Lehmecûn xwarinekê ji koma patîle û pîzayê ye. Ango patîleyeke serbiçênc (bisos) e. Ji navê wê kivşe ye ku ji pêjgeha ereban e. Ne tenê li Kurdistanê, li gelek welatan jê re lehmecûn dibêjin.

Lehmecûna Amedê

Li rojavayê Ewropayê wekî "pîzaya tirk" jî tê binavkirin, lewra di salên 1960'î de welatên Ewropa ji Tirkiyeyê karker xwestin û bi çûyîna wan ve Ewropayiyan gelek xwarin wekî "xwarina tirkan" binav kirin.

Li Ewropa herwiha ji kafêya (qehwe) ereban re "qehweya tirkan", ji gîros a yewnaniyan re "doner" dibêjin.

Çêkirin

biguhêre

Pelhevîr tê vekirin û têkela ji bexdenûs, goştê hêrayî, merge (ava frengan, tomatosan), pîvaz, sîr, îsota reş, îsota sor û biharatên din hatiye amadekirin ser tê hesikandin.

Huner ew e ku têkela çênca lehmecûnê baş bê amadekirin û hevîrê wê di kewa xwe de bê ecinandin. Di argûna kevirî de tê pijandin. Divê di amadekirina çenca lehmecûnê de av jî gorî pîvanê bê bikaranîn, ne kêm, ne jî zêde. Li hin herêman pîvazê pirr dixin navê.

Piştî hat ser destexaneyê (sifre), pirranî lîmonê pê werdikin û bi bexdenûsê dixwin. Li parêzgeha Dîlokê ne pîvaz lê sîrê pirr dikin navê.