Otomobîl an jî Tirimpêl,[1] wesayîta bî teker û motore kû ji bo veguhastina rêwî û bargiraniyê hatîye çêkirin. Otomobîl, wesayîtek e ku bê hêza heywanan, bi motor dixebite û barên ser xwe ji cîhekî dibe cîhekî din.

Tesla Roadster (2007 model )

Bi gelemperî, otomobîl bi motorên şewitandina navxweyî û bi çar lastîk dixebitin. Lêbelê, ji 2001an virda, otomobîlên xwedan motorên hîbrîd ji derketine û têne firotin. Gelek welatan, nemaze Dewletên Yekbûyî, bacên xwe ji bo motorên hîbrîd ên bi elektrîkê dixebitin kêm kirine li otopark û îstesyonên petrolê amûrên şarzkirinê bi cîh kirine.

Otomobîlên ku dikarin li ser 3 tekeran bigerin jî hatin çêkirin lê di nav gelda pir belav nebû.

Peyva Otomobîl biguhêre

Peyva "otomobîl" ji peyva fransî "automobile" ketiye zimanê Kurdî û gelek zimanên din. "Automobil" bi berhevkirina bêjeyên zimanê Grekî "αὐτός: autós" (xwe) û "mobilis" (gerîn) a zîmanê Latînî çêbûye.

Kronolojiya otomobîlan biguhêre

 
1769 Fardier

1670an - Yekem wesayîta xweser dibe ku wesayîta piçûk a hilmê be ku ji hêla mîsyoner Ferdinand Verbiest ve li Beijing di navbera 1679 û 1681an de wekî pêlîstokek ji bo împeratorê Çînê hatîye çêkirine.

1680 - Yekem motora şewata navxweyî ya ku dikare bixebite, ji hêla Christiaan Huygens (ku ji Holenda bu) ve di sala 1680an de hate çêkirin. Barûd, di sîlîndîrek girtî de di teqîya û dibû sedem ku piston hereket bikin.

1698 - Brîtanî Thomas Savery yekem motora hilmê çêkir.

1769 - Brîtanî James Watt motora hilmê ya ku demekî dirêj dikare bixebite, çêkir.

1769 - Fardier, yekem wesayîta ku bi serê xwe hereket dike ji hêla endezyarê fransî Nicolas Joseph Cugnot (1725-1804) ve hate çêkirin.

1787 - Oliver Evans li Amerîkayê otomobîlek ku dikare rêwiyan bibe, çêkir.

1801 - Richard Trevithick li Înglistanê otomobîlek hilmê çêkir.

1824 - Prensîbên bingehîn ên motorên şewata navxweyî , nemaze motorên mazotê, ji hêla endezyarekî fransî Sadi Carnot ve hate destnîşankirin.

1830 - Otobusên rêwiyan ên bi hilmê dixebitin, dikarin bi leza 15-20 km/h herin û 14 rêwîyan hilgirin hatin çêkirin.

1860 - Parlamena Brîtanya zagonek derxist ku du ajokarên hemî otomobîlan hebe û bi roj alake sor û bi şev jî fenereke sor li pêşîya otomobîla hebe. Vê zagonê leza pêşkeftina motora hinekî rawestand. Ev zagon di 1896an de hate rakirin.

1860 - Yekem motora ku bi gaza hewayê tê dixebite, ji hêla endezyarê belçîkî Jean Joseph Etienne Lenoir (1822-1901) ve hate çêkirin.

1862 - Endezyarê Frensî Alphonse Eugène Beau de Rochas (1815-1893) prensîbên motora 4-derbeyê danî.

1867 - Endezyarên alman Nicolaus August Otto (1832-1891) û Eugen Langen (1833-1895) li ser prensîbên Alphonse Eugène Beau de Rochas motorek 4-derbeyê çêkirin.

1876 ​​- Nicolaus August Otto motora gazê ya çar-derbeyê ya yekem çêkir.

1877 - Nicolaus August Otto patenta motorê li Amerîkayê hilda.

1878 - Endezyarê Brîtanî Dugal Clerk yekem motora ku li ser bingeha 2-derbeyê dixebite, çêkir.

1880 - George Brayton li Amerîkayê motorên bi benzîn dixebite, çêkir.

1885 - Yekem otomobîla ku bi motora şewata navxweyî ya bi benzîn dixebite ji hêla endezyarê Elman Karl Benz ve hate çêkirin.

1889 - Endezyarê Viyanî Siegfried Marcus (1831-1898) bi motora ku bî xwe çekirîye, li kolanan gerîya. Ji ber ku gel panîk bû, ewî çend qeza kirin. Ji ber 17 tawanan hate dadgehkirin û Marcus dest ji tiştên nû çekirinê berda.

1890 - Herbert Akroyd Stuart motorek nûjentir çêkir.

