsteya Sor a IUCN
Yekîtiya Navneteweyî ya Parastina Xwezayê


IUCN conservation statusesNemabûyîNemabûyîCureyên li sirûştê nemabûyîCureyên bi xetereya nemabûnê ya herî bilindCureyên bi xetereya nemabûnêCureyên bêparastinCureyên nêzîkê xetereyêMetirsiya nemabûnêCureyên bi metirsiya herî kêmCureyên bi metirsiya herî kêm

Weşana 2006an

biguhêre
 
Margîska Kurdistanê ku rewşa wan nêzîkê xetereyê ye
 
Kurteya Lîsteya Sor a 2006an a ji bo cureyan.

Lîsteya Sor a 2006an bi 40.168 cure û 2.160 bincure, cureyên binê avê, bingelheyan hate weşandin. Ji van hemû cureyan 16.118 weke cureyên di bin metirsiyê de hatine ragihandin. Ji wan 7.725 ajal, 8.390 riwek û sê ji wan kuv bûn. Di vê weşanê de li ser weşana 2004an guhertin nehate kirin û 784 cureyên ji sala piştî zayînê (PZ) 1500'î ve ji bo nemabûnê lîste hatiye çêkirin. Ev ji lîsteya 2000'î 16 cure bêhtir in. Her sal cureyên nemabûyî tên dîtin an jî dibine fosîl û di nav kategoriya bê agahî de tên lîstekirin. Di sala 2002an de cureyên nemabûyî weke 759 hatiye ragihandin lê ev hejmar her sal zêde dibe.[1]

Weşana 2007an

biguhêre

Lîsteya Sor a 2007an di 12ê îlonê de hate weşandin. 16.306 cure weke di bin metirsiya nemabûnê de hatin eşkerekirin ku ev hejmar ji sala 2006an 188 cure bêhtir bû.[2]

 
Kurteya Lîsteya Sor a 1994an a ji bo cureyan (versiyona 2.3)

Weşana 2008an

biguhêre

Lîsteya Sor a 2008an di 6ê çiriya pêşîn de li Barselonayê hate weşandin. Hate ragihandin ku ji çar guhandaran yek di bin metirsiya nemabûnê de ye.[3] Ev agahî jî dide zanîn ku li cîhanê 1.141 cureyên ji 5.487 guhandaran di bin metirsiya nemabûnê de ne.

Kategorîkirin

biguhêre
Kategorîkirina rewşa parastinê
Cure (nirxandî) (têr
agahî)
Nemabûyî
Li sirûştê nemabûyî
(metirsiya
nemabûnê)
Bilindtirîn xetereya nemabûnê
Xetereya nemabûnê
Bê-parastin
Nêzîkê xetereyê
Kêmtirîn metirsî
Daneya kêm
Nenas
Agahiya di derbarê wateya kurtebiran de
  Nemabûyî: Kategoriya cureyên bê-guman nemane ye.
  Li sirûştê nemabûyî: Kategoriya cureyên ku li xwezayê nema ne, lê li cihên mîna xwedîkirin û nîşandanê hê mane ye.
  Bilindtirîn xetereya nemabûnê: Kategoriya cureyên ku li xwezayê nemabûna wan di asta herî bilind de ye.
  Xetereya nemabûnê: Kategoriya cureyên ku li xwezayê nemabûna wan pir bilind e.
  Bê-parastin: Kategoriya cureyên ku li xwezayê nemabûna wan bilind e û bê parastin in.
  Nêzîkê xetereyê: Cureyên niha ne di bin xetereyê de ne ku di pêşerojê de dibe ku bikevine kategoriyên VU, EN û CR.
  Kêmtirîn metirsî: Cureyên pir têne dîtin.
  Daneya kêm: Cureyên di derbarê wan agahiya berfireh tune.
  Cureyên nenas: Cureyên heta niha li kategoriyên li jor nayên.[4]

Kategorîkirina 1994an

biguhêre

Di kategorîkirina 1994an ″Xetereya Kêm″ ango Lower Risk bi sê binkategoriyan hatiye lîstekirin.

  • Hewceyî Parastinê (LR/cd)
  • Nêzîkê Metirsiyê (LR/nt)
  • Kêmtirîn metirsî (LR/lc)

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 17 tebax 2009 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 10 îlon 2011{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  2. ^ IUCN.org hemû di bin metirsiyê de ne, ji orîjînalê di 24 kanûna paşîn 2011 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 23 tebax 2021
  3. ^ IUCN Red List reveals world’s mammals in crisis, ji orîjînalê di 9 çiriya pêşîn 2008 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 10 îlon 2011
  4. ^ IUCN About the IUCN Red List, ji orîjînalê di 24 tîrmeh 2010 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 10 îlon 2011