Şane (biyolojî)

Koma xeneyên hevkar. Laşê mirov çar cure şane lixwe digire

Şane, ji komek xaneyên hevşêwe û hevbeş pêk tê[1]. Anko xaneyên şaneyê bi erk û pêkhatiyên xwe de nêzî hev in. Ev xaneyên hevşêwe ji bo cihanîna erkek taybet di nav laş de kar dikin. Wekî mînak komên xaneyên lûsemasûlke ya gedê, şaneya masûkeya gedê pêk tînîn. Gede endam e û ne ji yek lê ji pirtir cure şaneyan çêbûyî ye. Herwiha gede û hin endamên din ên wekî ziman, diran, rûvî, kezeb jî ji bo karê herisînê dixebitin . Çalakiya komek endaman ji bo karek diyarî wekî koendam(sîstem ) bi nav dibe. Laşê mirov ji koendamên wekî, koendama herisê, koendama demarî, koendama bergiriyê, koendama gera xwînê, hwd. pêk tê. Ango bi kurtasî ji boy rêkxistina laşê mirov em dikarin wiha bibêjin; koma atoman dibin gerde (molekul), koma gerdeyan endamokan çêdikin, endamok bi hev re kar dikin û dibin xane, koma xaneyên hevbeş dibin şane, koma şaneyan dibe endam, koma endaman dibe koendam, koma koendaman jî laşê mirov pêk tîne. Şane ji komek xaneyan pêk tê lê ne pewîste ku ev kom ji yek cure xaneyan pêk were. Hin caran dibe ku çendin cureyên koma xaneyan jî bibin şane. Wekî mînak bestereşane ji gelek cureyên xaneyan pêk tê. Xaneyên xwînê, xaneyên hestî, xaneyên çewrî beşên bestereşaneyê pêk tînin, lê şeweya van xaneyan naşibin hevdu. Zanista ku li ser şaneyên zîndeweran dixebite ,jê re şanezanist (bi înglîzî:histology[2]) tê gotin.

Cureya şaneyên mirov.

Ji ber ku şane ji komek xaneyên hevşêwe pêk tê, şane di laşê gelemperiya zîndewerên firexaneyî de hene. Ajalên wekî Îsfenc(bi îngilîzî: sponge) û bûka deryayê(bi îngilîzî: jellyfish) jî firexaneyî ne, lê tu şaneyên îsfenç tune ye[3], herwiha bûka deryayê hinek cureyên şaneyan lixwe digire lê ne hemû cureyan. Zîndewerên yekxaneyî yên wekî bakterî û amîb ji ber ku ji xaneyek pêk tên, şane lixwe nagirin. Pêkhateya xaneya ajal û a riwekan ne yek e, herwisa Şaneyên ajal û yen rîwekan jî ne wek hev in[4].

Şaneyên ajalî

biguhêre

Şaneyên hemî ajal û mirovan debeşî çar corên sereke dibe[1]:

Şaneyên riwekî

biguhêre
 
Beşkirinek di hindirê lîfên şaneya riwekek

Şaneyên riwekan çar corên[4]:

  • Şaneya Merîstematî (Meristematic tissue)
  • Şaneya sergeh (Dermal tissue)
  • Şaneya borrî (Vascular tissue)
  • Şaneya bingeh (Ground tissue)

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ a b OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 p136 [1]
  2. ^ Lawrence, E. (2005). Hendersons dictionary of biology. Harlow: Pearson/Prentice Hall. ISBN 978-0-13-127384-9 Histology
  3. ^ Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
  4. ^ a b OpenStax Biology. 2013. [2]

https://www.youtube.com/watch?v=iDyn0PZts_A

https://www.youtube.com/watch?v=YAe19rtIFUc&list=PLlR8ANNpYLZww4QthadY631mrGhoAYOHb&index=3&t=0s

Girêdanên derve

biguhêre

  Li Wikimedia Commons medyayên di warê Şane (biyolojî) de hene