Hingiv (bi soranî: hengwîn), mêşhingiv hingivê ji nektarên kulîlkan di kewaran de çêdikin. Nektar derdana kulîlka ye. Têdahiya (mûhteva) nektaran bi piranî şekir e, nektar 80% ji av û 20% ji şekir pêk tê. Mêşhingiv bi zimanê xwe yên dirêj û luleyî nektar ji kulîlkan dimijin.

Hingiv

Mêş gava li ser kulîlkan e nektar naxwin, di gedeya hingiv de berhev dikin. Şekirê di nav nektarê, sukroz e. ji ber ko ji du molekul şekirên biçûktir (monosakarît) çêbûye, ev şekir di grûbakarbonhîdratan de wek dîsakarît tên bi navkirin. Şekirê çay jî sukroz e, ango nektar dişibe şekirê çay.

Di gedeya hingiv a mêşên karkeran de enzîmek bi navê învertaz te çêkirin. Sukroza nav nektar bi vê enzîmê tê herisîn û sukroz parçe dibe, glukoz û fruktoz çêdibe. Gava mêşhingivên gede bi nektar tijî, tên kewarê, ew nektarê vedirêşin nav çavikên şanê. Ji ber ko di nav nektar de av zêde ye, mêşhingiv di hundirê keware de baskên xwe li hev didin, bi alîkariya ba û hênikayî ya hundirê kewarê, ava di nav nektar dûkel dibe. Dema ava nav nektar daket 20%, nektara ronkirî êdî tîr dibe. Bi alîkariya enzîmên mêşê, nektara tîr êdî dibe hingiv. Mêş devê çavikê bi pelika şima digrin û derbasî çavikek din a vala dibin.

Şekirgirtina hingiv.

Hingiv çi li xwe digire?Biguherîne

Hingiv bi piranî şekir û av li xwe digire.

Tedahiyên Hingivê Mêjer %
Fruktoz 38
Glukoz 31
Maltoz 8
Av 17
Polîsakkarîd 2
Enzîm û proteîn 2
Mîneral û asîdên organîk 2

Hingiv çima şekir digire?Biguherîne

Şekirgirtina hingivê siruştî, tiştekî asayî e. Sedema şekirgirtin (belûrîbûn,krîstalîbûn) a hingiv, glukoz e. Rêjeya avê di nav hingiv de bi qasî % 17 an e, lê rêje ya şekir % 80 an e. Ango hingiv pir tîr e. Ji ber vî sedemê glukoz di nav hingiv de belûrî dibe. Belûrî bûn li germahiya nav 10- 21°C de dest pê dike. Dema belûrîbûnê dest pê kir, glukoz ji avê vediqete û wek belûrên piçuk û gewr telp dibe. Hingivê belûrî(krîstalbûyî) dinav ava 45°C de bi qasî çend xulekan bîmîne, wê cardin bibe hingivê dobe.

Li Kurdistanê û gelek cihên din mirov ji bo hingivî mêşhingivan xwedî dike.

Wêneyin hingivBiguherîne

ÇavkanîBiguherîne

https://en.wikipedia.org/wiki/Honey

Girêdanên derveBiguherîne