Karbohîdrat an ji bi navekî din "sakkarîd" ji atomên karbon, hîdrojen û oksîjenê pêk tê. Di zimanê yewnanî de wateya ‘’sakkharon’’ şekir e. Karbohîdradên wekî glukoz, sukroz, maltoz molekulên hûrik in û bi gelemperî wekî şekir tên binavkirin, lê glîkojen, seluloz, kîtîn û nîşa, karbohîdradên makromolekul (polîsakkarîd) in.

Karbohîdrat, ji boy enerjiya zîndeweran çavkaniya yekem e. Adanên karbohîdratî bi şeklê glîkojen an jî wekî nîşa di xaneyên zîndeweran de tê enbarkirin. Polîsakkarîda kîtînê di çêbûna kakûtê (îskelet) arthropodan (kêzik, dûpişk, mûrî, hwd) cih digire. Dîwarê xaneyên riwekan ji selulozê pêk tê. Her wisa, karbohîdrat di pêkhatina ADN, ARN, ATP û parzûna xaneyê de jî heye. Navkirina karbohîdrat (sakkarîd) li gor mezinahiya molekula wê, an jî hejmara monomerên di nav molekula wê de dibe. Karbohîdratên ji yek molekul çêbûyî wekî monosakkarîd, ên ji du molekul pêk tê, wekî dîsakkarîd, ên ji gelek molekul pêk tên wekî polîsakkarîd tên binavkirin.

Girêdanên derve biguhêre