Open main menu
Di nav zikekelênê de cîhê rûviya stûr

Rûviya stûr (bi îngilîzî: large intestine) beşa dawî ya coga herisê ye, ji kotahiya rûviya badayî ya beşa rûviya zirav dest pê dike, heta komê(pind) di nav zikekelênê de dirêj dibe. Firehiya coga rûviya sûtûr 6.5 cm e[1] û ji ya rûviya zirav gelek firehtir e, loma navê wî kirinê rûviya stûr[2]. Dirêjiya rûviya stûr bi qasî 1.5 metre ye[1] . Ji dev heta dawiya rûviya zirav, xurek ji alîkî ve bi awayê mekanîkî û kîmyayî tê heriskirin, ji aliyê din ve jî piraniya xurekên herisî, ji aliyê memîleyên ser rûyê rûviya zirav ve tên mijandin[3].Lê xurek di rûviya zirav de bi tevhiyê nayên heriskirin û mijandin[2]. Wekî mînak seluloz madeyek karbohîdradî ya aloz e, dîwarê xaneyên riwekan ji selulozê pêk tê, ango xurekên ji riwekan tê bi dest xistin seluloz lixwe digire. Di laşê mirov de ji boy heriskirina seluloze enzîm tu ne, loma seluloz bê ku bê heriskirin, ji rûviya zirav derbasî rûviya stûr dibe. Li gel xurekên neherisî, hin kanza( mîneral) û av jî derbasî rûviya stûr dibe.

Karê sereke ya rûviya stûrBiguherîne

  • Av, xwê û kanza ji nav kîmosê dimije.
  • Di nav rûviya stûr de hinek bakteriyên sûdbexş dijîn[4],van bakteriyan vîtamînên wekî vîtamîna K û vîtamînên B berhem dikin[5].Ev vîtamînan jî ji aliyê rûviya stûr ve tê mijandin û tevlê xwînê dibin[6].
  • Pîsayî kom dike û bi derketina destavê ji laş dûr dixe.

Xurek bi %90 di rûviya zirav de tê mijandin. Rojê bi qasî lîtreyek xurek dikeve nav rûviya stûr. Piraniya av û iyonên nav xurekên neherisî di rûviya stûr de tê mijandin[2]. A paşmayî êdî ne wekî mîna kîmosa şorbeyî ye, lê piçêk ziha ye ev pêkhate wekî pîsayî tê bi navkrin.

Pêkhateya pîsayîBiguherîne

  • Rîşalên selulozê yên neherisbar (piraniya wî ji xaneyên riwekan tê)
  • Bakteriyên mirî û sax[1].
  • Asîdên çewrî.
  • Madeya lîncê
  • Xurekên nehatine mijîn
  • Rûkeşexaneyên mirî yên ji coga herisê[1].
  • Av
  • Xwê

Pîsayî di tortorîkê(rektum) de tê berhevkirin û bi derketina destavê jî ji laş tê dûrxistin. Ji boy her 1000mL (mîlî lître) paşmayiyên xurek ên dikevin nav rûviya kor, 700 mL di nav rûviya stûr de tê mijandin, tenê 300 mL ji paşmayî dibe pîsayî[7].

Pêkhateya rûviya stûrBiguherîne

Rûviya stûr jî wek mîna tevahiya coga herisê ji çîna lînceperde, jêrelînceperde, çîna masûlkeyen bazinî û dirêjkî û ji çîna seroza pêk tê. Rûyê hûndirîn a rûviya stûr ji linceperdeyê pêk tê û bi çînek rûkeşexane û xaneyên goblet dapoşî ye. Rûviya stûr memîle û pêçanên bazinî lixwe nagire[7]. Xaneyên goblet lîncemade der dide, bi vî awayê paşmayiyên xurek hêsantir di nav rûvî de tê guhestin[1]. Paşmayiyên xurek bi qasî 12-24 seat di nav rûviya stûr de dimîne[7], ji rûviya kor ber bi tortorîkê hedî bi hêdî bi culeya perîstaltî tevdigere. Di rûviya stûr de ji boy heriskirinê tu enzîm nayê derdan, loma li vir herisa kîmyayî pêk nayê[7][5]. Navbera rûviya zirav û rûviya stûr de guşer heye bi vebûna vî guşerê, kîmos derbasî rûviya kor dibe û herisa mekanîkî ya rûviya stûr dest pê dike[7]. Masûlkeyên rûviya stûr bi culeya perîstaltî paşmayiyên xurekan ber bi tortorîkê ve tehn dikin.

 
Rûviya stûr ji çar beşan pêk tê.

Rûviya stûr ji çar beşan pêk tê; rûviya kor, kolon, tortorîk û kom[7][6] .

Rûviya korBiguherîne

Beşa rûviya zirav û rûviya stûr digihîjin hevdu wekî bi şêweyê kîsî ye. Ev beş wekî rûviya kor bi nav dibe. Ji rûviya kor pêkhateyêk wekî mîna tiliya qilîçkê dirêj dibe navê vî pêkhateyê rûviya zêde ye(apandîs). Dirêjiya rûviya zêde bi qasî 7.6 cm e[7]. Ji boy koendama herisê, tu erka rûviya zêde tune ye[7][1].

