Biroyê Heskî Têlî
Biroyê Heskî Têlî, Brahîm Paşayê pêşawa, Pilingê Celaliyan, Kirrê Celaliyan, Heskîzade Brahîm, Biro, Biroyê Çargurçik[1] (jdb. ? - m. 25ê tîrmeha 1931ê li Kaniya Reş a Çaldiranê, rojhilatê Kurdistanê) yek ji siyasetmedar, şervan û fermandarên doza azadiyê ya kurdan bû.[2] Ji êla Celaliyan e. Di dîroka nêzîk a kurdan de wekî lehengekî cihê xwe girtiye.[3]
Biroyê Heskî Telî | |
---|---|
Jidayikbûn | |
Mirin | 25ê tîrmeha 1931ê Reş a Çaldiranê |
Esil | Kurd |
Pîşe | Fermandarê şoreşgerê Ararat û Makûyê |
Salên çalak | 1914 - 1931 |
biguhêre |
Jiyan
biguhêreKurê Hesk û Têliyê ye. Di Şerê cîhanê yê I de li dijî dagirkirina rûsan têdikoşe.[4] Dema şer bidawî dibe li Bazîdê dijî û bo debara malbata xwe bazirganiyê dike. Heya dawiya jiyana xwe bi rizgarkirina Kurdistanê û azadiya kurdan ve mijûl dibe.
Serhildan
biguhêreDema Şêx Seîd serî hildide, Biro jî tevlî dibe (1925). Bi têkçûna serhildanê re xwe dispêre Çiyayê Agiriyê. Êlên Hesenan û Celaliyan ji bo serhildana nû birêxistin dike. Yekemîn serhildana Agiriyê lidardixe (16ê gulanê heya 17ê hezîrana 1926an). Li dijî henga 28.[5] a Romê (Tirkiye) şereke mezin lidardixe. Şer û fermandariya wê di nava kurdan de gelek deng vedide, li ser navê wî gelek stran tên çêkirin.[6]
Bi alikariya Îran, YKSS, Brîtanyayê serhildana Agiriyê têk diçe. Bi hezaran pêşmergeyên kurd ji bo ji nû ve xwe amade bikin, derbasê rojhilatê Kurdistanê dibin. Li rojhilatê jî şer gurr dibe.
Di 28ê çiriya pêşîn a 1927an de kurd ji nû ve serhildanekê dikin ku Xoybûnê jî alîkarî dida. Xoybûn Îhsan Nûrî Paşa dişîne cem Biro bo alîkarî û serokatiyê. Pêşmergeyên Kurd Komara Agiriyê dadimezirînin. Brahîm Paşa dibe serokwezîr.
Lawên Biro Heskî Têlî, Emer, Dawûd, Êlhamî û birayên wî Ehmed û Eyûb jî di nava pêşmergeyan de ne. Şerên giran rûdidin. Carelê din Îran, YKSS û Brîtanya li cem Tirkiyeyê cih digirin. Diya Biro, Têlî Xanima Agiriyê, birayên wî, zarokên wî şehîd dikevin. Serhildan têk diçe. Biro xwe dispêre nav kurdên rojhilatê.
Li wir bi alîkariya kurdên rojhilatê li devedora Makoyê, sala 1931ê de li dijî artêşa Îranê şerên gerîlayî û carnan jî sengerî lidardixin. Pêşmergeyên kurd fermandarê artêşa Îranê Kelb Elîxan Nexşîwan dikujin. Ji kurdan pirranî sîvîl, jin û zarokên xwe ji komkujiyên Tirkiyeyê filitandibûn û dixwestin xwe bispêrin kurdên rojhilatê, gelek kes jiyana xwe jidest didin. Li gel Ferzende Beg, Biro jî şehîd dikeve.[7]
Çavkanî
biguhêre- ^ "Biro". www.dengekurdistan.nu. Roja gihiştinê 18 adar 2023.
- ^ Schmidt, Dana Adams (1964). Journey Among Brave Men (bi îngilîzî). Little, Brown.
- ^ Chaliand, Gérard (1993). A People Without a Country: The Kurds and Kurdistan (bi îngilîzî). Zed Books. ISBN 978-1-85649-193-8.
- ^ Franz, Erhard (1986). Kurden und Kurdentum: Zeitgeschichte eines Volkes und seiner Nationalbewegungen (bi almanî). Deutsches Orient-Institut. ISBN 978-3-89173-006-5.
- ^ White, Paul J. (2000). Primitive rebels or revolutionary modernizers?: the Kurdish national movement in Turkey. Zed Books. p. 77. ISBN 978-1-85649-822-7. (bi inglîzî)
- ^ Rohat Alakom, Hoybûn örgütü ve Ağrı ayaklanması, Avesta, 1998, ISBN 975-7112-45-3, p. 82. (bi tirkî)
- ^ Great Britain Foreign Office, British documents on foreign affairs: reports and papers from the foreign office confidential print. From the first to the second world war. Turkey, Iran, and the Middle-East, 1918-1939. The Allies take control, 1920-1921, University Publications of America, 1985, ISBN 978-0-89093-603-0, p. 180. (bi inglîzî)