Şakiro
Şakiro bi forma dirêj Şakirê Kurê Bedîhê Zîlî navê fermî Şakir Deniz (jdb. 25 Kanûna paşîn 1936, Panos, Agirî[1] – m. 5 Hezîran 1996, Îzmîr)[2] dengbêjekî binavûdengê kurd e ku di nav kurdan de bi bernavk ên wekî Kewê Ribat, Şahê Dengbêjan, Şakirê Mezin û Şakirê Bedih hatiye naskirin. Di heman demê de mamê lîstikvanê tirk Özcan Deniz e.[3]
Şakiro | |
---|---|
Navê jidayikbûnê | Şakirê kurê Bedîhê Zîlî |
Jidayikbûn | 25 Kanûn 1936, Agirî, Bakurê Kurdistanê |
Mirin | 5 Hezîran 1996 Îzmîr, Tirkiye |
Netewe | Kurd |
Pîşe | Dengbêj, Helbestnivîs |
Salên çalak | 1960-1995 |
Çalakiyên têkildar | Özcan Deniz (birazê) |
biguhêre |
Stranên wî gelek caran li di bandên muzîkê dihate tomarkirin û bi ji ber asîmîlasyon û qedexeya zimanê kurdî ku ji aliyê dewleta tirk bi awayekî sîstematîk tê birêvebirin albumên wî bi awayekî neqanûnî û bi dizî hatine belavkirin.[4] Şakiro di nav çanda dengbêjiyê de kesayetiya herî bi navdar e ku di dema nûjen de jî sitranên wî ji aliyê girseyek berfireh ve tê guhdarî kirin.[5] Çavkaniyên wî û dengbêjê din a navdar Karapêtê Xaço ji bo kesên ku dixwazin bibin dengbêjên nûjen wekê çavkaniya sereke tê dîtin.
Bi pêşveketina platformên civakî re stranên wî ji aliyê nifşên nûjen ve bi muzîka remîxê ku celebek muzîka nûjen e, têne adaptekirin û bi berfirehî li ser platformên medyaya civakî hatine weşandin.
Jînenîgarî
biguhêreŞakir Deniz, Şakirê Bedihê Mîr Mihê. Kalikê wî Mîr Mihê bi tevî eşîra xwe (Redkî) di sala 1918an de ji Rewanê ji gundê Qerka koçî bajarê Îdirê gundê Millo dibin. Di nava vê koçê de bavê dengbêj Reso Welo jî heye. Ew jî ji heman eşîrê ne û ew jî dikevine gundê Millo. Mala Mîr Mihê ji vir re diçe Kela Elajgirê û 13 sal piştî koça ji Rewanê, ango di sala 1931an de Şakiro tê dinê (di nasnamê de 1936).[6] Dû re mala wan ji wir diçe gundê Cemalwêrdiya Dûtaxê. Paşî malbata wî ji Cemalwêrdiyê koçberî Qereyaziya Erziromê dike[1]. Navê tirkî Şakir Deniz pê ve kirine. Dengê wî xwedî oktaveke bilind bû û bi du hawînan (Ha Hîîî Ha Haîî) stran digot.
Ew jî yek ji şagirtên Dengbêj Reso ye û bi piranî stranên Reso gotiye. Herwekî stranên wî bixwe jî gelek in. Dengbêj Reşo jî bixwe şagirtê Evdalê Zeynikê bû. Hejmara kasetên wî 65 in. Di sala 1996an de li Tirkiyê, bajerê Îzmîrê di nav jiyaneke xîzan û awarte de jiyana xwe ji dest da.
Dîskografî
biguhêreLi gorî berhevkirin ên nûjen albûmên Şakiro
- Nemînîm (arşîv-tomar - 1)
- Narîn (arşîv-tomar - 2)
- Gûlê Dêran (arşîv-tomar - 3)
- Lê Lê Qazê (arşîv-tomar - 4)
- Rebenim Medet (arşîv-tomar - 5)
- Ez Guneme (arşîv-tomar - 7)
- Esmerê (arşîv-tomar - 8)
- Taê Rihanê (arşîv-tomar - 9)
- Şêst û Şeş Awazim (arşîv-tomar 10)
- Delalî Delalî (arşîv-tomar 11)
- Mirad Heft Reng e (arşîv-tomar 12)
- Kewa Gozel (arşîv-tomar - 13)
- Şalûl û Bilbil (arşîv-tomar - 14)
- Xezala Nêçîrvanim (arşîv-tomar - 15)
- Bêrîvanê (arşîv-tomar - 16)
- Kewê (arşîv-tomar - 17)
- Kubar Canê (arşîv-tomar - 18)
- Eteg ê Sîpanê (arşîv-tomar - 19)
- Mîrê Zirav (arşîv-tomar - 20)
- Şêxê Kûbar (arşîv-tomar - 21)
- Ax Lo Delîl (arşîv-tomar - 22)
- Hawar Delal (arşîv-tomar - 23)
- Yar Yar (arşîv-tomar - 24)
- Stranên Bijartî-1 (arşîv-tomar - 25)
- Stranên Bijartî-2 (arşîv-tomar - 26)
- Klasîkên Kurdî (arşîv-tomar - 27)
Çavkanî
biguhêre- ^ a b Mahmut Beğik, http://www.kovarabir.com/tag/sakiro/ Girêdana arşîvê 2014-11-29 li ser Wayback Machine
- ^ "Berhemên Dengbêj Şakiro hemû bi hev re têne belavkirin". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 26 hezîran 2022.
- ^ Şahê dengbêjan Şakiro li Stenbolê hat bibîranîn، Kurdistan 24, published on 25th June 2022.
- ^ جدلية, Jadaliyya-. "The Kurdish Music Industry: History and Politics". Jadaliyya - جدلية (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 5 tîrmeh 2023.
- ^ Hamelink, Wendelmoet (2016). The sung home: narrative, morality, and the Kurdish nation. Studies on performing arts & literature of the Islamicate world. Leiden Boston: Brill. ISBN 978-90-04-31481-8.
- ^ [1][Ji pênûsa xizmekî wî jiyana Şakiro.]
Girêdanên derve
biguhêre- Ji malpera kovara Bîr Girêdana arşîvê 2014-11-29 li ser Wayback Machine