Nan xwarinek e ji hevîrê ardê (arvan) tê çêkirin. Nan di firneyê de, di tenûrê de yan jî li ser sêlêpêjan. Niha bi sedan cureyên nanê tên xwarin. Berê li Kurdistanê bo nanê pirranî ardê genim, lazûtê dihate bikaranîn.

Jineke kurd nên çêdike.

Nan gorî melzemeyê xwe dikevin bin koman. Heger ji şikevayê (pelhevîr) be dibe kilor, heger li ser xwarin an sos hebe dibe patîle yan pîza, tenê ji hevîrê be dibe kate, heger şîrîn be dibe kulîçe. Kurd ji nan, nanê ku tê ser destexaneyê (sifre) û bi wê xwarin tê xwarin, fêhm dikin. Ên din wekî kilor, kulîçe, kate yan patîle binavdikin.

Nanên kurdî

biguhêre

Nanên cuda cuda

biguhêre

Girêdanên derve

biguhêre
  Wîkîferheng: nan – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir