Hestî (yan jî hestû) corek ji bestereşaneyê ye[1]. Peykerakoendama mirovên pêgehiştî ji 206 hestiyan pêk tê[1]. Lê bi eslê xwe endamên hestî hemû cor şaneyan lixwe digirin. Şaneya xwînê, şaneya kirkirkê, şaneya masûlkeyê, şaneya demarê, şaneya rûkeşê di pêkhateya hestî de cih digirin. Wekî mînak, serê hestiyên dirêj bi kirkirk dapoşrav e. Xwîn xurek û oksîjen dabîn dike ji bo hestî. Xwîn bi navbeynkariya lûleyên xwînê digihîje hestî, rûyê navî yê lûleyên xwînê bi çînek xaneyên rûkêş ve dapoşrav e. Herwîsa li ser dîwarê lûleyên xwînê de masûlkeyên lûs cih digin. Ji bo hestkirina pesto û azarê şaneya demar li hestî de kar dike[2]. Hesti bi gelemperî ji kirkirk çêdibin. Her wekî hemû corên bestereşaneyan, hestî jî ji xane û madeyên navbera xaneyan (matrîks) pêk tê. Reqbûna hestî ji ber mîneralên kalsîyûmê ye, lê zexmbûna hestiyan ji ber rîşalên kolojen û rîşalên eleastînê ye.

Hestî hemû cor şaneyan lixwe digire.

Erkên hestî

biguhêre

Palpiştkirin û Parastin

biguhêre

Hestî binkeyek req dabîn dike ji bo cihbûn û girêdana masûlkeyan. Endamên navî yên laş diparêze. Destek dide ji bo çêbûna bejnûbala mirov. Hestiyên qefesa sîngê dil û pişikan diparêze, hestiyên kiloxê demaxê dorpêç dike û diparêze, hestiyên birrbirreyê dirkepetikê diparêzê û hestiyên hewzê hêlînek awa dike ji bo endamên koendama herisê, endamên zawûzeyê û endamên koendama mîzê[2].

Hestî cihê girêdanê ne ji bo masûlkeyên peykerê. Gava masûlke girj dibin û xav dibin hestî jî bi navbeynkariya gehan dilive, bi vî awayê ew beşa laş jî dilive.

Berhemanîna xaneyên xwînê

biguhêre

Xaneyên xwînê di nav corek bestereşaneyê ya bi navê moxê hestî de tên berhemanîn. Moxê hestî du cor in, moxê sor û moxê zer. Xaneyên xwînê ji aliyê moxê sor ve tê berhemkirin. Moxê sor li beşa hestiyê îsfence yê hestî de cih digire. Moxê sor ê hestî xaneyên bineratî lixwe digire. Xaneyên bineratî yên moxê sor hemû cor xaneyên xwînê berhem dikin.

Embarkirina mîneralan û Çavkaniya enerjiyê

biguhêre

% 90ê ji mîneralên kalsiyum û fosfar ên laş di hestî de tên enbarkirin an jî ji hestî tê berdan[2]. Kalsiyum mîneralek bingehîn e. Ji bo girjbûn û xavbûna masûlkeyan, meyîna xwînê û ji bo demareragihandinê pêdiviya laş bi kalsiyumê heye. Asta kalsiyuma laşê mirov ji aliyê hormonên kalsîtonîn û parathormonê ve tê rêkxistin. Ji bo diristkirin û bikaranîna molekula ATP (Adenozîna sê fosfatî) û molekûlên asîdên navikî (nukleyî); ARN (Asîda rîbononukleyî) û ADN (Asîda deoksîrîbonukleyî) pêdivî bi fosforê heye. Gava di xwîna mirov de rêjeya kalsiyum an jî fosforê ji asata asayî nizimtir dibe, hinek ji bestereşaneyên hestî hildiweşin û mîneralan ji hesti der didin nav xwînê. Bi vî awayî rêjeya fosfor û kalsiyumê dîsa ber bi asta asayî ve bilind dibe. Li gel embarkirina xwêyan, di doxê hestiyên dirêj de di nav moxê zer ê hestî de, çewrî jî tê embarkirin. Gava pêdivî pê hebe, ev çewriya li moxê zer, ji bo bi destxistina enerjiyê tê bikaranîn.

