Kilorîk
Kilorîk, kilora bi kuncî, simît, tevrek, pirranî wekî kilorekê tê pijandin.
Kilor, kulîçe yan nan e?
biguhêreDi binavkirinên kurdî de mentiqeke taybet heye. Mirov dikare wekî nan, kilor an kulîçe jî bînav bike. Heger şikeva bê pêçandin û ji wan jî xelekên simîtê bên çêkirin dikeve bin kategoriya kilorê. Heger pê xwarin bê xwarin dibe nan. Ji ber ku kuncî, dimis tevlî dibe, ango navika wê heye, herwiha kulîçe ye. Bi şîr û şekir be şîranî, ji hevîrê stûr (ji patîleyê stûrtir) û çorsane û bi rûn / bê rûn be, dibe kate.
Tirk, balkanî, qefqazî, faris, kurd, yewnan, suryanî û qismen ereb baş dizanin û dixwin. Kilorîka yan simîta herî çêjdar û navdar li Tirkiyeyê tê çêkirin. Herwisa jî wekî xwarineke romiyan (tirk) tê zanîn, lewra ya herî bitehm li bajarên tirkan tê çêkirin.
Di hin devokan de ji kilorê re kulor dibêjin. Tirk simit (sîmît), yewnan κουλούρι (kulûrî) dibêjin. Hin îdia hene kû ev kilor ji balkanê, bi taybetî ji serbistanê belav bûye.
Çêkirin
biguhêreHevîrtirş di avê te helandin, bo biwerime 2-3 katjimêr tê rawestandin. 1 stekan (qedeh) ava şîregermê de 2 kevçî dimis (mot) tê helandin. Ard /arvan di teştê yan kodikê de bo strînê tê amadekirin. Nava, orteya ardê tê vekirin û hevîrtirş bi tevî xwê (solin) tê berdan.
Ava bi dimis hindik hindik tevlî tê kirin. Hevîrekê ne pirr ronm ne jî tîr tê çêkirin. Hevîr amade bû, ji girikan di dirûvê xelekê de simît tên çêkirin. Di badiyekê kuncî, di yekê de ava bi dimis heye. Xelekên hatine amadekirin carekê dikin nava ava bi dimis, carekê ji dikin nava badiya bi kuncî.
Di germiya 200 pileyê de bi qasî nîv katjimêrê tên pijandin û paşê jî servîskirin.