Heywan
Dabeşandina zanistî
Sercîhan: Eukaryota
Cîhan: Animalia
Linnaeus, 1758
Fîlûmên heywanan

Binecîhan Parazoa

(an jî)
Calcarea
Silicarea

Binecîhan Eumetazoa

Heywan (ajal, lawir, rawir, giyanewer, canewer û ajel jî tê gotin) heyîneyên jînewer ên pirşaneyî ne yên ku organîzmayên jînde yan mirî dixwin. Bi giştî, lawir masûlke û sîstemeke tûre hene û di laşê de valahiyek e ji bo helandina xwarinê heye.

Heywanên li Kurdistanê biguhêre

Heywanên kedî li Kurdistanê biguhêre

  Gotara bingehîn: Lawirên kedî li Kurdistanê

Bi hezaran sal in ku canewer tên kedîkirin. Xelkê ji bo fêda xwe, heywan xwedî kirine. Dibêjin kûçik heywanê herî pêşî e ku kedî bûye. Kûçik dikarin malê bipên, nêçîrê bikin, kerî û garanan li hev ragirin. Wek nimûne, meriv dikare gerdûman bavêje pey hespan, lê siwar be û pê kar bike. Meriv mange, mîh û bizinan jî ji bo goşt, şîr, çerm û hiriyê xwedî dike. Mirîşk hêkan dikin. Merivan mêşhingiv jî ”kedî” kirine. Hin heywan jî ji bo kêf û xweşiyê hatine kedîkirin. Piştî kedîkirinê hin ajel hatine guhartin û hin cinsên nû peyde bûne. Wek nimûne, ger meriv kûçik û tajiyan bigêhîne hev, cewrikê ku ji wan çê dibe cinsekî nû ye, em jê re dibêjin toltajî. An jî ger ker biçe ser hespê, hêstir ji wan çê dibe ku ew jî dibe cinsekî (celebeke) nû.

Heywanên malovî biguhêre

  Gotara bingehîn: Heywanên kedî

Hesp, mih, mange, mirîşk, beraz, werdek, gamêş, bizin, qaz, hêştir û ker çend ji heywanên navmalê ne ku li gelek welatan hene. Piraniya wan li welatên germ dijîn.

Gamêş li Hindistanê û li gelek ciyên din hene. Ew heywanên barkêş in, lê meriv wan ji bo şîr jî xwedî dike. Li gelek welatên Asya û bakûrê Afrîkayê hêstir hene. Hêstir ji bo kar û barkêşiyê tên xwedîkirin, lê meriv dikare li wan siwar be jî. Ker, bêtir li derûdora Deryaya Spî û Rojhilata Navîn hene.

Heywanên navmalê biguhêre

  Gotara bingehîn: Lawirên navmalê

Hin ajelên navmalê bi piranî di hundirê malê de ne. Hin ji wan ne kedî ne, ger meriv wan berde der, diçin û venagerin. Heywanên navmalê, bêtir ji bo hogiriyê tên xwedî kirin. Piraniya wan di qefes û akvaryûman de tên xwedî kirin. Wek nimûne, bi piranî çûkên evînê, mişkê hindî û masiyên akvaryûman in.

Heywanên derveyî malê biguhêre

  Gotara bingehîn: Heywanên kovî
  Gotara bingehîn: Heywanên derveyî malê

Hin lawirên kedî, normal li derveyî malê dijîn. Wek nimûne, bi qasî ku sebra kêrguh, kûçik û pisîkan li hundirê malê tê, hewqas jî kêfa wan ji derveyî malê re tê. Pisîk li gor kêfa xwe diçe der û tê hundir.

Hinek heywanên din biguhêre

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre