Mirîşk
Mirîşk
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Heywan
Filûm: stûnpiştdar
Çîn: balinde
Kom: permalî
Famîle: qerqewil (Phasianidae)
Cins: Gallus
Cure: G. gallus
Navê zanistî yê latînî
Gallus gallus domesticus
Linnaeus, 1758

Mirîşk Gînewareke pînê ye. Mirîşk bi xwe ji başûr-rojhilatê Asya tên. Ew hêka dîdinin. Hêkên wan bi rengên sipî, mor, kesk û sor hene. Mirîşk kanin 5 - 6 sala dijin, eger ew berî wê wextê netên şerjêkirin.

Bêjenasî peyvê

biguhêre

Peyv "mirîşk" bi ihtimaleka mezin ji zimanê avesta ji peyva merekha (çûkek) tê. Di zimanî sanskrîtî da jî ew peyva viskira ye.

Peyv "kurk" di zimanê pehlewî da kark tê gotin.

Peyv "dîk" di erebî da jî wek dîk derbas dibe.

Çend tiştên bi eleqeyê mirîşkan

biguhêre

Bi mirîşkên nêr ra dibêjin dîk. Bi giştî dîk ji mirîşkan girtir dibin. Dîk bi awaza û bang kirina xwe yî sibehê navdar e. Ji bo ewê, wexta ber rojhiltê ra dibêjin berbang an jî wextê dîkan an jî qut dîkan. Bi yên ku nûbûyî re dibêjin çêlik. Ku kurkek li ser hêkan radikeve dorê deh çêlikan derdixe. Mirîşk ti dikin ku i derekê hêkan bikin. Li ew derê tim hêkek dixwaze ku bimîne. Bi ew hêkê ra dibêjin pîngal an mod. Yek caran ku hêk tunnene pîvazêka gewr dikin pînê. Yanê pîngal naxwaze ku ti hêk be. Ku mirîşk pîngalê nabînin diherin li derê din hêkan dikin.

Nexweşiyên mirîşkan

biguhêre

Derdên mîrişkan pir in. Xurî derdekî mirîşkan e û zû belav dibe. Mirîşk xuriyê ji hev vedigirin. Mirîkê ku bi huriyê dikevin serçavên xwe kul dibin. Hin dimirin hin jî kûr dibin. Nexwaşiyeke wek vê nexweşiyê li mirovan jî tê. Mirov kor dibin an jî dimirin. Bi wê nexweşiyê ra jî dibêjin xurî lê ne diyar e ku mirov ji mirîşkan vedigiriye an jî ew nexweşiyeke din e. Nexweşiyeke din jî heye pê ra dibêjin derdê mirîşkan. Ew jî nexweşiyekê ku zû belav dibiyê. Mirîşkê ku bi vî derdî dikevin virikê berdidin û dimirin. Derdekî din jî ev salinan derket ku pê ra dibêjin sitama çûkan. Sitama çûkan nav mirovan jî belav dibe û derdekî mirinê ye. Ew nexweşî ji vîruseke bi navî H5N1 çêdibe.

Girêdanên derve

biguhêre