Rijên
Rijên an jî toşpî ji bo peyva “gland” a bi zimanê îngilîzî tê bikaranîn.Di laşê mirov de derkirina madeyên wek hormon, enzîm, çewrî (rûn), xwêdan, şîr, lîncemade hwd, wekî derdan tê navkirin.
![](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/6/68/Breast_anatomy_normal_scheme_ku.png/200px-Breast_anatomy_normal_scheme_ku.png)
![](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/a/a7/Simple_Tubular_Gland_ku.png/200px-Simple_Tubular_Gland_ku.png)
![](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/3/33/Illu_endocrine_system_New_ku.png/200px-Illu_endocrine_system_New_ku.png)
![](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/2/29/Blausen_0701_PancreaticTissue_ku.png/200px-Blausen_0701_PancreaticTissue_ku.png)
Xane an jî koma xaneyan (ango şane) derdan çêdikin û ji xaneyê der dikin. Eger derdan ji aliyê xaneyek ve were berhemkirin û derkirin, ew xane wekî xaneya derdanî bi nav dibe. Eger derdan ji hêla komek xaneyan va were derkirin, îcar ew koma xaneyan wekî rijên tê navkirin. Di dibistan û zanîngehên başûrê Kurdistanê de ne peyva toşpî, lê peyva rijên tê bikaranîn.[1] Ev peyv di nav xwendekarên Başûr de zindiyê û belavî ye.nDi laşê mirov de sê cor rijên heye.
Rijênê cogedar (rijênê bicogî)
biguhêreHin minak ji bo derdana rijênên cogedar; enzîm, xwêdan, lîncemade (mukus) û şîr e. Xane derdana xwe der didin nav cogê, cog ji rijênê dirêj dibe û derdanê dikişîne ber bi cihê ku derdan bê bikaranîn. Rijênê memik, rijênê prostad, rijênê xwedanê û lîkerijên (rijênê tûkê) rijênên cogedar ên sereke ne.
Rijênê kor (korerijên)
biguhêreEv rijênan hormon çêdikin û der didin. Rijênên kor derdanê xwe der didin nav xwînê. Mînakên sereke ji bo korerijên; rijênê hîpofîz, rijênê adrenal, rijênê tîroîdê.
Rijênê têkel
biguhêreKezeb û pankreas rijênên têkel in, derdanên vana hem enzîm hem jî hormon e.