Neolîtîk
Neolîtîk an jî Serdema kevirî ya nû serdemeke arkeolojîk a Cîhana Kevnare û dabeşkirina dawî ya Serdema kevirî ye. Tevî ku di Paleolîtîkê de çend cinsên mirovan hebûn, heta Neolîtîkê tenê Homo sapiens sapiens maye.[1] (Dibe Homo floresiensis heta destpêka neolîtîkê, nêzîkî 12.200 sal berê, jiyabe.)[2] Ev serdemeke pêşketinên teknolojîk û civakî yên prîmîtîv bû. Neolîtîk di nêz.10.200 b.z. de li hin cihên Rojhilata Navîn dest pê kir, û li deverên din yên cîhanê paşê dest pê kir.[3] Di navbera 4.500 û 2.000 b.z de bi dawî bû. Neolîtîk pêşveçûneke taybetmendî û guherînên tevgerî û çandî ye ku tê de bikaranîna dehlên kovî û xwemalî û heywanên kedîkirî jî pêk hatine.
Serdema neolîtîkê bi çandiniyê dest pê kir, ku "Şoreşa Neolîtîkê" çêkir. Çandiniya neolîtîk a destpêkî bi çend cinsên nebatên kedîkirî û kovî, û xwedîkirina kûçik, mih û bizinan re sînordar bû. Di serdema neolîtîkê de pêşketina gundên ewilî, çandinî, kedîkirina heywanan, amûr, û şerên herî kevn ên qeydkirî pêk hatine.[4] Jîngehên mirovan mayindetir bûn. Xaniyên girover ên ji kerpîçê çêkirî û bi tenê odeyekê li hin ji wan jîngehan de hebûn. Dibe ku dîwarekî kevirî li derdora jîngehan hebûn da ku heywanên kedîkirî tê de xwedî bikin û şêniyan ji eşîrên din biparêzin. Jîngehên ku dûra hatin, xwedî xaniyên kerpîçî ên çargoşeyî ne ku malbatan wê demê di tenê odeyekê de an jî di gelek odeyan de bi hev re dijiyan. Vedîtinên definkirinê, kulteke bav û kalan dide pêşî ku mirovan kiloxên miriyên xwe diparastin. Çanda Vinčayê dibe ku pergala nivîsînê ya herî pêşîn afirandibe.[5] Kompleksên perestgeha megalîtîk ên Ġgantija bi avahiyên xwe yên gewre berbiçav in. Her çend hin civakên ewrasyayî yên neolîtîka dereng mîrektiyên tebeqekirî ên tevlihev û hetta dewletan ava kiribin jî, dewletên pêşîn li Ewrasyayê piştî derketina metalurjiyê hatine damezrandin, û piraniya civakên neolîtîkê bi giştî cikavên sade û wekhevîxwaz bûn.[6] Hejmareke mezin a derziyên ji hestî û qiloçan çêkirî hatine vedîtin, ku ew ji bo girêdana çermê îdeal in lewra wisa dixuye ku piraniya cilûbergan ji çermên heywanan hatine çêkirin. Kevirên qulkirî ên ku (li gorî mezinahiyê) dibe wek serê girover ê teşiyan an jî giraniya tevnan hatibin bikaranîn hatine vedîtin[7][8][9] lewra cil û kitanên ji hiriyê çêkirî di dawiya neolîtîkê de[10][11] dibe ku derketibin holê.
Serdema neolîtîkê bi belavbûna amûrên metalî re (di serdema paxirî an serdema bronzî de; an jî li hin herêmên cografî di serdema hesinî de) bi dawî bûye.
Çavkanî biguhêre
- ↑ "World Museum of Man: Neolithic / Chalcolithic Period" (bi îngilîzî). World Museum of Man. Ji orîjînalê di 21 çiriya pêşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 21 tebax 2013.
- ↑ Lyras; û yên din. (2008). "The origin of Homo floresiensis and its relation to evolutionary processes under isolation". Anthropological Science (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 1 nîsan 2021 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 12 kanûna pêşîn 2017.
- ↑ Figure 3.3 from First Farmers: The Origins of Agricultural Societies by Peter Bellwood, 2004
- ↑ "The Perfect Gift: Prehistoric Massacres. The twin vices of women and cattle in prehistoric Europe" (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 11 hezîran 2008 de hat arşîvkirin.
- ↑ Winn, Shan (1981). Pre-writing in Southeastern Europe: The Sign System of the Vinča Culture ca. 4000 BC. Calgary: Western Publishers.
- ↑ Leonard D. Katz Rigby; S. Stephen Henry Rigby (2000). Evolutionary Origins of Morality: Cross-disciplinary Perspectives (bi îngilîzî). United kingdom: Imprint Academic. r. 158. ISBN 978-0-7190-5612-3. Ji orîjînalê di 1 nîsan 2021 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 22 tebax 2020.
- ↑ Gibbs, Kevin T. (2006). "Pierced clay disks and Late Neolithic textile production" (bi îngilîzî). Academia.org. Ji orîjînalê di 1 nîsan 2021 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 5 îlon 2013.
{{cite journal}}
: Cite journal requires|journal=
(alîkarî) - ↑ Green, Jean M (1993). "Unraveling the Enigma of the Bi: The Spindle Whorl as the Model of the Ritual Disk". Asian Perspectives (bi îngilîzî). 32 (1): 105–124. Ji orîjînalê di 11 sibat 2015 de hat arşîvkirin.
- ↑ Cook, M (2007). "The clay loom weight, in: Early Neolithic ritual activity, Bronze Age occupation and medieval activity at Pitlethie Road, Leuchars, Fife". Tayside and Fife Archaeological Journal (bi îngilîzî). 13: 1–23.
- ↑ Harris, Susanna (2009). "Smooth and Cool, or Warm and Soft: Investigatingthe Properties of Cloth in Prehistory" (bi îngilîzî). Academia.edu. Ji orîjînalê di 1 nîsan 2021 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 5 îlon 2013.
{{cite journal}}
: Cite journal requires|journal=
(alîkarî) - ↑ "Aspects of Life During the Neolithic Period" (PDF) (bi îngilîzî). Teachers' Curriculum Institute. Ji orîjînalê (PDF) di 5 gulan 2016 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 5 îlon 2013.