Gede, made, aşik, meîde, mîde (bi îngilîzî stomach), endama herisê ye. Dişibe kîsekî (tûrek) masûlkî di navbera soriçik û rûviya zirav de. Gede di binê navpençikê (diyafram), li aliyê çêpê, li jorê zikekelênê (abdomen) de cih digire[1].

Gede di binê navpençikê,li aliyê çepê,li jorê zikekelênê de cih digire.

Pêkhateya gedeyê

biguhêre
 
Valahiya gedeyê ji çar beşan pêk tê.

Mezinahiya gedeya vala bi qasî kulma mirov e. Gede ji bo embarkiriana demkî ya xurekan, fireh dibe. Ji ber pêkhateya masûlkî, gede bi hêsanî fireh dibe, gedeya tijî bi qasî du lître xurek lixwe digire[2]. Gedeya tijî dişibe pîta J yê[3]. Rûyê hundirîn a gedeya vala qurmiçî ye[4]. Di dîwarê gedeyê de sê cor lûsemasûlke rêz bûne[3].Masûlkeyên bi şêweyê bazinî, masûlkeyên dirêjkî û masûlkeyên çeperast (dîagonal) li ser diwarê gedeyê de rêz dibin[4] . Rûyê hundirîn ê dîwarê gedeyê bi çîna rûkeşeşaneyê sergirtî ye. Xaneyê rûkeşeşaneyê madeya lînc der didin. Perdeya lînc (lînceperde) şaneyên gedeyê ji asîd û enzîmên nav gedeyê diparêze[2].Girjbûn û xavbûna masûlkeyên gedeyê di bin kontrola demarekoendama xweyî de ye. Ango masûlkeyên gedeyê, masûlkeyên xwenewîst in. Bi ahengî girjbûn û xavbûna masûlkeyên gedeyê wekî perîstalsîs bi nav dibe. Ne tenê gede, lê masûlkeyên soriçikê û yen rûviya zirav û rûviya stûr jî bi awaya perîstaltî tevdigerin. Du guşerên (givêşk) gedeyê, hatin û derketina xurekan a nav gedeyê kontrol dikin. Guşera di navbera sorinçik û gedeyê wekî guşera kardia tê navkirin. Guşera di navbera gede û rûviya zirav jî wekî guşera pîlorî bi nav dibe[1].

 
Dîwarê gedeyê ji çar çînan pêk tê.

Dîwarê gedeyê ji çar çînan pêk tê; çîna li ser rûyê hûndirîn a gedeyê wekî lînceperde bi nav dibe. Binê lînceperdeyê de çîna jêrelînceperde heye. Çîna seyemîn çîna masûlkeyan e. Gede ji aliyê derve bi perdeya seroza dorpêçkirî ye. Valahiya gedeyê ji çar beşan pêk tê. Navê van beşan; kardîa, fundus, ten(laş) û pîlorus e. Pîlorus jî ji du beşan pêk te. Antruma pîlorî û coga pîlorî[5].Beşa kardîa cihê girêdana soriçik û gedeyê ye. Xurekên nav soriçikê, li vir dikeve nav gedeyê. Li jorê kardîa, li aliyê çepê beşa fundus cih digire. Fundus bi şeweyê qube ye. Jêrê fundusê ten(laş) e. Beşa herî gir a gedeyê ten e. Beşa pîlorus bi şêweya kovikî ye[6]. Gedeyê bi rûviya zirav ve girê dide[7]. Beşa fireh a pîlorusê wekî antruma pîlorî bi nav dibe. Beşa teng a pîlorusê jî wekî coga pîlorî bi nav dibe.

Gede û heris

biguhêre

Di gedeyê de herisa mekanîk û herisa kîmyayî rû dide. Xurek di nav gedeyê de ji ber tevgera perîstaltî bi awayek fîzîkî tê heriskirin[5]. Di nav gedeyê de xurek bi bandora lîkê û derdanên gedeyê hê pirtir şil dibe. Xurekên nermbûyî dişibe şorbeyek tîr a nîvherik[2]. Ev rewşa xurekan wekî kîmos(chyme) bi nav dibe[8] . Xurek bi qasî du seatan di nav gedeyê dimîne[5], li gel herisa fîzîkî, herisa kîmyayî jî li gedeyê rû dide. Xurekên proteînî cara pêşîn li nav gedeyê rastê enzîmên herisê tên. Enzîma pepsîn xurekên proteînî perçe dike bo polîpepdîdên hûriktir[5]. Li gel proteînan, herisa çewrî jî li gede dest pê dike. Enzîma lîpaz ji aliyê rijênên ziman ve tê derdan (lîpaza zimanî) lê ne di dev de, di gedeyê de çalak dibe[9]. Lîpaz çewrî diguherîne bo asîdên çewrî û glîserolê. Parek biçûk ji çewriyê di gedeyê de tê heriskirin, herisa çewrî bi esasî di nav rûviya donzdetilik (donzdegirêk) de rû dide.