KolonBiguherîne

Kolon beşa herî dirêj a rûviya stûr e. Kolona rûviya stûr ji çar beşan pêk tê[8]. Kolona hilkêşayî, ji hêla jêra zikekelênê ji aliyê rastê zikekelênê ve ber bi jor ve hildikişe[9], paşê kolona berwarîkî dest pê dike û ji aliyê rast ber bi aliyê çepê zikekelênê ve dirêj dibe. Li aliyê çepê zikekelênê ve kolona dakêşayî ber bi jêrê zikekelênê dirêj dibe. Beşa dawî ya kolonê, kolona S-şeweyî ye. Kolona S-şeweyî wekî mîna pîta S tewayî ye û bi tortorîkê ve girêdayî ye[7].

TortorîkBiguherîne

Tortorîk(rektum) beşa dawî ya rûviya stûr e. Erka serekî ya tortorîkê enbarkirina pîsayî ye. Tortorîk cogek masûlkî ye, loma ji boy enbarkirina paşmayiyên xurekan bi hêsanî fireh dibe[2]. Dirêjiya tortrîkê bi qasî 20 cm e[5].

KomBiguherîne

Kom(pind) deriyê kotayî ya coga herisê ye. Di navbera tortorîk û komê de coga komê heye. Dirêjiya cog kome bi qasî 3.8 cm e. Di nav coga komê de du guşerên komî heye, guşera hûndirîn û guşera derveyî[1]. Ev herdu guşer, tenê di dema derketina destavê de vekirî ne, wekî din girtî ne. Guşera hundirîn xwenewîst e, ji aliyê koendama demarî ya xweser ve tê kontrolkirin. Guşera derveyî xwewîst e, di bin kontrola mirov de ye[8].

Kontrola çalakiya rûviya stûrBiguherîne

Kolon pîsayiyê ber bi tortrîkê ve tehn dike, di nav tortorîkê de zêdebûna pîsayî dibe sedema firehbûna tortorîke. Firehbûn bandor li ser masûlkeyên dîwara tortorîkê dike, masûlke tên kişandin. Ev hêza kişandinê ya li ser masûlkeyan dibe sedema çêbûna xwesteka derketina destavê[1]. Sîstema parasîmpasawî masûlkeyên kolana S-şêweyî û masûlkeyên tortorîkê girj dike, di heman demê de guşera komî ya hundirînê xav dike (ve dike), lê guşera derveyî dişidîne. Di nav coga komê de hebûna pîsayî, dibe sedema çêbûna ragîhandinê. Li ser diwarê tortorîkê û coga komê de xaneyên wergir ên koendama demar heye, bi navbeynkariya van wergiran, ji coga komê sinyal diçe mejî, bi vî awayê mirov heke bixwaze û rewş guncav be, ji mejî boy vekirina guşera derveyî sinyal tê şandin. Heke mirov nexwaze derkeve destavê, wê gavê guşera derveyî girtî dimîne, di heman demê de guşera hundirîn jî tê girtin, pîsayî di tortorîkê de dimîne. Ango mêjera pîsayî ya nav tortorîkê, dema derketina destavê diyar dike[7]. Hejmara derketina destavê ji bo hemû kesan ne yek e. Dibe ku mirov di rojêk de 2-3 car derkeve destavê, lê dibe ku hin mirov jî di hefteyek de 3-4 car derkevin destavê[7]. Hekê mirov derketina destavê paş ve bavêje, pîsayî di hundirê rûviya stûr de ji boy demek dirêj dimîne, hê pirtir av ji pîsayî tê mijandin. Ji ber kêmbûna ava pîsayî, dibe ku mirov zikgirî(qebizî) bibe[5]. Lê heke paşmayî pir zû ji laş bê avitin, vê gavê ji ber ku ava nav pîsayî bi têra xwe nayê mijandin, egera nexweşiya zikçûne(vijik) çê dibe[9] . Li gel nexeşiya zikçûn û zikgirî(qebiz), nexweşiyên wekî bawesîr(basûr), kulbûna rûviya zêde (apendîst) û şêrpenceya kolon, hin ji nexweşiyên bi rûviya stûr ve tekîldar in.

ÇavkanîBiguherîne

  1. a b c d e f g h Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  2. a b c d McKinley, Michael P.(2010) Human anatomy.3rd ed. McGraw-Hill Higher Education ISBN 978–0–07–337809–1
  3. Postlethwait, J. and Hopson, J. (2006).Modern biology. Orlando: Holt, Rinehart and Winston.
  4. Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
  5. a b c d Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  6. a b Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology. Boston, MA: Cengage Learning.
  7. a b c d e f g h i j k OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [1]
  8. a b OpenStax Biology. 2013. [2]
  9. a b Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology. Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.

Girêdanên derveBiguherîne