Soricik

Boriya xurek a navbera gewrî û gedeyê de

Soriçik, soricik, sorîçik [1], sorsorik[2], borrîxurek (bi înglîzî, oesophagous, food pipe)

Soriçik borriyek masûlkîye di navbera gewrî û gedeyê de.
Bi ahengî girjbûn û xavbûna masûlkeyên soriçikê wekî perîstalsî tê navkirin.

Soriçik borriyek masûlkî ye, ji gewrî heta gedeyê dirêj dibe. Dirêjiya soriçikê bi qasî 25 cm ye. Firehiya soriçikê 1,5- 2 cm e. Soriçik li paş borîhewa û dil de li pêş birrbirreya piştê dirêj dibe[3][4]. Rûyê soriçikê bi çîna lînceperde dagirtî ye, rijênên lînceperdeyê madeya lînc der dide nav valahiya soriçikê, bî awayê xurek di nav soriçikê de bi hêsanî xiş dibin[3]. Gava xurek ji gewriyê derbasî soriçikê dibe, masûlkeyên soriçikê girj dibin û xurekê ber bi gedeyê pal didin. Mirov bi serserikî jî bisekine, wê xurek dîsa jî ji gewrî ber bi gedeyê biçe. Ango di nav soriçikê de, livîna xurek ne ji ber rakêşaniyê lê ji ber zora masûlkeyan e. Li gel masûlkeyên peyker, piraniya masûlkeyên soriçikê, ji lûsemasûlkeyan pêk tê[4]. Soriçik du cor lûsemasûlke lixwe digire, lûsemasûlkeyên dirêjkî (li aliyê derve) û lûsemasûlkeyên bazinî (li aliyê hundir)[5]. Girjbûna masûlkeyên soriçikê dor bi dor rû dide. Ango hemû masûlke bi carekî girj nabin. Masûlkeyên bazinî ji kotayiya gewrî dest bi girjbûnê dikin beş bi beş girj dibin. Bi ahengî girjbûn û xavbûna masûlkeyên soriçikê wekî perîstalsî bi nav dibe. Aresteya perîstalsiyê ji gewrî ber bi gedeyê ye[6]. Masûlkeyên soriçikê ji cora lûsemasûlkeyan e. masûlkeyên lûsê di bin kontrola sîstema demarî ya xweser de kar dikin. Masûlkeyên soriçikê masûlkeyên xwenewîst in, ango girjbûn û xavbûna van masûlkeyan ne bi desthilatdariya (xwestek) mirov, lê bi awayek xweser rû dide[4]. Demarekoendama xweyî bi cûtin û daqurtina xurekê çalak dibe û masûlkeyên soriçikê pel bi pel girj dike û xav dike. Bi her girjbûnê ,xurek hinekî din ber bi gedeyê dilive. Guhêztina loqêk xurekê ji gewriyê heta gedeyê di nav 10 çîrkeyê de pêk tê[7] .

Soriçik û nexweşiya dilekizê

biguhêre

Li kotahiya soriçikê û navbera devê gedeyê de komek masûlkeyên bazinî yên givêşker heye. Ev masûlke wekî mîna derîçeyek kar dikin. Pêkhateya van masûlkeyan wekî guşer (bi îngilîzî: sphincter) tê navkirin. Gava xurek ji dev ber bi gedeyê tê guhêztin guşer xav in (sist in), lê dema hemû xurek ket nav gedeyê û soriçik vala ma, êdî masûlkeyên guşerê girj dibin. Bi girjbûna masûlkeyan, guşer tê guvaştin û kotahiya boriya sorsorikê dixitime. Bi vî awayê rê li ber paşherika xurekan a ji gedeyê ber bi soriçikê ve tê girtin[8] . Ji xeynî dema verişînê, divê tu car xurek ji gedeyê ber bi soriçikê neherike. Hin caran dibe ko guşer sist bimînê an jî girjbûna wî lawaz be, di rewşek wisa de, xurek ji gedeyê ber bi soriçikê paşdiherike. Xurek û şilemeniya nav gedeyê, ji ber derdana asîda gedeyê, gelek asîdî ne pH a gedeyê derdora 1,5-3,5 e, lê pH a dev, gewrî û soriçikê li derdora 7 e (nêtar e)[8] . Heke xurek û şilemenî ji gedeyê derkeve û ber bi soriçikê ve biherike, şaneya dîwarê soriçikê ji asîda gedeyê ziyan digire. Şane û xaneyên ziyangirtî dibin sedema peydabûna êşê. Ev êş wekî şewat dikeve canê mirov. Soriçik di nezîkê dilê mirov de derbas dibe, loma ji mirovê nexweş wetrê, êş ji dilê wî tê, agir bi dilê wî ketiyê û dilê wî dikize. Navê vî nexweşiyê wekî dilekizê (reflu) (bi înglizî: heartburn[6])tê navkirin.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Hüseyin Bektaş (2004)
  2. ^ Kovara Kurmancî
  3. ^ a b Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  4. ^ a b c ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA,human esophagus [1]
  5. ^ Postlethwait, J. and Hopson, J. (2006).Modern biology. Orlando: Holt, Rinehart and Winston.
  6. ^ a b OpenStax Biology. 2013. [2]
  7. ^ Cullen, Katherine E.( 2009) Encyclopedia of Life Science. Facts On File. ISBN: 0-8160-7008-3
  8. ^ a b OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [3]

Girêdanên derve

biguhêre