Evdalê Zeynikê
Evdalê Zeynikê wekî Homeros ê Kurdan tê nasîn. Di derbarê jiyana wî de agahiyên sedî sed rast nînin. Nivîskar Ahmet Aras li ser jiyana wî pirtûkek nivîsiye ku ev pirtûk hevpeyvîna bi neviyê Evdal re jî dihewîne. Di destpêka 1800î de li gundê Cemalwêrdî ya girêdayi Dutax ku niha girêdayî Agiriyê ye ji dayîk bûye û di sala 1913 ´î de li gundê Qanciyan a Qereyazîyê jiyana xwe ji dest daye. Evdal temeneke pir dirêj jiyaye. Bi gotina neviyê wî; Emerê Zeynikê Evdal zêdetirî 110 salan jiyaye û li seranserê Kurdistanê geriyaye. Evdal çûye Xozana Edenê, Dêrsimê, Dîyarbekrê, Nexşîwanê, Xinûsê, Milazgirê, Zêtka ê û Îranê.
Evdal bi zêdenavên "Dengbêjê Sirmelî Mamed Paşa", "Bavê Temo", "Pisporê Qulingan", "Siyarê kovî" jî hatiye naskirin. Evdalê Zeynikê di stran û destanên xwe de gelek caran behsa qulingan, Temo, Gulê ( Dengbêj Gulê ), korbûn, xizanî, kalbûn, bêbextî hwd dike. Quling di çanda kurdan ya devkî, sembola xerîbî û bêkesiyê ye. Sembola havîbûneke giyanî ji dewr û dor û bêîtbariya dinyayê ye. Bavê wî di zaroktiyê de miriye. Evdal bi navê diya xwe Zeynê yan Zeynikê tê naskirin. Heger mirov ne dîroknas be û bi tenê ji destanên wî lê hûr be û rêçê bajo, mirov jiyana Evdal wiha ava dike: Evdal lawê Zeynikê ye. Diya wî, ev, di nava xizaniyê de mezin kiriye. Evdal zarokek taybet xwdî behr bûye. Bala xwe daye neheqî, welatparêzî û dewlemendiya civakê. Gihîştinên xwe kirine stran. Dilê wî ketiye dengbêj Gulê. Gulê di diwana "Sirmelî Memed Paşa", de eslê xwe Fileh (Ermenî) yan jî misilman nebûye. Evdal di civatên axa û began de dengbêjiyê dike. Pişt re çavên wî kor dibin û hêdî hêdî ji civatên dewlemendan tê derkirin. Temoyê lawê wî jî, ne kurê wî û Gulê ye. Evdalî ev zar, li ber rêyekê de dîtiye û ev biriye mala xwe. Di straneke xwe de dibêje ku wî Temo di daristanekê de dîtiye û ji xwe re xwedî kiriye. Temo dibe kopal û sitara Evdalî. Temo pê destê bavê xwe digire û "li pey koç û keriyan" digerîne. Bijîşkekî Îranî çavên wî sax û derman dike. Lê mixabin Evdal êdî kal e, "Bila mirin hebûya kalbûn tunebûya".
Evdal hezaran stranên dengbêjiyê diafirîne. Mixabin piraniya wan êdî nayên bihîstin. Celadet Elî Bedirxan dixwaze stranên Evdalî tomar bike. Ji dengbêjê navdar Ehmedê Fermanê Kîkî alîkarî dixwaze lê pir bisernakeve.
Evdal bi dengbêjên hemdemî wekî jina xwe Gulê, Sêwî Silo (Şêx Silo) hwd re dikeve pêşbirkan, berêkanê(lecê, şerekilamanê). Ev berêkanê bê rawestan sê roj û sê şevan didome. Di vê berêkanê de Evdal biserdikeve. Evdal kê dibe bila bibe, mamosteyê dengbêjiyê ye. Mehmet Ûzûn bi navê "Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê" pirtûkek li ser Evdalî nivîsiye.
Kilamên Evdalê Zeynikê
biguhêreEvdal kilama Xozanê u Dêrsimê zef hez kirîye. Wexta ku Evdal ber sekerata mirinêde bûye kurên xwe re dibêje ku ger wan her du kilamên min tu carî bîr nekin.
- Wey Xozanê
- Dîber
- Şêx Ronî
- Hayê li min
- Lo Mîro
- Lê Axçik Canê
- Sincarî Talo
- Ezê ji teyra teyrekî hur im
- Evdal u Şêx Silê
- Minê Li Hafa Nexşê Nexşîwanê
- Dêrsime xweş Dêrsime
- Heyla Wayê
- Evla Begê Mîrê Zirav
- Hekîmo
- Evdal Kor e
- Qulîng li serê me ha neke
- Wey kaliyê wey korîyê
- Evdal kore rê nabîne
- Eyşo rabe çirê vêxe
- Roj di Qolîbaba da welgerya (Kazoyê Garisya)
- Haylê Metê
- Rabe Rabe
- Ezê bi diharê Qelenyê diketim (dema şerê 1885-1890)
Di wêjeyê de
biguhêre- Ahmet Aras: Şairê Kurda yê Efsanevî EVDALÊ ZEYNIKÊ
- Mehmed Uzun: Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê
- Ehmed Cengiz Çamlibel:Evdalê Zeynikê
- Bülent Gündüz:Evdalê Zeynikê Belgefîlm.