Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê
Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê di sala 1991ê de ji aliyê Mehmed Uzun ve hate nivîsandin. Ev roman li ser kevneșopa dengbêjiya kurdî hatiye nivisandin û awazê dengbêjan digihîne me.
Axaftin şiklekî hebûnê ye û dema mirov diaxive, hebûna xwe nîşan dide. Ku mirov bi zimanekî biaxive, ev yek nîşan dide ku mirov di nav wê çandê de gihiştiye û mirov dikare barê wê şaristaniyê bi wî zimanî hilgire. Ji vê yekê dengbêjan ev bar hilgirtine ser xwe û hebûna gelen kurdan bi van gotinên xwe kișandina heta îro. Go merov behsa dengbêjîya Kurdi dike, serê yekemîn dibe navê Evdalê Zeynikê bên gotin. Wî di dîroka kurdan de cihekî weke Homêrosê yûnanî girtiye. Dengbêj dengê bîrê dîroka kurdan bûn. Dengbêjan bîr û baweriya gel, têkoşîna li dijî zilm û neheqiyan bi gotinên xwe heta îro anîbûn û ji niha pê de di sedsala nûjen de wêjeyê ew erka taybetî bi cih bianiya.
Evdalê Zeynikê. Zeynikê navê dayika wî bo. Ji ber kû bave wî di biçûkatiya Evdal de miribû, wî bi navê dayika wî bi nav dikin. Çanda kurdî, ya ku weke behrekî bêsînor û kûr e, di stran û di gotinên vî dengbejî de bi cih dibe. Ne bi tenê ji bo fêrbûn û naskirina folklora kurdî, le belê ji bo fêm kirina dîroka kurdistana bakur û bașûr di dema Osmaniyan de jî, xwendina vê romanê pêwîst e. Otonomiya axa kurdan wê demê de bi destên Osmaniyan ve tê merkezîkirin û begên gedirșinas ên ku hêj gelên xwe dikin tên avêtin an jî tên kuștin, tarawgehkirin. Piștre jî xwefiroșên nû dikevin dewsa wan de.Ew doxmanên nû dibine serokên kurdan û wan dikine bin emrên xwe de. Bi vî awayî șer û nexweșiyên kurdan yên dirokî weke neheqî û komkujiya dijî ermen û êzidiyan bi zimanê dengbêjan baș tên naskirin.
Mehmet Uzun di romana xwe de bi zimanê Ehmedê Fermanê Kiki rojek ji rojên rewșa Evdalê Zeynikê pêșkêșî me dike. Le belê ev roj jiyana Evdal bi tevî dide naskirin. Ehmedê Fermanê Kiki bi daweta Mîrên Celadet Elî ve Kamiran Bedirxan hatiye cem wan û ji wan re çîroka Evdalê Zeynikê têdigihîne.
Di romanê de gelek caran çûn û hatin vegerandin hene. Veguhestina jiyana Evdal bi zimanê Ehmedê Ferman tê pêșkêșkirin. Di nava çîrokê de Uzun gelek caran divegerê ser zimanê Ehmedê Ferman û bi vî halî, di romanê de rênûseke çemberî berdewam dike. Bi vê șêwazê romana Uzun û çîrokên Mewlana Romî û yen Feridüddin Attar dirûvên hev. Ev șêwaza vegotinên Rojhilata Vavîn in û bûye pêmaya nivîskarên hevdem yên vê axa kevn.
Şirușta saf û pakij bi tev xweșiya xwe dikeve nav stranên dengbêjan de. Uzun bi kitekîtan heybet û xweșikatiya çiyayê Sîpanê Xelatê pêșkêșî me dike. çiya dikeve dilê Uzun de û ew jî vena bi zimanê wan dengbêjan evîna xwe herwiha șanime dike. Stranên Evdalê Zeynikê yên li ser navê „qulingo“ bûne bingehên denbêjiya kurdî.
Evîn bi herdu cureyên xwe di ve romanê de hene: Evîna diyar û evîna nediyar.Konên koçberan li zozanên welat, hespên boz, gerdișên kurdan, destanên kevn, stran û leckirina dengbêjan li cem began… evîn û mirin,Siyabend û Xecê, mezinatî û zilm, șer û hawar, nexweșî û korbûnî...ev tev di romanekê wisa piçûk de û di rojek ji rojên şahê dengbêjan, Evdalê Zeynikê, de têne naskirin.