Kontrola çalakiya gedeyê

biguhêre

Masûlkeyên gedeyê ji aliyê koendama demar a xweyî ve tê kontrolkirin. Sîstema demarî ya xweyî ji sîstema sîmpasawî û parasîmpasawî pêk tê. Sîstema parasîmpasawî bi navbeynkariya demara vagus ji bo zêdekirina girjbûnê sînyal radigihîne masûlkeyên gedeyê. Sîstema sîmpasawî jî berevajiyê sîstema parasîmpasawî kar dike û lêza çalakiya gedeyê kêm dike[7].Li gel koendama demar, hormon jî li ser çalakiya gedeyê de bibandor in[8]. Hormona gastirin ji aliyê xaneyên lînceperdeya gedeyê ve tê berhemkirin. Gastirîn di nav xwînê de ber bi rijênên gedeyê ve tê guhastin. Gastirîn rijênan han dike ko hê pirtir ji şileya gedeyê berhem bikin û der bidin[4]. Şileya gedeyê (gastric juice) ji asîda hîroklorî (HCl), sodyum klorîd (NaCl) û Potasyum klorîd (KCl) pêk tê.

Karê gedeyê

biguhêre
  • Xurek ji bo demek di nav gedeyê de tê embarkirin, bi vî awayê, ji bo enzîma pepsînê derfeta çalakbûnê çêdibe. Pepsîn xurekên proteînî yên nav gedeyê diherisîne bo polîpeptîdan.
  • Diwarê gedeyê ji sê çînên masûlkeyên lûs pêk tê. Bi girjbûn û xavbûna van masûlkeyan gedê mîna meşkê tê kilandin û guşandin, xurek û derdanên gedeyê li nav hev dikevin[3]. Ev rewş dibe sedema herisa mekanîkî[3].
  • Gede bi alîkariya guşera pîlorî xurekê (kîmos) hêdî bi hêdî, beş bi beş ber dide nav rûviya zirav. Bi vî awayê heriskirin û mijandina xurkan ji aliyê rûviyan ve hê hêsantir çêdibe[3].
  • Hinekî av, alkol, xwê û derman gava hîn li nav gedeyê ne, tê mijandin û tevlê xwînê dibin[4].
  • Ji ber derdana asîda hîdroklorîk, pH-ya nav gedeyê li derdora 1,5-2,5 e ango şileya gede asîda bi hêz e[9]. Bi hebûna vî asîdê, gede li hember hokarên nexweşiyê bergiriya giştî dabîn dike[2][3].
  • Ji ber hawirdora asîdî, xwêyên hesinî yên nav xurekan di gedeyê de dihele, bi vî awayê hesin di rûviya zirav de bi hêsanî tê mijandin[3].
  • Xaneyên dîwarê gedeyê lîncemade der didin, madeya lînc rûyê gedeyê xijokî dike, xurek bi hêsanî nav coga herisê de xiş dibin.

Nexweşiya birîna gedeyê

biguhêre

Birîna gedeyê (peptic ulcer) bi birindarbûna rûyê hundirê gedeyê peyda dibe. Di navbera asîd û enzîmên nav gedeyê û xaneyên dîwarê gedeyê de lînceperde heyê, loma asîd û enzîm tu ziyan nade xane û şaneyên gedeyê. Hin caran dibe ku ji ber tenikketina lîncepereyê, enzîm û asîd bi rûyê gedeyê ve temas bike. Di rewşek wiha de enzîmên nav gedeyê (enzîma pepsîn) dest bi heriskirina şaneya gedeyê jî dike bi vî awayê li cihê ziyan girtî, birîn peyda dibe[1]. Birîn ne tenê li ser diwarê gedeyê de, lê dibe ku li ser dîwarê rûviya zirav jî peyda bibe. Kesên tûşî bakteriya Helicobacter pylori bibin, egera peydabûna nexweşiya birîna gedeyê li wan zêde dibe[9].

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ a b c Postlethwait, J. and Hopson, J. (2006).Modern biology. Orlando: Holt, Rinehart and Winston.
  2. ^ a b c d Johnson, Leland G. (1987 )Biology. 2nd ed., Wm. C. Brown,. ISBN 0-697-04972-8
  3. ^ a b c d e f g Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  4. ^ a b c d Villee, Claude Alvin, et al.( 1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4
  5. ^ a b c d OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [1]
  6. ^ ENCYCLOPÆDIA BRITANNICA, Human digestive system [2]
  7. ^ a b ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, Stomach [3]
  8. ^ a b Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
  9. ^ a b c OpenStax Biology. 2013. [4]