Qereyazî

Navçeyeke Erziromê

Bêraqdar an Qereyazî an jî Qeza (bi tirkî: Karayazı) navçeyêke Erziromê ye. Xelkê herêmî Qeza dibêje.

Navçeya Qereyaziyê
Karayazı
Navçeya Qereyaziyê li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Navçeya Qereyaziyê
Navçeya Qereyaziyê
Navçeya Qereyaziyê li ser nexşeya Erzîrom nîşan dide
Navçeya Qereyaziyê
Navçeya Qereyaziyê
Koordînat: 39°42′5″Bk 42°8′35″Rh / 39.70139°Bk 42.14306°Rh / 39.70139; 42.14306
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehErzîrom (parêzgeh)
SerbajarQereyazî
Îdarî
 • QeymeqamAhmet Gencer
Hejmara nahiyeyan3 nahiye
Hejmara bajarokan1 bajarok
Hejmara gundan70 gund
Qada rûerdê
 • Giştî2.372 km2 (916 sq mi)
Bilindahî
2.280 m (7480 ft)
Nifûs
 (2011)
31.000[1]
 • Berbelavî14,2/km2 (37/sq mi)
 • Serbajar
 (2011)
4.784
Koda postayê
25830
Koda telefonê(+90) 442
Map
biguhêreBelge

Erdnîgarî

biguhêre

Navçeyek li Başûr - Rojhelatê Erzîromê ye. Qereyazî gelekî bilind e û deşt û zozan li Qereyaziyê kem in.

Qereyazî li welate Serhedê herêmeke dirokî ye. Darazê Urartu, Med, Pers, Bîzans, Ermenî, Ereb, Selçûqî, Osmanî û Rûsa li ser derbaz bûye. Li nêzikî gundê Beyro mixareya Cunî nişan dide ku Tirkên Oxiz (Oğuz) demeki kin lê mane. Li dema Osmanîliye da nave Qereyazî bi serhildanan hatiye bîhîstin. Li ser şerê gundê Hespreş (bi tirkî: Üzengili) klamên dengbêja hene.

Li herême eşirên Zirkan, Cemaldînî, Banoki Dimilî, Berazî (Êzîdî) û Sipkan (Êzîdî) pir in. Eşîrên Qereyaziyê demekî li ser navê Zirkî/Zirkan Konfedere bûne. Piranîya wan cejna dikin ku eslê xwe Zirkî ne. Axaye Zirikan Keremê Qolaxasî ji herêma Goksiyê, dema koçrevîye Ermeniyan de bi hengên Hamidiyên be parastina herême kirîye û paşe bi axayên hesenan be, di serhildana hesenan de hatîye şehîdkirin. Navê Qereyaziyê yek ji bi nave Rêbiraya te zanin. Demeki je re gotine Rêbira Bajer . Serhildana Elîcan jî li herêma Qereyazi, Xinûs û Dûtaxê tekîyaye. Li herême gelekî mezel û vexuyên Ermenîyanen din hene. Tê zanîn ku li herême pêşiya sed salan gelekî Ermenî jî dijîyan. Piştî koçberkirina Ermeniyan zehf eşîrên Kurdan, ên ji Çewlîgê û Qersê hatine Qereyaziyê û di şûna Ermeniyan de bi cîh û war bûne.

Demografî

biguhêre

Serjimarê navçeyê niha nêzî 34.000 e, ji wan qasî 5 .000 kes li bajerê Qereyaziyê dijî. Gelê herême hemû Kurd in û bi Zaravayê Kurmancî qise dikin.

Kurdên herême hemû Misilmanê Sunnî ne, têne di gundê Gazbêlê de 5-6 malbatên Kurdên Elewî ango ku bi îslamê bandor nebûne ango ne girêdayî Elî ne

Gelê herême bi zêdeyî Cotkarin, belê xwedîkirina pez û devar jî xwedî cîhekî girînge li herême. Berkêşana hingiv li Qereyaziyê heye. Hingivê Qereyaziyê li Kurdistan û Tirkiyeyê bi nav û deng e.

Çand û huner

biguhêre

Ji Qereyaziyê gelek dengbêj derketine. Evdalê Zeynikê, Şakiro, Mihemedê Canşa ji wana çend havin. Evdalê Zeynikê ji gunde Qanciyan (bi tirkî: Selenli) bû.

Mijarên têkildar

biguhêre

Girêdanên derve

biguhêre

Çavkanî

biguhêre