Rauf Orbay (jdb. 27ê tîrmeha 1881ê li Stembol - m. 16ê tîrmeha 1964an li Stembol) siyasetmedar û fermandarekî Osmanî bû.

Rauf Orbay
Rauf Orbay
Navê rastî
Hüseyin Rauf Orbay Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn27 tîrmeh 1881 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin16ê tîrmeha 1964an (82 salî)
Stembol Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê goristanêSahrayıcedid Cemetery Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Turkish Naval Academy Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Meqam
  • endamên Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê
  • Chairman of the Cabinet of the Executive Ministers of Turkey (1922–1923)
  • ambassador of Turkey to the United Kingdom Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partiya Siyasî
Dê û bav
  • Mehmet Muzaffer Pasha Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
Xelat
  • Medal of Independence Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Bavê Rauf Orbay bi nav Mehmet Muzaffer Paşa bû. Ew bi eslê xwe ji Ebxazya ye û wekî endamê meclîsa osmanî bûye. Dayika xwe bi nav Rüveyde Hanım di girava Krît jidayîk bûye û bi eslê xwe kurd ji eşîra Bedirxaniyan bû.[1] Rauf Orbay di sala 1899an de di zanîngeha kadet qedand û paşê di Hêzên Deryayî yên Osmanî de efser bû. Di Şerên Balkanê û Şerê Trablusê de fermandarê keştiya Hemîdiye bû. Di 30ê Çiriya Pêşîn sala 1918an de, wî Agirbesta Mudrosê wekî Wezîrê Matrose îmze kir. Dema ku Şerê Rizgariya Tirkiyeyê dest pê kir, ji wezîfeya xwe ya hikûmetê îstifa kir û çû Enqereyê û bi Mustafa Kemal re kar kir. Di 23ê Tîrmeha 1919an de di Kongreya Erzîromê de wek endamê komîteya nûnertiyê hat hilbijartin. Di 4ê Îlona 1919an de wek delegeyekî Sêwasê beşdarî Kongreya Sêwas dibe û wek cîgirê serok tê hilbijartin. Di Şerê Rizgariyê de ji 12 Tîrmeh 1922 heta 4ê Tebax 1923 sêyemîn "Serokwezîr" a welêt bû. Di sala 1924an de yek ji damezrînerên partiya muxalefetê Terakkiperver Cumhuriyet Fırkası (Partiya Komarî ya Pêşverû) bû. Di sala 1925ab de dema partiya wî hat qedexekirin, koçeriya Ewropayê kir û deh salan li vir bû. Di sala 1933an de efûya wî hat dayîn û piştî dudiliya destpêkê di sala 1935an de vegeriya. Di sala 1939an de wekî nûnerê Kastamonuyê bû endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê.[2]

Di Şerê Cîhanî yê Duyem de ji sala 1942 heya 1944an balyozê Tirkiyê li Londonê bû.

Wêje biguhêre

  • Rauf Orbay, Siyasi Hatiralar. Örgün Yayinevi, Istanbul, 2003

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Rauf Orbay kimdir? - Yeni Akit". m.yeniakit.com.tr. Roja gihiştinê 25 îlon 2023.
  2. ^ "Hüseyin Rauf Orbay'ın Hayatı (1880-1964) | Atatürk Araştırma Merkezi". web.archive.org. 28 kanûna paşîn 2016. Ji orîjînalê di 28 kanûna paşîn 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 25 îlon 2023.

Giredanê dervê biguhêre