Edene (bi tirkî: Adana) bajarekî Tirkiyeyê ye. Di Tirkiyeyê de, yek ji 5 bajarên herî mezin e. Pîvana erda bajêr 14.256 km² ye. Tevahiya nifûsa parêzgehê (gorî hejmêra dawî) 2.125.635 e. Nifûsa navenda parêzgehê (bi tevî 5 navçeyên navendî) 1,747,589 e (2012). Ji navbera rojava û rojhilatê bajarê de Çema Seyhanê diherike.

Edene
(bi romî:Adana)
Adana city.png
Bajarê Edeneyê
Edene is located in Tirkiye
Edene
Edene
Nexşeya cihan Tirkiye
Kargêrî
Welat Tirkiye
Parêzgeh Edene
Demografî
Gelhe 2,237,940 (2019)
Erdnîgarî
Bilindayî 23
Koordînat 36°59′17″Bk 35°19′36″Rh / 36.98806°Bk 35.32667°Rh / 36.98806; 35.32667
Dem (UTC) UTC+03.00 (UDAZD)
Agahiyên din
Malper https://adana.bel.tr/

Ji rojhilatê heya rojavayê, herêma ku 100 km dirêj e Herêma Bajarên Mezin yên Edene-Mêrsîn e û nêzikî 3 milyon nifûsa wê heremê he ye. Di Tirkiyeyê de, ev herêm herêma metropolîtana herî mezin a çaremîn e û navendekî bazirganî û çandeyariye.

Ev herem alî kanan (madenan) jî pir dewlemend e. Qrom, hesin, manganez, sirb(qurşûn) û tûtya (çînko) di heremê de pir tê dîtîn. Parêzgeha Edenê j'alî çandin jî pir giring e.

Di Çukurovayê de gellek zadên wek; genim, gukberojk, zeytîn, hinar, lazût(garis), narinc(purteqal, mandarîn, lalengî û lîmon), mûz, kîwî, hawêcan, şekirlewen, kartol, firingî, îsot, kaho(marûl), kelem, pîvaz, soya, riz(birinc), pembû, tirî, fisdeq, maş, xiyar, behîv, zebeş, gindor tên hilberandin. Lê belê, ji nav van zadan yê ku heri giring e pembû ye. Niha avdana van zadan bi avdana dilopî tê çêkirin.

GelhenasîBiguherîne

Li gorî daneyên sala 2019an gelheya bajarê 2,237,940 kes hatiye tomarkirin. Li rojhilatê navenda bajarê hêjmarek girîng Kurd lê dijîn.

ErdnîgarîBiguherîne

Bajareke herêma (bi romî:çukurova) Deşta Çixwurê ye. Pîvana rûerda bajarê 14.125 km2 ye.

Navçeyên EdeneyêBiguherîne

13 navçeyên Edeneyê hene:

ÇavkanîBiguherîne

  Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)