Coga herisê, coga xurekê an jî rêka herisê (bi înglîzî; digestive tract, alimentary canal, gastrointestinal (GI) tract).

Bi gelemperî coga herisê ya ajalên gihaxwer, ji yên goştxwer dirêjtir e.

Endamên koendama herisê du curê ye; endmên herisê û endamên alîkarê herisê. Coga herisê ji endamên herisê pêk tê. Endamên coga herisê; dev, gewrî, soriçik, gede, rûviya zirav ê rûviya stûr e. Ev endaman ji dev heta komê bi şeweya borî dirêj dibin. Bi girjbûn û xavbûna masûlkeyên dîwarê coga herisê, xurek ji dev ber bi komê tê guhestin. Bi gelemperî coga herisê ya ajalên gihaxwer, ji yên goştxwer dirêjtir e[1] . Dirêjiya coga herisê ya mirovê zindî 7,60 metre, ya mirovê mirî bi qasî 10,60 metre ye[2]. Ji ber ku dev û kom vedibin derve yê laş, xurek û ava di nav coga herisê wekî derve yê laş tê hesibandin[2]. Loma herisa nav cogê jî wekî herisa derveyê xane tê bi navkirin. Coga herisê ji du beşa pêk tê, beşa yekem ji dev heta gedeyê ye. Beşa duyem jî ji gedeyê heta komê ye. Ji ber erka endaman, pêkhateya coga herisê li hemû beşan de ne wekhev e, li bi gelemperî ji soriçikê hata dawiya rûviya stûr pêkhateya coga herisê dişibe hevdu[2].

Pêkhateya coga herisêBiguherîne

 
Ji lumenê ber bi derve, cog ji çar çîna pêk tê; çîna lînceperde, çîna jêrelînceperde, çîna masûlkeyan û çîna betanê(seroza)

Ji serî heta dawî, coga herisê ji çînên şaneyan pêk tê. Valahiya cogê ya xurek di nav de derbas dibe, wekî lumen tê bi navkirin. Ji lumenê ber bi derve, cog ji çar çîna pêk tê; çîna lînceperde, çîna jêrelînceperde, çîna masûlkeyan û çîna betanê(seroza). Li hin beşan, betan bi çîna mezenterî dapoşî ye[2].

Çîna lînceperdeBiguherîne

Rûyê aliyê lumenê ya lînceperdê, bi lîncemadeyê dapoşî ye. Ji ber madeya lîncê rûyê cogê xijok e, loma xurek bi hêsanî di nav cogê de xij dibe. Lîncemade ji aliyê rûkeşexaneyên coga herisê tê derdan. Lîncemade rê li ber enzîm û asîdên herisê digire, bi vî awayê dîwarê cogê ji egera ziyangirtinê diparêze[3]. Xurekên herisbûyî ji aliyê çîna lînceperdeyê tê mijîn. Çîna lînceperde jî ji sê çîna pêk tê[4]. Çîna rûkeşeşane rasterast bi xurek ve di nav temasê de ye. Li binê rûkeşeşaneyê de çîna bestereşane ya sist heye. Li gel van çîna, lînceperde çînek tenik a masûlkeyên lûs jî lixwe digire[2].

Çîna jêrelînceperdeBiguherîne

Li binê lînceperdê, çîna jêrelînceperde heye. Jêrelînceperde ji bestereşane ya sist pêk tê û gellek lûleyên xwînê, lûleyên lîmfê û demar di nav bestereşaneyê de cih digirin[2]. Lûleyên xwînê û lîmfê xurekên ji aliyê linceperdeyê de hatine mijîn, diguhezînin her aliyê laş[5]. Herwiha lîmfegirê jî di jêrelînceperdê de cih digirin. Ev lîmfegirêyan wekî mîna aloqan, li hember hokarên nexweşiyê bergiriya laş dabîn dikin[5]. Herwiha ji boy derdanên heriskirinê, di nav çîna jêrelînceperdê de rijênên herisê jî hene.

Çîna masûlkeyanBiguherîne

Çîna sêyem a coga herisê çîna masûlkeyan e. Ev çîn bi gelemperî ji du çîna lûsemasûlkê pêk tê. Çîna hundir ji masûlkeyên bazinî, ya derve jî ji masûlkeyên dirêjkî pêk tê[3]. Di navbera masûlkeyan de lûleyên xwînê, lûleyên lîmfê û tora demar heye. Bi girjbûn û xavbûna çîna masûlkeyan, herisa mekanîk a xurek rû dide[2]. Xurek ji soriçikê ber bi rûviya stûr, ji ber girjbûna van masûlkeyan diherike. Ji ber karê xwe yê taybet, gede li gel masûlkeyên bazinî û dirêjkî, çînek masûlkeyên çeperast jî lixwe digire[4]. Masûlkeyên gewrî û yên guşera komê, peykeremasûlke ne, loma daqurtina xurek û derketina destavê di bin kontrola mirov de ye[2].

Çîna betanê (seroza)Biguherîne

Rûyê derve yê coga herisê bi çîna betanê dapoşî ye. Betan perdeyek xijok û hilû ye[6]. Coga herisê ji ber culeya(livîn) masûlkeyên cogê, hertim di nav zikekelênê de dilive. Çîna betanê di navbera coga herisê û endam û pêkhateyên derdora cogê de lêkxişanê kêm dike, bi vî awayê coga herisê, bê ku rastê tu ziyanê were, bê navber bi culeya perîstaltî, girjbûn û xavbûnê didomîne.

Rêkxistina çalakiya coga herisêBiguherîne

Koendama demar, hormonên herisê an jî di nav cogê de hebûn û tunebûna xurek, bandor li ser çalakiya coga herisê dike. Sîstema sîmpasawî û parasîmpasawî ya koendama demar a navendî, girjbûn û xavbûna lûsemasûlkeyên coga herisê kontrol dike. Bi gelemperî sîstema sîmpasawî çalakiya coga herisê kêm dike, sîstema parasîmpasawî jî çalakiya cogê zêde dike[2]. Hormonên wekî gastrîn, kolesîstokînîn û sekretîn jî bandor li ser çalakiya hin beşên coga herisê dikin. Herwiha dema di nav coga herisê de xurek tune be, çalakiya cogê jî kêm dibe.

ÇavkanîBiguherîne

  1. OpenStax Biology. 2013. [1]
  2. a b c d e f g h i OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [2]
  3. a b Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  4. a b McKinley, Michael P.(2010) Human anatomy.3rd ed. McGraw-Hill Higher Education ISBN 978–0–07–337809–1
  5. a b Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  6. Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology. Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.