Polenkirina hestiyan li gor şêweyê wan

biguhêre

Li gor şêweyê xwe hestî pênc cor in; hestiyê dirêj, hestiyê kurt(kin), hestiyê pehn, hestiyê bêserûber û hestiyê kunciyî

 
Di laşê mirov de herî zêde hestiyên dirêj hene.

Hestiyê dirêj

biguhêre

Hestiyên ko dirêjiya wan ji firehiyan wan zêde ye wekî hestiyên dirêj tên navkirin. Hestiyên dirêj doxek dirêj a lûleyî lixwe digirin. Ji hestiyên mil û destê, hestiyên bazû, kewere û zende, şeyên dest û tilî hestiyên dirêj in. Herwisa ji hestiyên ling û pêyê; hestiyê ran, qamîşe, telezime, şêyên pê û pêçî jî mînak in ji bo hestiyê dirêj.

Hestiyê pehn

biguhêre

Hestiyên pehn (an jî pan) vê navê ji ber rûyên xwe yên pehn girtine. Hestiyên pehn ji bo girêdana masûlkeyan rûyek fire dabîn dikin û şaneyên nerm ên li bin xwe diparêzin. Hestiyên kiloxê yên li tasa serî, hestiyên bêrokê, parsû, hestiyê qefesa sîngê mînak in bo hestiyên pehn.

Hestiyê kurt

biguhêre

Li hestiyê kurt, firehî û dirêjiya hestî hema wekhev e. Hestiyên meçeke yê dest û hestiyên bazinê pê mînak in ji bo hestiyê kurt.

Hestiyê kunciyî

biguhêre

Hestiyê kunciyî (bi îngilîzî: sesamoid bones) hestiyên hûrik û piçek glover in. Ji ber ko dişibin tovê kunciyê, vê navê girtine. Hestiyê kunciyî di nav jêyan de cih digire. ,masûlkeyan bi hestîyan ve girê didin. Li gehan pestoya li ser jêyan zêde ye, hestiyên kunciyê, jêyan ji hêza pestoyê diparêze[3]. Hestiyê kulavê çokê mînak e ji bo hestiyê kunciyî. Hin caran hestiyên kunciyî wek hestiyê kurt jî tê polenkirin.

Hestiyê bêserûber

biguhêre

Hestiyên bêserûber xwediyê şêweyêk diyarî nîn in bi gelemperî teşeyê wan aloz e û naşibin hestiyên din. Hestiyê birrbirreyê, hestiyên rûyê mirov mînak in ji bo hestiyên bêserûber.

Xaneyên Hestî

biguhêre

Çar cor xane di pêkhateya hestî de cih digire

Xaneyên çêkerê hestî (Osteoblast)

biguhêre

Hestî ji aliyê xaneyên negehiştî yên bi navê osteoblast ve tê çêkirin. Wateya osteoblast “çekerê hestî” ye. Ango xaneyên osteoblast hestî çêdikin. Xaneyên çêkerê hestî li beşa geşê ya hestî de, li bergê hestî û li ser rûyê navî (endosteum) yê hestî de zêde ne. Xaneyên çêkerê hestî dabeş nabin. Çêbûna hestî wekî hestîbûn (bi îngilîzî: ossification) tê navkirin. Di laşê mirov de hestîbûn bi gelemperî piştî qonaxa kirkirkê dest pê dike, lê hinek hestî jî bê ko qonaxa kirkirkî rû bide yekser wekî hestiyê req dirist dibin[1]. Gava hestîbûn rû dide, xaneyên çêkerê hestî li gel derdana xwêyên kalsiyumê, rîşalên ji proteînên kolojen û elastîn jî berhem dike û der dide derdora xwe[3]. Di heman demê de xwêyên kalsîyumê jî li nav rîşal û proteînande kom dibe. Bi vî awayî derdora xaneyên çêkerê hestî req dibe û xane di nav kelênek (lacune) de asê dimîne. Ji vê gavê şûnve êdî ji bo xaneyên çêkerê hestî, erkê diristkirina hestî diqede û xaneyên çêkerê hestî jî diguherin û êdî wekî xaneyên hestî (ostecytes) tên navkirin[4].

Xaneyên hestî (osteosît)

biguhêre

Xaneyên hestî (osteosît) xaneyên serekî yên hestiyê pêgehiştî ye[3]. Xaneyên hestî jî mîna xaneyên çêkerê hestî, xaneyên nedabeşdar in. Her çiqas xaneyên hestî di nav kelênê de ji hev cuda cih bigirin jî, ji her xaneyê niçikên sîtoplazma û parzûna xaneyê ber bi xaneyên din ve dirêj dibe, di navbera xaneyên hestî de fersenda têkilîdayîn û alûgorkirina madeyan peyda dike[3]. Ango navbera xaneyên hestî ji pêkhateyek req pêk tê, lê xaneyên hestî bi hev re di nav têkiliyê de ne.

Xaneyên bineratî yê hestî

biguhêre

Xaneyên bineratî yê hestî (bi îngilîzî: osteogenic cells) xaneyên cora sêyem in ko di pêkhateya hestî de cih digirin. Xaneyên bineratî xaneyên negihîştî û neguherbûyî ne. Di nav her çar cor xaneyên hestî de, tenê xaneyên bineratî dikarin dabeş bibin û hejmara xwe zêde bikin. Dema pêdivî pê hebe, xaneyên bineratî dabeş dibin û diguherin bo xaneyên çêkerê hestî (osteoblast). Xaneyên bineratî di çîna navî ya bergê hestî û di moxê hestî de cih digirin.

Xaneyên hilweşînerê hestî

biguhêre

Heke şikestin an jî derizîn di hestiyê mirov de rû bide, ji bo saxkirina hestiyê, xane û şaneyên nû tên çêkirin. Herwisa beşa hestiyê ziyangirtî an jî xaneyên mirî û nekêrhatî jî ji hestî tên dûrxistin. Ji bo hêlweşîna beşa hestiyê ziyangirtî, xaneyên hilweşînerê hestî (bi îngilîzî: osteoclasts) kar dikin. Xaneyên hilweşînerê hestî li ser rûyê hestî de cih digirin. Bi hilweşandina xaneyên hestî, kalsiyum jî serbest dimîne ji bo tevlêkirina nav xwînê. Ango ji alîkî ve xaneyên çêkerên hestî xaneyên nû çêdikin, ji aliyê din ve xaneyên hilweşînerê hestî xaneyên mirî û ziyangirtî hildiweşînin. Bi xebatên van herdu cor xaneyan, şêweyî hestî tê parastin[2].

Matrîksa hestiyê

biguhêre

Beşa şaneya hestiyê ko di navbera xaneyên hestî de dimêne, wekî matrîks (bi îngilîz: matrix) tê navkirin. Matrîks ji pêkhateyên endamî (organic) û neendamî (inorganic) pêk tê.

Yek ji sisêyê giraniya hestî, ji madeyên endamî pêk tê[2]. Xaneyên hestî û rîşalên kolojen beşa serekî ya endamî ya hestî pêk tînin. Rîşalên kolojen zexmî dide hestî, li hember darbeyên hawirdorê bê ko hestî bitewe an jî kin û dirêj bibe qaîşokiya hestîyê dabîn dike. Rîşalên kolojen di nav madeyek nîvreq de cih digirin, ev made wekî madeya binyat (bi îngilîzî: ground substance) tê navkirin. Madeya binyat jî madeyek endamî ye û hilawîstin û destekkirina rîşan dabîn dike.

Madeyên neendamî yên hestî, berpirsiyarin bo reqbûna hestî. Piraniya madeyên neendamî yên hestiyê ji xwêya kalsiyumê pêk tê. Bi taybetî kalsiyuma fosfat Ca 3 (PO 4 ) 2 û kalsiyuma hîdroksîd bi hevre li derdora rîşalên kolojen berhev dibin û navbera xaneyan de matrîksa req ava dikin. Herwisa li gel xwêyên kalsiyumê, dema hestîbûnê de kalsiyuma karbonat û îyonên wekî sodyum, magnezyum, flor û sulfat jî li hestî tên tevlêkirin[2].

