Proteîn
Protein makromolekulek polîmer e. Di zimanê Yewnanî de proteios e. Wateya wî a rêza yekemîn e. Proteîn ji zincîra asîdên amînî pêk tên û li gor hejmar,cure û rêza asîdên amîni proteîn cure bi cure ne. Proteîn biyomolekulên mezin û makromolekul in ku ji zincîrên yek an jî zêdetir dirêj ên bermahiyên amîno asîdê pêk tên. Proteîn di nav organîzmayan de gelek fonksiyonan pêk tînin, ji wan reaksîyonên metabolîk, dubarekirina DNA'yê, bersivdana stimuliyê, avahîjiyê didin hucre û organîzmayan û molekulan ji cihekî din vediguhêzin. Di destpêkê de di rêza asîdên amînî de, ku ji hêla rêzika nukleotîdê ya genên wan ve hatî destnîşan kirin, ji hev cûda dibin, û ku bi gelemperî proteîn di nav avahiyek 3D ya taybetî de ku çalakiya wê diyar dike vedihewîne.
Zanyariyên genetîk ên li ser ADNyê, cureya proteînan dîyar dike Proteînên her cureya zîndewer ji boy wî taybet e. Tenê cêwiyên yekhêkê bi hemû cureyên proteînên xwe hevyek in.
Di her xaneyek mirov de proteîn heye. Lê cureya proteînên di nav şane û endamên mirov jî ne wekhev in. Wekî mînak proteînên xaneyên masûlkeyan ji yên kezeb û mejû cuda ye. Proteîn di nav rîbozoman de li gor fermana ADNyê tê çêkirin. Xaneya hişk(zuha) bi %50yê giraniya xwe ji proteînan pêk te. Di laşê mirov de bi dehhezaran proteinên cur bi cur heye. Ne tenê xaneyên mirov lê di xaneyên hemû zîndeweran de proteîn heye. Bi gelemperî, proteînên xaneyên riwekan ji yên ajal û karokan kêmtir e. Asîdên amînî bi benda peptîdê bi hevre girê dibin. Benda peptîdê di navbera koma karboksîlî ya asîda amînî ya pêş û koma amînî ya asîda amînî ya paş ve tê avakirin. Heke du heb asîdên amînî bi dehîdrasyonê bi hev bên girêdanê molekulek dîpeptîdê çê dibe. Sê hev asîdên amînî bi dehîdrasyonê bi hev bên girêdan, molekulek trîpeptîdê çê dibe. Gelek molekulên asîdên amînî bi dehîdrasyonê bi bendên peptîdê bên girêdan, wekî polîpeptîd tên bi nav kirin.
Cureya Proteînan. | Erka Proteînan | Mînak |
---|---|---|
Proteînên enzîmî | Lezandina reaksiyonên kîmyayî | Pepsîn, amîlaz enzîmên ji proteîn çêbûyî ne. Ji boy herisîna adanên polîmer kar dike. |
Proteînên binyatî | Destek | Aktîn û tubulîn proteînên kakûtê xaneyê ne. Di nav hestî û kirkirokê de proteîna kolojenê heye. Proteîna keratînê por û neynokan çê dike. |
Proteînên enbarî | Enbarkirina asîdên amînî | Spika hêkê ji proteîna bi navê albûmîn çê bûyî ye. Embrîyo di hundirê hêkê de bi asîdên amînî yên albûmînê xwedî dibe. Kazeîn proteîna şîr e û ji bo dergûşan çavkaniya asîdên amînî ye. |
Proteînên hilgir | Guhestina madeyan | Proteînên hilgir ên li ser parzûna xaneyê, navbeynkariya veguhastina madeyan dike ku wê bikevin xaneyê an jî ji xaneyê derkevin. Di xaneyên sor yên xwînê (Xiroka sor|xirokên sor) de proteîna hemoglobînê oksîjenê ji pişik dikşîne xane û şaneyan. |
Proteinên wergir | Li hember hişyarkerên kîmyayî bertek nîşan dayin. | Proteînên li ser parzûnê li hember hormonan hişyarî didin xane û endamokan. |
Proteînên hormonî | Rêkirina çalakiyên xane û şaneyan | Însulîn hormonek proteînî ye, ji xaneyên pankreasê avzê dibe û çavdariya asta şekira xwînê dike. |
Proteînên girjbûnî û motorî | Livîn | Aktîn û mîyozîn proteînên xaneyên masûlkeyan e. Rîşik(cilium) û dûçik(flagellum) ên xaneyê bi alîkariya mîkrotubulan dilivin. Mîkrotubul proteîn e. |
Proteînên bergiriyê | Li hem ber nexweşiyan, parastina zîndeweran | Dijeten ji proteîn çêbûyî ye, xwe li rûyê bakterî û vîrusan digirin û mîkroban tune dikin. |
Awayên proteînanBiguhêre
Zincîra dirêj a asîdên amînî, molekula polîpeptîdê pêk tîne. Polîpeptîd tenê ji zincîrek asîdên amînî pêk tê, lê pêkhateya proteînê de li gel zîncîrek an jî zêdetir zîncîrên asîdên amînî, dibe ku hin molekulên din jî hebin. Wekî mînak, hemoglobîn proteîn e. Di pêkhateya hemoglobînê de li gel çar zincîrên polîpeptîdan, çar atomên hesinê (Fê+2 ) jî heye.
Teşeya seretayîBiguhêre
Însulîn minaka teşeya seratayî ya Protein e. Du zincîrên asîdên amînî bi xêzeke rêz dibin. Zincîr bi du serî ne, serê yek bi koma karboksîlê bi dawî dibe, ew ser wekê serê-C bi nav dibe. Serê din a zincîrê bi koma amîn dawî dibe, ew ser wekî serê-N bi nav dibe.
Teşeya duyemîBiguhêre
Teşeya duyemî ya proteîn bi avakirina bendên hîdrojenî çê dibe. Di navbera koma N-H a komek peptîdî û koma C=O ya komek peptîdi ya din ve bendê hîdrojenê ava dibe. Bi gelemperî du cureyên teşeya duyemî ya proteînan heye, lûlpêça alfa û pela badayî ya beta. Keratîn û kolojen proteînên bi teşeya duyemî ne. Por û neynokên mirov, hirî û qiloçên ajal ji proteîna keratînê çêbuyî ne. Proteîna kolojenê di nav hestî, kirkirak û masûlkeyên ajalan da gelek pir e.
Teşeya sêyemîBiguhêre
Zincira polîpeptîd xwe li dora xwe ba dide, ditewe û teşeya sêyemî ya proteînê çê dibe. Ev teşeya sêdîmenî bi alikariya çar cure bend şeklê xwe diparêze. Hêza navbera bendan, proteîna tewînî bi hevre digire û nahêle teşeya wî xera bibe. Bi gelemperî guherîna pH an jî zêdekirina germahiya dorhêlê, ji derdora proteînê dûrkirina avê an jî lê zêdekirina metalên îyonî teşeya proteîn diguherîne. Ev guhertina teşeya proteînê wekî denaturasyon bi nav dibe. Hemû enzîm ji proteîna bi teşaya seyemî çêbûyî ne. Dema proteîna enzîmê denatûre bibe, enzîm karê xwe nake.
Teşeya çaremîBiguhêre
Ev teşeya proteînê ji kombûna çend polîpeptîdan pêk te. Dibe ku li gel polîpeptîdan hin madeyen din jî,di nav polîpeptîdan cih bigre. Bendên di pêkhateya proteîna teşeya sêyemî de çalak in, di pekhateya teşeya çaremiyê de jî çalak in. Hemoglobîn proteîna bi teşeya çaremî ye. Di pêkhateya hemoglobînê de çar polîpeptîd û çar atomê hesin heye.
Kêrhatî û çavkaniyên proteînanBiguhêre
Ji boy dabeşbûna xaneyan, mezinbûn û bejndirêjiyê pêdiviya laşê mirov bi proteînan heye. Birîn bê proteîn sax nabin. Ji bo reaksiyonên kîmyayî,divê bi têra xwe enzîm hebe. Hemû enzîm proteîn lixwe digirin loma pêwîstiya laş bi proteînan heye. Piraniya hormonan ji proteînan çê dibin. Ji boy metabolîzmaya laş divê bi têra xwe proteîn hebe. Xaneyên masûlkeya rîşalên proteînên aktîn û mîyozînê li xwe digire. Li ser parzûna xaneyan gelek cureyên proteînan heye. Hemoglobîn pîgmenta ji boy veguhestina oksîjenê ye û ji proteînan çê dibe. Bi gelemperî xurekên wekî mînak, goşt, hêk, şîr, nok, nîsk, gelek proteîn li xwe digirin.