Patîle

navê komekê nanan e

Patîle, patîle û pîza navê komekê nanan e, dikeve bin sernavê patîle û pîzayê. Bi bandora romî (tirkî) kurd carnan pîde jî dibêjin. Patîle navê nanê pîdeyê bi xwe ye lê herwiha navê komekê nanan e. Lehmecûn, pîza ûêd hemî dikevin bin kategoriya patîle û pîzayê.

Patîle (Dêrsim)

Wateya nav biguhêre

Lêkolîneke zanistî nehatiye kirin lê bi texmînî patîle, pîde, pîza hersê jî ji kokekê tên. Bi grekî Pita πίτα < îtalî pitta < latînî picta, ji yewnaniya kevn pēktos πηκτός ‚tund, sext, patbûyî, şidyayî‘, li Îranê Nanî Barbarî ye.

Pîzaya kurd biguhêre

Nanên tenik ên ji pelhevîrên stûr tên çêkirin û wekî pîza û lehmecûnê ser wan tên lêzêdekirin bi giştî ji patîle ne. Di pêjgeha kurd de cihekê xwe yê girîng heye. Ji Yewnanistan heya Hindistanê patîle tê hezkirin.

Patîle li Ewropa û cîhanê bi destê îtalyaniyan belav bû. Li seranser cîhanê patîla îtalî, pîza navdar bûye. Patîla kurd jî wekî ya ereb û romiyan (tirkan) e. Li Serhed û hin deveran penîrê ristekirî ser werdikin û biharatê lêzêdedikin. Carnan bo zarokan sebzeyan jî tevlî dikin. Lê, giraniya patîleya kurd li ser îsota hûrî û goştê hêrayî ye.