Bergê Hestî

biguhêre
 
Bergê hestî ji du çînan pêk tê.

Bergê hestî (bi îngilîzî: periosteum), perdeyek zexm a li ser rûyê hestiyan e.

Hestî bi perdeyek du çînî dapoşrav e. Navê vê perdeyê bergê hestî ye. Bergê hestî, perdeyek bi hêz e, di bergê hestî de lûleyên xwînê, lûleyên lîmfê û demar hene[5].Bergê hestî, hestiyê ji hawirdorê diparêze, lûleyên xwînê û demaran bi hestî ve girê dide, ji bo başkirina hestiyê şikestî û ji bo stûrkirina hestiyê, xaneyên nû dabîn dike[2].

Çîna derve ya bergê hestî wekî çîna rîşalî (bi îngilîzî: fibrous layer) tê navkirin û ji bestereşeneya şidayî (bi îngilîzî: dense connective tissue), pêk tê. Çîna navî ya bergê hestî wekî çîna xaneyî (bi îngilîzî: cellular layer) tê navkirin û ji xaneyên çêkerê hestî pêk tê[2].

Çîna derve rîşalên kolojen û rîşalên demar lixwe digire. Gava ziyan digihîje hestî, hestî diderize an jî dişikê, demarexaneyên hestê demareragihandin dişînin demaxê. Bi vî awayî êşa hestî li mirov peyda dibe. Herwisa çîna derve gelek lûleyên xwînê jî lixwe digire. Lûleyên xwînê ji bergê hestî şax didin û belavê nav hestî dibin, bi vî awayê ji xaneyên hestî re xurek dabîn dikin[6] .

Çîna navî ya bergê hestî ji xaneyên çêkerê hestî pêk tê. Xaneyên çêkerê hestî dabeş dibin û diguherin bo xaneyên hestî (bi îngilîzî: osteocytes). Li gel stûrbûna hestî, şikestin an jî derizên hestî jî ji aliyê van xaneyan ve tên başkirin[7].

Xaneyên bergê hestî dikarin dabeş bibin û çînên nû li hestî zêde bikin, loma bergê hestî, tîreya hestî zêde dike, hestî stûr dibe[8]. (bi îngilîzî: tendon) û bester (bi îngilîzî: ligament) bi navbeynkariya bergê hestî, bi hestiyan ve tên girêdan. Ji xeynî beşa hestiyê ya ko bi hestiyek din ve geh ava dike, hemû rûyê hestî bi bergê hestî dapoşrav e[3].

Pêkhateya Hestî

biguhêre
 
Hestî ji du şaneyên sereke pêk tê, şaneya hestiyê pitew û şaneya hestiyê îsfencî.

Hestiyê Pitew

biguhêre

Hestiyê pitew (bi îngilîzî: compact bone) yek ji du corê şaneya hestî ye.

Hestî ji du şaneyên sereke pêk te, şaneya hestiyê pitew û şaneya hestiyê îsfencî[9].Rûyê derveyî hestiyan bi çînek req dapoşrav e, ev çîna hestî wekî hestiyê pitew tê navkirin. Hestiyê pitew şaneyek çirr, req û lûs e. Doxa hestiyên dirêj ji şaneya hestiyê pitew pêk tê[4]. Kelêna nav doxa hestî, moxê hestî lixwe digire[1] . Hestiyê pitew di bin bergê hestî de cih digire, hestiyê diparêze û zexmtiyê dide hestiyê[10]. % 80yê giraniya hestiyê laş ji hestiyê pitew pêk tê[7].

Şaneya hestiyê pitew ji çînên bazinî yên tenik pêk tê. Çînên bazini wekî perik tên navkirin. Perik (bi îngilîzî: lamellae) li derdora cogên navendî de bi awayekî yeknavendî rêz dibin. Coga navendî û koma perikên dora wê, bi hev re wekî lûle an jî sîstema havers (bi îngilîzî: osteon, Haversian system) tê navkirin[4]. Lûle di hestî de bi awayekî paralelê hev û paralelê doxa hestî dirêj dibin.

Beşên sîstema Haversê

biguhêre

Di hestiyê pitew de sîstema Havers (lûle) ji coga Havers, perikên yeknavendî, xaneyên hestî û cogikan pêk tê[2].

Coga Havers
biguhêre
 
Lûle di hestiyê pitew de bi awayekî paralelê hev û paralelelê doxa hestî dirêj dibin.

Di navenda sîstema Havers de cogek lûleyî dirêj dibe, ev cog wekî coga Havers an jî coga navendî (bi îngilîzî: Haversian canal or Central canal) tê navkirin. Di nav coga Havers de, lûleyên xwînê, lûleyên lîmfê û demar hene[7]. Bi navbeynkariya lûleyên xwînê, xurek û oksîjen ji bo xaneyên hestî tê dabînkirin[8].

Perikên yeknavendî
biguhêre

Perikên yeknavendî (bi îngilîzî: concentric lamellae), xelekên bestereşaneya hestiyê ne. Perik li derdora coga Havers de bi şêweyek yeknavendî cih digirin. Hejmara perikên yeknavendî li hemû lûleyan de ne yek e. Perik rîşalên kolojen lixwe digirin. Rîşalên kolojen ên perikên cînar, di heman alî de dirêj nabin. Wekî mînak, heke rîşalên kolojen ên perikek ber bi çepê jor ve dirêjî be, rîşalên perika cînar ber bi rastê jor ve dirêj dibe. Rêzbûn û dirêjbûna rîşalan a bi şeweyî dijalî, zexmtiya hestiyê zêdetir dike[2]. Xaneyên hestî (bi îngilîzî: osteocytes) di nav kelênan (lacunae) de, di navbera perikên cînar de cih digirin. Perik li gel rîşalên kolojen, xweyên kalsiyum û fosfor jî lixwe digire, reqbûna hestî ji ber kombûna xwêyan a li navbera rîşalan e[3].

Li şaneya hestiyê pitew de her kelênek bi navbeynkariya cogên gelek biçûk bi kelênên din ve girêdan ava dike, ji van cogên hûrik re tê gotin cogik (bi îngilîzî: canaliculi). Xaneyên hestî yên di nav kelênan, niçikên sîtoplazmaya xwe di cogikan de dirêjê xaneyên din dikin, bi vî awayî di navbera xaneyan de ragihandin çêdibe[8]. Herwisa di navbera coga Havers û xaneyên hestî de alûgorkirina xurek, gaz, mîneral û madeyên paşmayî jî bi rêya cogikan rû dide. Ango cogik him xaneyên hestî bi hev re girê didin, him jî xaneyên hestî bi coga Havers ve girê didin[5].

Hestiyê Îsfencî

biguhêre

Hestiyê îsfencî (bi îngilîzî: spongy bone /cancellous bone/ trabecular bone) . Hestî ji aliyê derve bi şaneya hestiyê pitew dapoşrav e, rûyê navî yê hestiyê bi şaneya hestiyê îsfencî rûpoş e. Cudahiya sereke ya hestiyê îsfencî ji hestiyê pitew ev e ko, hestiyê îsfencî lûle (sîstema havers) lixwe nagire[9]. Li dewsa lûleyan, hestiyê îsfencî ji kêranan (bi latînî: trabeculae) pêk tê. Hestiyê îsfencî bi çavê tazî wekî mîna şaneya hingiv çavçavî xuya dibe[7].

 
Her çiqas şaneya hestiyê îsfencî wekî pêkhateyek nerm û bêhêz xuya dibe jî, lê bi eslê xwe hestiyê îsfencî pêkhateyek zexm û mukim e.

Her wekî hestiyê pitew, hestiyê îsfencî jî di nav kelênan de xaneyên hestî lixwe digire, lê xaneyên hestiyê îsfencî bi awayekî xelekên yeknavendî rezbûyî nîn in[3]. Xane di kelênên nav kêranan de cih digirin. Kêran perikên bi şêweyî pelikên paralelê hev in[2]. Tora kêranan wekî mîna îsfenc xuya dibin. Bi vê pêkhateyê hestî xwe ji pestanên hawirdor û kêşa giraniya laş diparêze, herwîsa kêşa hestî jî kêm dike loma hestî zexm lê hinek sivik dimînin. Valahiyên di navbera kêranan bi moxê sor û lûleleyên xwînê tîjî ne[11]. Her çiqas şaneya hestiyê îsfencî wekî pêkhateyek nerm û bêhêz xuya dibe jî, lê bi eslê xwe hestiyê îsfencî pêkhateyek zexm û mukim e[4]. Di navbera kêranan de moxê sor ê hestî cih digire[12]. Moxê sor xaneyên bineratî yê xaneyên xwînê lixwe digire. Hemû xaneyên xwînê ji aliyê moxê sor ve tên berhemkirin[1]. %20ê hestiyên laşê mirov ji hestiyê îsfencî pêk tê[11].

Moxê hestî

biguhêre

Moxê hestî an jî mejiyê hestî (bi înglîzî bone marrow)[13] şaneyeke nerm e û dişibe jelatînê. Ev şane xaneyên xwînê û xaneyên lîmfê berhem dike[14], loma têkiliya wî bi sîstema lîmfê û sîstema gera xwînê ve heye[15]. Hestiyên pehn ên wekî hestiyên kilox, hestiyên hewzê û hestiyê singê, moxê hestî lixwe digirin. Her wiha hestiyên birrbirre û hestiyên dirêj ên wekî hestiyên ran, hestiyên parsû û hestiyên bazû (humerus) jî moxê hestî lixwe digirin[7][15].

 

Li nav hestiyên mirov de du cureyî moxê hestî heye, moxê sor û moxê zer. Di nav hestiyên zarok û yên mirovên têgihîştî de cihên moxê sor ê hestî ne yek e. Di laşê zarokan de moxê sor di nav hestiyê îsfencî û di kelêna moxê piraniya hestiyan de cih digire. Ji dayikbûnê heta temenê heft salî, li nav hestiyên zarokan de tenê moxê sor berhem dibe. Her ko zarok mezin dibe, moxê sor ê di kelêna moxê de hildiweşe û diguhere bo şaneya çewrî ya bi navê moxê zer. Ango piştî temenê heft salî, li hin beşên hestiyan de dewsa moxê sor, moxê zer cih dibe[15]. Ji ber vê yeke, di laşê mirovê têgihîştî de moxê sor tenê li hin beşên tewerepeykere de heye. Wekî mînak, hestiyê kiloxê, hestiyên birrbirreyê, parsû, hestiyê sîngê û hestiyê qorikê moxê sor ê hestî lixwe digirin. Herwisa hestiyê ran û hestiyê bazû jî moxê sor lixwe digirin[2]. Moxê zer ê hestiyan gelek xaneyên çewrî lixwe digire[7]. Di demên asayî de moxê zer wekî embara çewrî kar dike. Heke di laş de ji ber xwînçûna zêde, kêmxwînî peyda bibe, dibe ku moxê zer biguhere û bibe moxê sor û xaneyên xwînê çêbike[15]. Hemû cureyên xaneyên xwînê ji aliyê moxê sor ê hestiyan ve tê berhemkirin[7]. Di moxê sor de xaneyên bineratî (stem cells) heye, bi dabeşbûn û guherîna van xaneyan, xaneyên xwînê û yên lîmfê tên çêkirin[3][7].

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ a b c d e Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  2. ^ a b c d e f g h i j k l McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  3. ^ a b c d e f g h Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  4. ^ a b c d Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  5. ^ a b Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  6. ^ ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, Periosteum
  7. ^ a b c d e f g h Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  8. ^ a b c Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  9. ^ a b Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  10. ^ Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.
  11. ^ a b ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, Cancellous bone
  12. ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  13. ^ Lawrence, E. (2005). Hendersons dictionary of biology. Harlow: Pearson/Prentice Hall. ISBN 978-0-13-127384-9
  14. ^ Villee, Claude Alvin, et al.( 1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4 p951,p985
  15. ^ a b c d ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, Bone marrow