1890 - Endezyarê alman Capitaine, motorek mîna motora Akroyd çêkir û patent kir. Van motoran, bingeha motora nîv mazot (serê germ) danîne.

1890 - Piraniya otomobîlên yekem nikarîbun berjor herin. Otomobîla Benz Victoria, ku di 1893 de hate çêkirin dikarî bû berjor here.

1892-1897 - Rudolf Diesel, yek ji endezyarên Dibistana Teknîkî ya Bilind a Munhenê, motora mazotê çêkir û pêş xist.

1893 - Yekem otomobîla serketî ya Amerîkî "Duryea" ji hêla J. Frank û Charles Edgar Duryea ve hate çêkirin.

1894 - Yekem pêşbaziya otomobîlê ya fermî hate lidarxistin. Parîs-Rouen, 22ê Tîrmeh.

1898 - Klûba Otomobîlan a Fransî (AFC) pêşangeha yekem a otomobîlan li baxçeyên Les Tuileries li Parîsê saz kir.

1902 - Di 27 saliya xwe de, Ferdinand Porsche wesayîta yekem a ku dikare hem benzîn hem jî bi elektrîkê ve here, çêkir.

1903 - Gustave Liebau-fransî yekem kemberek ewletîyê çêkir û patent kir.

1904 - Federasyona Otomobîlan a Navneteweyî, ku bi kurtasî wekî FIA tê zanîn, hate damezrandin.

1905 - Endezyarê swêdî Alfred Büchi motorên 4-derbeyî pêşta bir.

1905 - Yekem pergala 4WS û 4WD li traktora marqeya Latil hate bikar anîn.

1905 - Yekem car wesayîta ku bi tampone Simms-Welback, li tesîsê "Simms Manufacturing Co." hate çêkirin.

1908 - Amerîkî Henry Ford modela T çêkir. Henry Ford bavê ramana xeta çêkirina ya yekem bû. karxaneya ku ji hêla Ford ve hatî sêwirandin di sala 1913an de karibû rojane 1000 otomobîl hilberîne.

1918 - Li Înglistanê " Royal Aircraft Establishment “ motorên mazotê yên lezgîn çêkirin û wesayîtên sivikta bi kar anîn.

1919 - Type A Citroën lî Ewropayê hate firotan.

1920 - Fîrmaya Voisin li ser ABS'ê xebitî, û li Almanya patent hilda (patent no: 671925 ).

1924 - Citroën wesayîtek bi navê B10 ya ji pola hatîye çêkirin, çêkir.

1924 - Kamyonek ku ji hêla MAN ve hate çêkirin.

1934 - Citroën dest bi çêkirina wesayîtên front-wheel kir.

1938 - Citroën pergela Hidropnömatik süspansiyon çêkir.

1938 - Saurer yekem kamyona turbo-motor çêkir.

1938 - Studebaker Commander di wesayîteên xweda klîma standart kir.

1938 - Ji GMHarley Earl yekem car pergela camên bi elektrîk bi kar anî.

1954 - Motora Rotary-Wankel ji hêla Felix Wankel ve hate pêşve xistin.

1957 - Cruise control di markeya Imperial da hat bikaranîn.

1958 - Endezyarê swêdî Nils Bohlin ku dî Volvo yê da dixebite, kembera ewletîyê ya sê xalan patent kir.

1961 - Otomobîla bi navê "Devrîm" lî Tirkiye hat çêkirin.

1962 - Yekem otomobîla bi turbo motor Chevrolet Corvair Monza hat çêkirin. Li dû wê Oldsmobile F85 Jetfire hat çêkirin.

1963 - Motora Wankel cara yekem di marqeya NSU Spider de hat bikar anîn.

1967 - Şîrketa otomobîlan a Brîtanî Jensen yekem car ABS li otomobîlên xwe da saz kir.

1973 - BMW 2002 yekemîn otomobîl bû ku li Ewropa bi motorek turbo hate çêkirin.

1978 - Yekem pergala nûjen a ABS di BMW 7 û Mercedes S da hatê saz kirin.

1984 - Hilberînerê Turbo, Garrett "intercooler" çêkir. Bi vî rengî, hewa ya dikeve turbînê hate sar kirin û performansa turboyê zêde bû.

1986 - Porsche 959, yekem otomobîl bû ku bi 2 turbo hate çêkirin.

1987 - Bosch, wekî hilberînerê yekem, pergala ASR, ku pergala ABS ya pêşkeftîtir e, destnîşan kir.

1993 - Fiat Croma Tdi hat çêkirin.

1995 - Bosch dest bi çêkirina pergala ESP kir.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Auto in Kurdisch Kurmanji, Übersetzung, Beispielsätze | Glosbe". de.glosbe.com (bi almanî). Roja gihiştinê 29 nîsan 2023.


Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya tirkî pêk tê.