Özcan Deniz (jdb. 19ê gulana 1972an li Enqere), stranbêj û aktorekî Kurd e ku giraniya muzîka wî li ser cûreya arabeskê ye. Özcan Deniz biraziyê Dengbêj Şakiro ye. Niha bi Fahriye Evcen re zewicandî ye.

Özcan Deniz
Jidayikbûn19 gulan 1972 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
XizmDengbêj Şakiro (mam)
Malperozcandeniz.com Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jiyan biguhêre

Özcan Deniz li parêzgeha Agirîyê hatiye jiyanê. Malbata wî koçberê bajarê Aydın a Tirkiyeyê dibe û li wir diçe dibistanê. Zaroktiya xwe de kilorîkfroşiyê dike. Sala 1988ê diçe Stembolê daku xwe di cîhana muzîkê de biserbixe. Salekê şûnde li Almanyayê di muzîkholekê de, du salan dixebite.

Albûma wî ya yekem Yine Ağlattın Beni (Kurdî: "Dîsa giriyê min anî") pirr nehat firotin. Albûma duyem Meleğim (Ku.: "Firîşteya min") jî herwiha bal nekişand. Di heman demê de ew li ser fîlmekî sînemayê jî dixebitî, Ona Sevdiğimi Söyle (Ku.: "Bêje jê re, ez jê hezdikim").

Wî jî awazên Kurdî tirkîze dikir biguhêre

Wekî gelekan Deniz jî awazên kurdî bi tirkî derdixist bazarê û difirot. Hin ji van awazan ne gelêrî, yên hunermendên Kurd bûn ku Deniz bêî destûra wan ew bikardianî. Bo mînak strana Leyla ya Şivan Perwer bi navê Çavuş kizi Leyla derxistibû bazarê.

Di gelek rêzefîlman de lîstiye. Di fîlm û rêzefîlmên xwe de xizanî û dewlemendî, mêrkujî û karesatên namûsê, pirsgirêkên civakê yên sosyal ûêd dianî ziman.

Girêdanên derve biguhêre