Hikûmeta Meclîsa Neteweyî ya Mezin
Hikûmeta Meclisa Neteweyî ya Mezin (bi tirkî: Büyük Millet Meclisi Hükûmeti), bi xwe wek Dewleta Tirkiyê[1] (Türkiye Devleti) an Tirkiye[2] (Türkiye), bi gelemperî wekî Hikûmeta Enqerê (Ankara Hükûmeti), an jî bi awayekî kevnar Hikûmeta Angorayê,[3][4] dewletekî û şoreşgerî a tirk bû ku li Enqereyê (wê demê wek Angora dihat zanîn) di demê Şerê Serxwebûnê yê Tirkiyê (1919 - 1923) û di salên dawî yên Împeratoriya Osmanî de. Ew ji aliyê Tevgera Milî ya Tirk ve dihat birêvebirin, berevajî Hikûmeta Konstantînopolê ya hilweşiyayî, ku ji aliyê Siltanê Osmanî ve dihat birêvebirin.
Hikûmeta Meclîsa Neteweyî ya Mezin Ankara Hükûmeti Büyük Millet Meclisi Hükûmeti |
||||
---|---|---|---|---|
|
||||
Sirûd: |
||||
Hikûmeta Meclîsa Neteweyî ya Mezin li ser nexşeyê Treaty of Sèvres 1920.svg | ||||
Cih | Treaty of Sèvres 1920.svg | |||
Paytext | Enqere | |||
Zimanên fermî | ||||
Zimanên tên bikaranîn | ||||
Dîn | Îslam | |||
Rêber | ||||
• | Serokkomar | Mustafa Kemal Atatürk | ||
• | Serokwezîr 1920 - 1921 |
Fevzi Çakmak | ||
• | 1921 - 1922 | Rauf Orbay | ||
• | 1922 - 1923 | Fethi Okyar | ||
Avakirin | ||||
• | Dema avakirinê | 23 nîsan 1920 | ||
• | Dema hilweşînê | 29 çiriya pêşîn 1923 | ||
Rûerd | ||||
• | Giştî | 1920: texmîn, 250,000 km2 | ||
• | Rûerd | |||
Dirav |
Di dema şerê bi navê Şerê Serxwebûnê de, Hikûmeta Meclîsa Neteweyî ya Mezin fermandariya artêşê kir ku bi navê Kuva-yi Milliye ("Hêzên Neteweyî") tê zanîn.[5]
Piştî şer û serkevtina li dijî Hikûmeta Konstantînopolê ya keyîtî, Hikûmeta komar ya Enqerê di sala 1923an de bidawîbûna Împeratoriya Osmanî û avakirina Komara Tirkiyê ji axa Anatolyayê û axa beşa Bakurê Kurdistanê ragihand.[6] Meclisa Mezin îro parlamena Tirkiyeyê ye.
Paşbingeh
biguhêre- Gotara bingehîn: Şerê Rizgariya Tirkiyeyê
Di dema ku Hikûmeta Enqereyê hat îlankirin, li Konstantînopolîs ku ji aliyê Hevalbendan ve hatibû dagirkirin (niha Stembol), hikûmeteke din a tirk hebû, bi navê Hikûmeta Osmanî ya împeratorî, ku pir caran bi navê " Hikûmeta Konstantînopolê " (li hember Hikûmeta Enqere ya neteweperest) tê zanîn. Piştî ku Meclîsa Mezin a Neteweyî di 23’ê Nîsana 1920an hat damezrandin, bêyî ku di destpêkê de meşrûiyeta Siltanê osmanî red bike, parlamenqa nû ya Enqereyê di nava Meclîsê de hikûmeta xwe ava kir. Ji wezîran re li şûna "Nazir" ya kevneşopî "Vekil" (Kiryar) dihat gotin, ji bo ku li gorî xwezaya demkî ya hikûmetê bin.
Di 29ê cotmehê de Komara Tirkiyeyê ji aliyê Meclisa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê ve hat avakirin.
Mijarên têkildar
biguhêreÇavkanî
biguhêre- ^ "Birth of the Turkish Republic". nzhistory.govt.nz (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 4 gulan 2023.
- ^ "Treaty of Sevres | Definition, Terms, Significance, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 4 gulan 2023.
- ^ Zekeria, M. (1922). "THE TURKISH GOVERNMENT AT ANGORA". Current History (1916-1940). 16 (1): 73–75. ISSN 2641-080X.
- ^ "Turkish Angora Gouverment and the rise of turkish nationalism and a war against the Sultan of the Bospurus". online.ucpress.edu. Roja gihiştinê 4 gulan 2023.
- ^ "Mustafa Kemal ve Kuva-yi milliye".
- ^ "Brief about Anatolia (1920 - 1923). Declaration of the Turkish Republic 1923". istanbultarihi.ist. Roja gihiştinê 4 gulan 2023.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |