Koendama herisê ya mirovan

Bi navbeynkariya av û enzîman, ji perçekirina xurekên aloz, bidestxistina xurekên sakar

Ji bo destxistina wize(enerjî), çêkirina xaneyên nû, saxkirina birînan, dabînkirina bergiriya laş û rêkxistina hevsengiya laş, pêdiviya mirov bi xwarin û vexwarinê heye. Ji bo pêkanîna erkên xwe divê xurek (tiştên ji bo xwarin û vexwarinê) bikeve nav xaneyên mirov. Xurek li gel av, vîtamîn û kanza (mîneral), madeyên proteînî, karbohîdradî û çewrî jî lixwe digire. Vîtamîn av, û kanza madeyên hûrik in û bi hêsanî ji parzûna xaneyê derbasî nav xaneyan dibin. Proteîn, karbohîdrat û çewrî(lîpîd) molekulên gewre (makro molekul)ne, divê pêşî bên heriskirin. Bi navbeynkariya av û enzîman, ji perçekirina xurekên gewre, destxistina xurekên hûrik, wekî heriskirin bi nav dibe. Bi kurtasî, madeyên aloz ên di nav xurekan, bi heriskirinê tên perçekirin ji bo madeyên sakar. Bi herisbûnê ji proteînan asîdên amînî, ji karbohîdradan glukoz û ji çewrî jî glîserol û asîdên çewrî çê dibe. Ev molekulên herisî wisa hûrik in ko êdî dikarin ji parzûna xaneyê derbasî nav xaneyan bibin û erkên xwe pêk bînin. Ew endam û pêkhateyên erkê herisê bi cih tînin jî wekî koendama heris bi nav dibe.

Coga herisê biguhêre

  Gotara bingehîn: Coga herisê
 
Bi gelemperî coga herisê ya ajalên gihaxwer, ji yên goştxwer dirêjtir e.

Coga herisê, coga xurekê an jî rêka herisê.(bi înglîzî; digestive tract, alimentary canal, gastrointestinal (GI) tract). Coga herisê ji endamên herisê pêk tê. Endamên coga herisê; dev, gewrî, sorinçik, gede, rûviya zirav ê rûviya stûr e. Ev endaman ji dev heta komê bi şeweya borî dirêj dibin. Bi gelemperî coga herisê ya ajalên gihaxwer, ji yên goştxwer dirêjtir e. Coga herisê ji du beşa pêk tê, beşa yekem ji dev heta gedeyê ye. Beşa duyem jî ji gedeyê heta komê ye. Ji ber erka endaman, pêkhateya coga herisê li hemû beşan de ne wekhev e, li bi gelemperî ji soriçikê hata dawiya rûviya stûr pêkhateya coga herisê dişibe hevdu. Koendama demar, hormonên herisê an jî di nav cogê de hebûn û tunebûna xurek, bandor li ser çalakiya coga herisê dike. Sîstema sîmpasawî û parasîmpasawî ya koendama demar a navendî, girjbûn û xavbûna lûsemasûlkeyên coga herisê kontrol dike. Bi gelemperî sîstema sîmpasawî çalakiya coga herisê kêm dike, sîstema parasîmpasawî jî çalakiya cogê zêde dike. Hormonên wekî gastrîn, kolesîstokînîn û sekretîn jî bandor li ser çalakiya hin beşên coga herisê dikin. Herwiha dema di nav coga herisê de xurek tune be, çalakiya cogê jî kêm dibe.

Devê mirov biguhêre

Devê mirov endamek ji koendama herisê ye. Herisa kîmyayî û herisa mekanîk li dev de dest pê dike. Valahiya dev bi lêvan, gepan, ziman û esmanê dev dorpêçkirî ye. Di kotayîya dev de gewrî dest pê dike. Coga herisê ji dev dest pê dike heta zotikê dirêj dibe. Li gel erka herisînê, dev alîkarî ji bo peyivînê (deng derxistinê), tahm girtinê û henaseyê jî dike. Ji bo erka herisînê, di devê mirov de hin endam hene, wekî mînak; diran, ziman, rijênên lîkê(tûk)

Rijênên lîkê (Lîkerijên) biguhêre

  Gotara bingehîn: Rijênê lîkê
 
Di devê mirov de gelek rijênên piçûk heye lê, ev sê cot rijênên lîkê yên herî bibandor in.

Gelek rijên di lînceperdeya dev û ziman de cih bûne û rojê bi qasî 1-1,5 lître lîk(tûk) berhem dikin û der didin nava dev. Lîk xurekan nerm dike û herisa kîmyayî ya xurekên karbohîdradî dide destpêkirin[1]. Her çiqas di devê mirov de gelek rijênên lîkê hebin jî ji wan sê cot hê pirtir bi bandor in[2]. Rijênên binguh (parotid glands), rijênên binziman(sublingual glands), rijênên çena jêrîn (submandibular glands). Ji xeynî avê, di nav lîkê de enzîma amîlaz, enzîma lîzozîm, iyonên wekî sodyum, potasyum, fosfat û bîkarbonat, lînc(mukus), dijetena A heye[3]. Lê ji bo erka herisê pekhateyên herî girîng enzîma amîlaz, lînc, iyonên bîkarbonat û fosfat e. Berhemkirin û derdana lîkê ji aliyê koendama demara xweyî( autonomic nervous system) ve tê rêkxistin[2].

Diranên mirov biguhêre

  Gotara bingehîn: Diranê mirov
 
Dev û diranên mirov

Diran (didan) endamêk ji bo herisa mekanîk e. Jêkirin, gezkirin, cûtin, hêrandin û perçekirina xurekan bi navbeynkariya diranan pêk tê. Di devê mirovên têgihîştî de 32 diranên mayinde heye, lê hin caran dibe ko diranên kursî yên sêyemîn (diranê jîrî, diranê aqilî) dernekeve mirov bi 28 diranên mayînde bin. Li gor erk û şêweyê xwe, diran çar cure ne[4]. Diranên pêşî( diranên birrê) heyşt heb, diranên qîl çar heb, diranên pêşkursî heyşt heb, diranên kursî 12 heb. Diranek ji sê beşên sereke pêk tê; Taca diran, stûyê diran, koka diran[2]. Li ser ruyê taca diran û jorînê stuyê diran de çînek req heye navê vî çînê mîna ye. Di binê mînayê de çîna ac heye. Piraniya pêkhateya diran ji acê pêk tê. Di binê çîna acê de valahiyek bi navê kirok heye. Kirok li gel bestereşaneya nerm, bi lûleyên xwînê, lûleyên lîmfê û rîşalên demar ve tijî ye. Kirok ber bi koka diran ve dirêj dibe, ev der wekî coga diran bi nav dibe. Heke mîna ya diran biderize, di cihê derizî de bakterî û perçeyên xurek berhev dibe, ev rewş dibe sedema kunbûna çîna mînayê. Heke çîna mîna kun bibe, diran tûşî reşbûn û kilorbûnê dibe.

 
Pêkhateya diranê mirov

Ziman û tahmgirtin biguhêre

  Gotara bingehîn: Ziman (endam)

Ziman endamek masûlkî ye, rûyê ziman bi çîna lînce dagirtî ye. Ziman li gel erka herisa mekanîk û kîmyayî, erkên wekî çêjtin(tamgirtin), peyvîn û daqurtin bi cih tîne[5]. Xurek bi alîkariya ziman di nav dev de serûbin dibe, bi vî awayê lîk tevahiya xurekê şil dike û nerm dike. Dema cûtinê, ziman bi navbeynkariya masûlkeyên xwe, loqên xurekê aresteya nav diranan dike, bi vî awayê diran bi hêsanî xurek dicûn. Piştê cûtinê, ziman loqa xurekê ber bi gewriyê pal dide. Li ser rûyê ziman de goçke (bi îngilîzî, yekjimar papilla, pirrjimar papillae) hene, di nav van goçkeyan de komên gopka tamê(çêjegopke) heye[5]. Çêjegopkeyek, ji koma xaneyên çêjewergir, xaneyên piştgiriyê, û demarên hestê pêk tê. Ji bo mirov tama xwarin û vexwarinê bigire, divê xurek di nav lîkê de şil bibe û bihele. Ji xurekên helandî molekulên kîmyayî derdikeve, molekulên kîmyayî bi navbeynkariya kûlkên çêjê tên girtin[6]. Molekulên kîmyayî, kîmîkewergirên xaneyên çêjewergirê çalak dikin. Bi vî awayê sînyal ji xaneyên çêjewergir derbasî demarên hestê dibin. Demarên hestê sînyalan radigihînin mejî, di mejî de cureya çêjê an jî hestên din tê şîrovekirin.

 
Gopikên li ser ziman tama(çêja) xurekan wekî şor,şîrîn, umamî,tirş an jî tal dinase.

Gewrî biguhêre

  Gotara bingehîn: Gewriya mirov
 
Dev û gewriya mirov

Gewrî endamek hevbeş e ji bo heris û henaseyê[1]. Têkiliya gewrî(gerû) bi valahiya poz, valahiya dev, sorsorik(soriçk) û qirrikê heye. Mirov ji poz û dev henase werdigre, hewa bi navbeynkariya gewriyê derbasê qirikê dibe û bi navbeynkariya borrîhewa(trake)diçe pişikan. Herwiha xurek jî ji dev bi navbeynkariya gewrî derbasê sorsorikê dibe û diçe gedeyê.

Soriçik biguhêre

  Gotara bingehîn: Soricik
 
Soriçik boriyek masûlkîye di di navbera gewrî û gedeyê de.

Soriçik boriyek masûlkî ye, ji gewrî heta gedeyê dirêj dibe. Dirêjiya soriçikê bi qasî 25 cm ye[7]. Rûyê soriçikê bi çîna lînceperde dagirtî ye, rijênên lînceperdeyê madeya lînc der dide nav valahiya soriçikê, bî awayê xurek di nav soriçikê de bi hêsanî xiş dibin. Di nav soriçikê de, livîna xurek ne ji ber rakêşaniyê lê ji ber zora masûlkeyan e. Piraniya masûlkeyên soriçikê, ji lûsemasûlkeyan pêk tê. Soriçik du cure lûsemasûlke lixwe digire, lûsemasûlkeyên dirêjkî(li aliyê derve) û lûsemasûlkeyên bazinî(li aliyê hundir)[8]. Girjbûna masûlkeyên soriçikê dor bi dor rû dide. Ango hemû masûlke bi carekî girj nabin. Masûlkeyên bazinî ji kotayiya gewrî dest bi girjbûnê dikin beş bi beş girj dibin. Bi ahengî girjbûn û xavbûna masûlkeyên soriçikê wekî perîstalsî bi nav dibe. Aresteya perîstalsiyê ji gewrî ber bi gedeyê ye. Masûlkeyên lûsê di bin kontrola sîstema demarî ya xweser de kar dikin. Masûlkeyên soriçikê masûlkeyên xwenewîst in, ango girjbûn û xavbûna van masûlkeyan ne bi desthilatdariya(xwestek) mirov, lê bi awayek xweser rû dide[5]. Li kotahiya soriçikê û navbera devê gedeyê de komek masûlkeyên bazinî yên givêşker heye. Ev masûlke wekî mîna derîçeyek kar dikin. Pêkhateya van masûlkeyan wekî guşer(givêşk) (bi îngilîzî:sphincter) bi nav dibe. Ji xeynî dema verişînê, divê tu car xurek ji gedeyê ber bi soriçikê neherike. Hin caran dibe ko guşer sist bimînê an jî girjbûna wan lawaz be, di rewşek wisa de, xurek ji gedeyê ber bi soriçikê paşdiherike. Ev rewş wekî nexweşiya dilekizê (reflu) (bi înglizî: heartburn) tê bi navkirin[9].

Gede biguhêre

  Gotara bingehîn: gede

Gede endama herisê ye. Dişibe kîsekî(tûrek) masûlkî di navbera soriçik û rûviya zirav de. Gede di binê navpençikê(diyafram), li aliyê çêpê, li jorê Zikekelênê de cih digire[8]. Gedeya tijî dişibe pîta J yê[7]. Rûyê hundirîn a gedeya vala qurmiçî ye. Di dîwarê gedeyê de sê cure lûsemasûlke rêz bûne. Masûlkeyên bi şêweya bazinî, masûlkeyên dirêjkî û masûlkeyên çeperast (dîagonal) li ser diwarê gedeyê de rêz dibin. Rûyê hundirîn ê dîwarê gedeyê bi çîna rûkeşeşaneyê sergirtî ye. Xaneyê rûkeşeşaneyê madeya lînc der didin. Perdeya lînc (lînceperde) şaneyên gedeyê ji asîd û enzîmên nav gedeyê diparêze[1]. Du guşerên (givêşk) gedeyê, hatin û derketina xurekan a nav gedeyê kontrol dikin. Guşera di navbera sorinçik û gedeyê wekî guşera kardiak tê bi navkirin. Guşera di navbera gede û rûviya zirav jî wekî guşera pîlorî bi nav dibe[8].

Di gedeyê de herisa mekanîk û herisa kîmyayî rû dide. Xurek di nav gedeyê de ji ber culeya(livîn) perîstaltî bi awayek fîzîkî tê heriskirin. Xurekên di gedeyê de nermbûyî, dişibe şorbeyek tîr a nîvherik. Ev rewşa xurekan wekî kîmos(chyme) bi nav dibe[1]. Xurekên proteînî cara pêşîn li nav gedeyê rastê enzîmên herisê tên. Enzîma pepsîn xurekên proteînî perçe dike bo polîpepdîdên hûriktir.

 
Dîwarê gedeyê ji çar çînan pêk tê.

Masûlkeyên gedeyê ji aliyê sistema demar a xweser(xweye koendama demar) ve tê kontrolkirin. Sîstema demarî ya xweser ji sîstema sîmpasawî û parasîmpasawî pêk tê. Sîstema parasîmpasawî bi navbeynkariya demara vagus ji bo zêdekirina girjbûnê sînyal radigihîne masûlkeyên gedeyê. Sîstema sîmpasawî jî berevajiyê sîstema parasîmpasawî kar dike û lêza çalakiya gedeyê kêm dike. Li gel sîstema demar , hormon jî li ser çalakiya gedeyê de bibandor in[4]. Hormona gastirin ji aliyê xaneyên lînceperdeya gedeyê ve tê berhemkirin. Gastirîn di nav xwînê de ber bi rijênên gedeyê ve tê guhastin. Gastirîn rijênan han dike ko hê pirtir ji şileya gedeyê berhem bikin û der bidin. Şileya gedeyê(gastric juice) ji asîda hîroklorî(HCl), sodyum klorîd(NaCl) û Potasyum klorîd(KCl) pêk tê.

Karê gedeyê

  • Xurek ji bo demek di nav gedeyê de tê embarkirin, bi vî awayê, ji bo enzîma pepsînê derfeta çalakbûnê çê dibe. Pepsîn xurekên proteînî yên nav gedeyê diherisîne bo firepeptîdan.
  • Diwarê gedeyê ji sê çînên masûlkeyên lûs pêk tê. Bi girjbûn û xavbûna van masûlkeyan gedê mîna meşkê tê kilandin û guşandin, xurek û derdanên gedeyê li nav hev dikevin. Ev rewş dibe sedema herisa mekanîkî.
  • Gede bi alîkariya guşera pîlorî xurekê(kîmos) hêdî bi hêdî, beş bi beş ber dide nav rûviya zirav. Bi vî awayê heriskirin û mijandina xurkan ji aliyê rûviyan ve hê hêsantir çê dibe[7].
  • Hinekî av, alkol, xwê û derman gava hîn li nav gedeyê ne, tê mijandin û tevlê xwînê dibin[2].
  • Ji ber derdana asîda hîdroklorîk, pH a nav gedeyê li derdora 1,5-2,5 e ango şileya gede asîda bi hêz e. Bi hebûna vî asîdê, gede li hember hokarên nexweşiyê bergiriya giştî dabîn dike.
  • Ji ber hawirdora asîdî, xwêyên hesinî yên nav xurekan di gedeyê de dihele, bi vî awayê hesin di rûviya zirav de bi hêsanî tê mijandin.
  • Xaneyên dîwarê gedeyê lîncemade der didin, madeya lînc rûyê gedeyê xijokî dike, xurek bi hêsanî di nav coga herisê de xiş dibin.

Rûviya zirav biguhêre

  Gotara bingehîn: Rûviya zirav

Rûviya zirav di navbera gede û rûviya stûr de bi awayek badayî dirêj dibe. Rûviya zirav bi qasî 6 – 7 metre dirêj e. Firehiya coga rûvî 2.5 cm e. Rûviya zirav ji sê beşan pêk tê. Rûviya donzdetilîk (rûviya donzdegirê), rûviya vala, rûviya badayî[10].

Rûviya donzdetilîk biguhêre

Rûviya donzdetilîk an jî rûviya donzdegirêk (bi înglîzî: duodenum) navê xwe ji dirêjîya xwe digire. Dirêjiya rûviya donzdetilîkê bi qasî donzde tilî an jî 25 cm e. Ji bo herisa mekanîk a çewrî, ji kezebê zerav tê derdan, zerav bi navbeynkariya cogê tevlê xurekên nav donzdetilîkê dibê. Herwisa ji bo herisa kîmyayî jî ji pankresê enzîmên herisê tevlê donzdetilîkê dibe.

Rûviya vala biguhêre

Rûviya vala an jî rûviya birçî (bi Înglîzî: jejenum): Dirêjiya wê bi qasî 2.5 metre ye. Mijîna xurekan cara pêşîn di rûviya vala de dest pê dike.

 
Li ser rûyê hundirîn a rûviya zirav de hin pêkhateyên mîna tilî hene navê van pêkhateyan memîle ye

Rûviya badayî biguhêre

Rûviya badayî (bi înglîzî: ileum) beşa dawî ya rûviya zirav e. Dirêjiya wê bi qasî 3.6 metre ye. Di kotahiya rûviya badayî de rûviya stûr dest pê dike.

Ji bo herisa kîmyayî û mijîna xurekan, xurek bi qasî 12 saet di nav rûviya zirav de dimîne. 90% ê xurek û av ji dîwarê rûviya zirav tê mijandin û tevlê xwînê dibe[11]. Li ser rûyê hundirîn a rûviya zirav de hin pêkhateyên mîna tilî hene navê van pêkhateyan memîle (bi ingilîzî: yekjimar “villus”, pirjimar “villi”)ye. Memîle bi çînek xaneyên rûkeş ve dapoşî ye. Rûkeşexane jî ji bo zêdekirina rûyê rûviya zirav, parzûna xaneyê ber bi coga (lumen) herisê dirêj dike, li ser rûyê xaneyê pêkhateyên wekî mîna kulkan peyda dibe. Ev pêkhate wekî wirdememîle (bi ingilîzî: yekjimar “microvillus”, pirjimar “microvilli”) bi nav dibe[12]. Ango wirdememîle ji parzûna xaneya rûkeş pêk tê. Memîle û wirdememîle rûyê hûndirînê rûvî firehtir dike, bi vî awayî xurek bi hêsanî tê mijandin. Mirovên ko di rûviya wan da bi têra xwe laktaz çê nabe, wekî nexweşên kêmtoleransiya laktozê bi nav dibin (bi îngilîzî:lactose intolerance)[13]. Ev kesan gava şîr vedixwin, laktoz di rûviya wan da nayê heriskirin û dibe sedema vijik û gazên rûvî.

Di nav genim, ceh û çewder de komek proteîn heye navê wî gluten e. Koendama bergiriyê ya hin mirovan glutenê wekî hokara nexeşiyê dehesibîne û li hember glutenê bergirî dabîn dike. Kêmtolerasnsiya glutenê wekî nexweşiya sîliyak tê bi navkirin.(bi îngilîzî: celiac disease)[9].

Rûviya stûr biguhêre

  Gotara bingehîn: Rûviya stûr
 
Rûviya stûr ji çar beşan pêk tê.

Rûviya stûr beşa dawî ya coga herisê ye, ji kotahiya rûviya badayî ya beşa rûviya zirav dest pê dike, heta komê(pind) di nav zikekelênê de dirêj dibe. Firehiya coga rûviya sûtûr 6.5 cm e. Dirêjiya rûviya stûr bi qasî 1.5 metre ye. Xurek di coga herisê de bi tevahiyê nayên heriskirin. Li gel xurekên neherisî, hin kanza( mîneral) û av jî derbasî rûviya stûr dibe.

Karê sereke ya rûviya stûr;

  • Av, xwê û kanza ji nav kîmosê dimije.
  • Di nav rûviya stûr de hinek bakteriyên sûdbexş dijîn, van bakteriyan vîtamînên wekî vîtamîna K û vîtamînên B berhem dikin. Ev vîtamînan jî ji aliyê rûviya stûr ve tê mijandin û tevlê xwînê dibin.
  • Pîsayî kom dike û bi derketina destavê ji laş dûr dixe.

Xurek bi %90 di rûviya zirav de tê mijandin. Rojê bi qasî lîtreyek xurek dikeve nav rûviya stûr. Piraniya av û iyonên nav xurekên neherisî di rûviya stûr de tê mijandin. A paşmayî êdî ne wekî mîna kîmosa şorbeyî ye, lê piçêk ziha ye ev pêkhate wekî pîsayî tê bi navkrin.

Pîsayî di tortorîkê(rektum) de tê berhevkirin û bi derketina destavê jî ji laş tê dûrxistin. Ji bo her 1000mL (mîlî lître) paşmayiyên xurek ên dikevin nav rûviya kor, 700 mL di nav rûviya stûr de tê mijandin, tenê 300 mL ji paşmayî dibe pîsayî.

Rûviya stûr memîle û pêçanên bazinî lixwe nagire. Paşmayiyên xurek bi qasî 12-24 seat di nav rûviya stûr de dimîne, ji rûviya kor ber bi tortorîkê hedî bi hêdî bi culeya perîstaltî tevdigere. Di rûviya stûr de ji bo heriskirinê tu enzîm nayê derdan, loma li vir herisa kîmyayî pêk nayê[3][7].Rûviya stûr ji çar beşan pêk tê; rûviya kor, kolon, tortorîk û kom[13] .

Rûviya kor biguhêre

Beşa rûviya zirav û rûviya stûr digihîjin hevdu wekî bi şêweyê kîsî ye. Ev beş wekî rûviya kor bi nav dibe. Ji rûviya kor pêkhateyêk wekî mîna tiliya qilîçkê dirêj dibe navê vî pêkhateyê rûviya zêde ye (apandîs). Dirêjiya rûviya zêde bi qasî 8-9 cm e. Ji bo koendama herisê, tu erka rûviya zêde tune ye.

Kolon biguhêre

Kolon beşa herî dirêj a rûviya stûr e. Kolona rûviya stûr ji çar beşan pêk tê. Kolona hilkêşayî, kolona berwarîkî , kolona dakêşayî û kolona S-şeweyî ye[10].

Tortorîk biguhêre

Tortorîk (rektum) beşa dawî ya rûviya stûr e. Erka serekî ya tortorîkê embarkirina pîsayî ye. Tortorîk cogek masûlkî ye, loma ji bo embarkirina paşmayiyên xurekan bi hêsanî fireh dibe. Dirêjiya tortrîkê bi qasî 13 cm e. Kolon pîsayiyê ber bi tortrîkê ve tehn dike, di nav tortorîkê de zêdebûna pîsayî dibe sedema firehbûna tortorîke. Firehbûn bandor li ser masûlkeyên dîwara tortorîkê dike, masûlke tên kişandin. Ev hêza kişandinê ya li ser masûlkeyan dibe sedema çêbûna xwesteka derketina destavê[7]. Hekê mirov derketina destavê paş ve bavêje, pîsayî di hundirê rûviya stûr de ji bo demek dirêj dimîne, hê pirtir av ji pîsayî tê mijandin. Ji ber kêmbûna ava pîsayî, dibe ko mirov zikgirî(qebizî) bibe[14]. Lê heke paşmayî pir zû ji laş bê avitin, vê gavê ji ber ko ava nav pîsayî bi têra xwe nayê mijandin, egera nexweşiya zikçûne (vijik) çê dibe[10]. Li gel nexeşiya zikçûn û zikgirî (qebiz), nexweşiyên wekî bawesîr (basûr), kulbûna rûviya zêde (apendîst) û şêrpenceya kolon, hin ji nexweşiyên bi rûviya stûr ve têkildar in.

Endamên alîkarê herisê biguhêre

Rijênên lîkê, kîsikê zeravê, kezeb û pankreas wekî endamên yarîder(alîkar) bi nav dibin. Endamên alîkar ne beşek ji coga herisê ne, lê li derdora coga herisê de cih bûyî ne. Enzîm û berhemên xwe bi navbeynkariya cogan, dirijînin nav coga herisê. Kezeb ji bo heris a mekanîk zerav berhem dike û der dide. Rijenên lîkê û pankrease enzîmên herisê berhem dikin û der didin.

Kezeb biguhêre

  Gotara bingehîn: Kezeb
 
Di nav zikekelênê de cihê kezebê.

Kezeb[15], kezeba reş[16], an jî ciger. (Bi înglîzî liver, bi yewnanî hepar (ἧπαρ) ) Kezeb li aliyê rastê çaryeka jorê ya zikekelênê de li bin navpençikê de cih bûye. Giraniya kezebê bi qasî 1- 2.3 kîlogram e[11]. Kezeb rijênî herî gewrê ya laş e. Kezeb ji aliyê jor ve wekî du pilên serekê, pila çepê û pila rastê xuya dibe[3]. Ji bo heriskirinê, karê serekê ya kezebê berhemkirin û derdana zeravê ye. Herisa mekanîk a çewrî bi alîkariya zeravê rû dide. Kezeb rojê bi qasî 1.5 lître zerav berhem dike.

Erka kezebê biguhêre

  • Metabolîzmaya karbohîdratan

Piştî xwarinê, rêjeya glukoza xwînê berz dibe, kezeb bi navbeynkariya hormona însulunê, hinek glukozê diguherîne bo glîkojenê. Bi vî awayê glukoza xwînê dadikeve asta asayî. Dema mirov birçî ye, asta glukoza xwînê ji rêjeya asayî kêmtir dibe. Vê gavê hormona glukagonê, kezebê han dike ji bo perçekirina glîkojen û bi destxistina glukozê. Glukoza bi destketî ji kezebê belavê laş dibe û asta glukoza xwînê derdikeve asta asayî[1].

  • Metabolîzmaya çewrî

Çewriyên embarkirî di kezebê de tê guhertin û ji bo destxistina ATP tê bi karanîn.

  • Metabolîzmaya proteînan

Proteîn ji asîden amînî tên çêkirin. Gava asîdên amînî bi bendê peptîdî li hev tên girêdan, ji hin asîdên amînî beşa nîtrocenî(koma amînê) tê dûrxistin, ji van beşên nîtrocenî di kezebê de ure tê çêkirin[14]. Kezeb ji asîdên amînî beşa nîtrocenî diqetîne, ev beşê bi molekulên karbohîdradî ve girê dide û ji vana asîdên amînî yên nebingehîn çê dike. Kezeb ji asîdên amînî proteînên plazmaya xwînê çê dike. Albumîn, globulîn û proteînên ji bo xwînmeyînê mînakên proteînên plazmayê ne[13].

  • Perçekirina xirokên sor û bergiriya li dij hokarê nexweşiyê

Di kezebê de xaneyên hellûşênera gewre yên kezebê heye. Van xaneyan wekî xaneyên Kupffer tên bi navkirin. Xaneyên hellûşêner li dij hokarên nexweşiyê bergiriyê dabîn dikin. Herwiha evan xaneyan di kezebê de xirokên sor ên mirî jî perçe dike.

  • Ji derman û madeyên jehravî, dûrxistina jehrê

Li gel alkol, paşmayiyên hokarên nexweşiyê, hin derman û xurek madeyên jehravî lixwe digirin. Kezeb hewl dide ko jehra nav laş bêbandor bike û ji laş dûr bixe.

  • Guherandina amoyakê

Dema asîdên amînî di nav xaneyê de tê perçekirin , li gel karbona dîoksîd, amonyak(NH3) jî peyda dibe. Amonyak ji bo xaneyên laş, bi taybet ji bo xaneyên koendama demar, madeya jehravî ye. Kezeb amonyakê diguherîne ure yê[1]. Ure li gor amonyakê he kêmtir ziyanbexş e.

  • Dawîanîna çalakiya hormonan

Hormonên wek însulîn, glukagon, kortîzol, aldesteron, tîroîd û hormonên zayendê, piştî cihanîna erka xwe ji aliyê xaneyên kezebê ve tê perçekirin.

  • Embarkirin

Kezeb, glîkojen, hesin, mis(paxir), vîtamînên wekî vîtamîna A, D, E, K û B12 embar dike.

  • Derdana zeravê

Xaneyên kezebê zeravê berhem dike û der dide. Şileya zeravê ji xwêyên zeravê, pîgmentên(madeya rengdar) zeravêû kolesterolê pêk tê[1].

Nexweşiyên kezebê biguhêre

Hewkirdina kezebê ya vîrusî biguhêre

ji ber vîrusan kulbûna(hewkirdin) kezebê , wekî nexweşiya hepatît bi nav dibe. pênç cureyên nexweşiya hepatît heye. Hokarên kulbûna kezebê vîrus in. Li gor cureya virus nexweşiya kulbûna kezebê jî wekî hepatît A, hepatît B, hepatît C, hepatît D û hepatît E tê bi navkirin. Di nav gel de nexweşiya kulbûna kezebê (hewkirdina kezebê) wekî nexweşiya zerikê jî bi nav dibe. Lê zerikî bi tena serê xwe nexweşî nîn e, yek ji nîşanên nexweşiya kezebê ye.

Sîroz biguhêre

Sîroz yek ji nexweşiyên kezebê ye. Bi nexweşiya sîrozê, peşî li kezeb çewrî zêde dibe, paşê şaneyên kezebê diguherin û neçalak dibin[11].

Nexweşiya avbendî(bi ingilîzî;edema) biguhêre

Di laşê mirovên bi nexweşiya sîrozê de av tov dibe. Li gel tevahiya laş, bi taybet şilemenî li derdora kezebê li zikê mirov de hê pirtir berhev dibe, loma zikê mirov diwerime. Ev rewş wekî avbendî bi nav dibe.

Kîsikê zeravê biguhêre

  Gotara bingehîn: Zeravdank
 

Kîsikê zeravê, zeravdank (bi îngilizî: gallbladder) kîsek bi rengê kesk e. Di binê kezebê de li aliyê rastê de cih bûye. Kîsikê zeravê, kîsikek masûlkî yê bi şeweya hirmî ye. Dirêjiya wî bi qasî 8–10 cm ye û bi qasî 50 mîlîlître zerav embar dike[3]. Kîsikê zeravê ji sê beşê serekê pêk tê. Binik (fûndûs), laş û stu[3]. Binik beşa herî fireh e. Stû bi coga kîsikê zeravê ve girêdayî ye. Zerav ji kezebê bi riya coga kîsikê ber bi kîsikê zeravê diherike, zerav di kîsikê zeravê de tê embarkirin. Gava pêdivî bi zerava embarkirî hebe, zerav bi riya heman cogê ber bi donzdetilîkê diherike[11]. Girjbûna masûlkeyen kîsika zeravê ji aliyê koendama demar û hormona kolesîstokînîn ve tê kontrolkirin[17].

Erka kîsikê zeravê

  • Kîsikê zeravê zerav embar dike, gava pêdiviya coga herisê bi zeravê hebe, zerava embarkrî berdide nav coga zeravê[7].
  • Di dema embarkirinê de, rûkeşexaneyên lînceperdeya kîsikê zeravê, ava nav zeravê dimijîne bi vî awayê zerav tîr dibe, ango xestî ya zeravê zêde dibe.

Nexweşiyên Kisikê zeravê biguhêre

kevirên kisikê zeravê: Hin caran dibe ko di nav kîsikê zeravê de an jî di cogên zeravê kevir peyda bibin. Heke kolesterola tîr û îyonên kalsiyumê têkilê hev bibin, di nav kîsikê zeravê de çêbûna kevir rû dide[10].

Pankreas biguhêre

  Gotara bingehîn: Pankreas
 
Pankreas rijênê têkel e.

Pankreas hem wekî endama koendama herisê, hem jî yek ji endamên koendama hormon tê hesibandin[7]. Bi eslê xwe pankreas rijên e. Ji bo koendama herisê enzîm û şileya pankreasê, ji bo koendama hormon jî hormon berhem dike û der dide. Enzîmên herisê bi navbeynkariya cogan digihîne rûviya donzdetilîkê. Hormonên di pankreasê de hatine berhemkirin rasterast tevlî xwînê dibin, loma bi vî erka xwe pankreas wekî rijênê bêcogî, ango korerijên tê hesibandin. Penkreas endamek nerm û pilokdar(bi îngilîzî:lobular) e. Rengê wê pembeyî – gewrîkî ye. Dirêjiya pankreasê bi qasî 12-15 cm ye, giraniya wê 60 gram e. Pankreas li beşa jor a zikekelênê de li aliyê çepê, li pişt gedeyê de cih digire. Rijênê pankreas ji sê beşê serekê pêk tê; serî, laş û dûvik[3].Di zimanê latînî de wateya tirî “acinus” e, xaneyên pankreasê yên enzîm berhem dikin, wekî mîna hebên gûşiya tirî li dora cogên pankreasê kombûyî ne, loma navê van xaneyan jî xaneyên asînî (bi îngilîzî: acinar cells) hatiye dayîn. Li pankreasê enzîmên amîlaz, lîpaz, nukleazê, trîpsînojen û kîmotrîpsînojen tên berhemkirin û derdan[3].Di navbera xaneyên asînî de komên xaneyên taybet wekî mîna dûrgeh(girav) belavî ne. Ev komên xaneyan, wekî Dûrgeha Langerhans bi nav dibin. Xaneyên dûrgeha Langerhans hormon berhem dikin û rasterast ber didin nav xwînê. Dûrgeha Langerhans sê cure xane lixwe digire; xaneyên alfa, xaneyên beta û xaneyên delta[13]. Xaneyên alfa, hormona glukagon xaneyên beta, hormona însulînê berhem dike û der dide. Çalakiya pankreasê ji aliyê koendama demar û koendama hormon ve tê kontrolkirin. Hormona kolesîstokînîn û hormona sekretîn ji aliyê rijenên rûviya zirav ve tên berhemkirin û derdan. Kolesîstokînîn xaneyên asînî yên pankreasê han dike ji bo derdana şileya pankreasê. Hormona sekretîn jî derdana îyonên bîkarbonatê han dike. Herwiha derdana şileya pankreasê ji aliyê sîstema sîmpasawî û sîstema parasîmpasawî ve jî tê kontrolkirin. Sîstema parasîmpasawî bi navbeynkariya demara vagusê, derdana şileya pankreasê han dike[11].

Herisa kîmyayî biguhêre

  Gotara bingehîn: Herisa kîmyayî

Hin curê xurek wisa hûrik in ko ne hewce ye bê heriskirin, rasterast bi hêsanî ji coga herisê derbasî nav xwînê û xaneyan dibe. Wekî mînak; av, xwê, vîtamîn, glukoz, fruktoz, kanza(mîneral) hwd. Xwarinên rojane bi gelemperî ji molekulên aloz pêk tên[10]. Goşt, nan, hêk, hemû cûre rûn, şekirê çayê, şîr, pênir, savar, birinc, maqarnê û hwd molekulên aloz lixwe digirin. Di nav van xurekan de li gel molekulên sakar, molekulên aloz ên wekî proteîn, nîşa, glîkojen, çewrî û asîdên nukleî( ADN, ARN) heye. Molekulên aloz wekî molekulên gewre (makro molekul) bi nav dibin û ji ber qebareya xwe ya gir, nikarin ji parzûna xaneyê derbasî nav xaneyê bibin. Molekulên aloz pêşî di coga herisê de bi navbeynkariya enzîman tê hilweşandin bo molekulên sakar(sade), paşê molekulên sakar dikevin nav xaneyan. Hilweşandina molekulên gewre ya bi navbeynkariya enzîman û bi lê zêdekirana avê, wekî herisa kîmyayî tê bi navkirin[11]. Herisa kîmyayî hem di nav coga herisê, hem jî di nav xaneyan laş de rû dide. Di coga herisê mirov de di dev, gede û rûviya zirav de bi derdana enzîman, xurek bi herisa kîmayayî tê têkşikestin. Ji bo herisa kîmyayî, divê şert û mercên hawirdor a heriskirin rû dide, guncav be. Ji bo heriskirinê, divê enzîma guncav, pH a guncav, germahiya guncav û bi têra xwe av hebe.

Heriskirina karbohîdradan biguhêre

  Gotara bingehîn: Herisa karbohîdradan

Xwarinên rojene yên wekî; lazût, kartol, pîvaz, tivir, gêzer, savar, birinc, şîr, penêr, şekira çay, hingiv, bîra(bi îngilîzî beer), hemû tiştên ji arvan çêbûyî (nan, maqarne, biskiwît, hwd), hemû cureyên fêkî( zebeş, tirî, sêv, mişmiş, porteqal hwd), bastêq û dimis mînakin ji bo xurekên karbonhîdradî. Karbohîdrat ne navê yek, lê navê komek made ye ko wek sakkarîd jî tên bi navkirin.

Li gor qebareya molekulê, xurek sê cure karbohîdrad lixwe digirin, monosakkarîd, dîskkarîd û polîsakkarîd. Monosakkrîda nav xurekan, bê ko bên heriskirin, rasterast di rûviya zirav de tê mijandin û tevlê xwînê dibe. Glukoz, fruktoz û galaktoz karbohîdradên monosakkarîdî yê şeşkarbonî ne. Du molekul monosakkarîd bi awayek kîmyayî yek dibin û karbohîdradên dîsakkarîd çê dikin. Sukroz (şekira çayê), laktoz (şekira şîrê), maltoz( şekira bîrayê) cureyên dîsakkarîd in. Karbohîdradên dîsakkarîdî pêşî tê heriskirin bo monosakkrîdan, paşê tev lê xwînê dibin. Polîsakkarîd karbohîdradên herî gir û aloz in. Bi hezaran molekul glukoz bi awayek kîmyayî bi hev re tên girêdan, bi vî awayê polîsakkarîdên wek nîşa û glîkojen peyda dibin. Karbonhîdradên polîsakkarîdî di dev û rûviya zirav de tê heriskirin bo glukozê. Herisa karbohîdradên polîsakkarîdî di devê mirovde dest pê dike, li rûviya zirav de heriskirin bi davî dibe. Heriskirina dîsakkarîdan di rûviya zirav de rû dide. Di dev de amîlaza lîkê nîşayê hildiweşîne bo dekstrîn û maltozê. Dekstrîn jî karbohîdrada polîsakkarîdî ye, lê ji molekula nîşayê hûriktir e[18]. Amîlaz di dorhêla asîdî de hildiweşe û kar nake. Herwiha li gedeyê ji bo heriskirina karbohîdradan enzîm jî nayê derdan, loma di gedeyê de herîskirina nîşayê jî rû nade. Pankreas ji bo heriskirina nîşayê, amîlaz berhem dike û der dide nav rûviya donzdetilîkê. Amîlaza pankreasê nîşaya ne hersbûyî ya ko ji çalakiya amîlaza lîkê filitiye heris dike bo maltozê. Di rûviya zirav de li gel nîşa û dekstrînê, karbohîdraden dîsakkarîdî jî tên heriskirin. Ji xeynî pankreasê, rûkeşexaneyên rûviya zirav jî hîn enzîman berhem dikin bo dîsakkarîdan û der didin nav rûviyê. Dekstrînaz, maltaz, sukraz û laktaz enzîmên rûviya zirav e[10]. Di rûviya zirav de xurekên karbohîdradî heris dibin bo monosakkarîdan. Monosakakrîd molekulên sakar in, ji aliyê memîleyên li ser rûyê rûviya zirav de tên mijandin û tevlê xwînê dibin.

 
Bi herisa kîmyayî, ji molekulên aloz, molekulên sakar tê bi destxistin.

Heriskirina proteînan biguhêre

  Gotara bingehîn: Herisa proteînan

Di devê mirov de ji bo heriskirina proteînan enzîm tune, di dev de tenê herisa mekanîk a proteînan rû dide. Proteîn di coga herisê de, di gedeyê de cara yekem rastê enzîma herisê tê. Enzîma pepsîn di xaneyên gedeyê de tê berhemkirin. Pepsîn proteînan hildiweşîne bo polîpeptîdên hûriktir. Gedê bi xwe jî gellek proteîn lixwe digire. Xaneyên gedeyê enzîma ji bo heriskirina proteînan bi awayekî neçalak berhem dikin û der didin nav gedeyê. Enzîma neçalak wekî pepsînojen tê bi navkirin[10]. Xaneyên gedeyê li gel pepsînojenê, asîda hîdroklorî(HCl) jî berhem dike û der dide nav gedeyê. Asîda hîdroklorî pepsînojenê çalak dike, pepsînojena çalakbûyî êdî wekî pepsîn bi nav dibe. Pepsîn proteînan hildiweşîne bo molekulên hûriktir, ev molekulan wekî polîpeptîd tê bi navkirin. Polîpeptîd ji proteînan hûriktir e, lê hê jî makromolekul e û ji bo tevlê xwînê bibe, divê hê zêdetir bê hilweşandin. Ji pankreasê li gel enzîma çalak a karboksîpeptîdazê, enzîmên trîpsînojen, kîmotrîpsînojen jî bi awayekî neçalak tên berhemkirin û derdan. Ji xaneyên dîwarê rûviya donzdetilîkê de enzîmek bi navê enterokînaz (wekî enteropeptîdaz jî tê zanîn) tê derdan. Enterokînaz trîpsînojenê çalak dike. Trîpsînojena çalakbûyî wekî trîpsîn tê bi navkirin. Tripsîn jî kîmotrîpsînojenê çalak dike. Ev herdu enzîmên çalakbûyî; trîpsîn û kîmotrîpsîn, li ser polîpeptîdan bandor dikin û polîpeptîdan hildiweşînên bo polîpeptîdên hûriktir her wiha hinek asîdên amînî jî peyda dibe. Ji xeynî pankreasê, xaneyên rûviya zirav jî enzîm berhem dike û der dide ser xurekê. Ji dîwarê rûviya zirav enzîmên karboksîpeptîdaz, dîpeptîdaz û amînopeptîdaz tê derdan[4]. Van enzîman polîpeptîdên hûrik perçe dikin bo asîdên amînî. Bi herisa gedeyê û ya rûviya zirav proteînê xurekê tên hilweşandin. Monomerên proteînê; asîdên amînî, bi têra xwe hûrûk in, memîleyên li ser dîwarê rûviya zirav asîdên amînî dimijîne û tevlê xwînê dike.

Heriskirina çewriyan biguhêre

  Gotara bingehîn: Herisa çewriyan

Rûn, don, û bez ên ji xurek tên bi destxistin; wekî trîglîserît tê bi navkirin. Herwiha ji ber ko molekula trîglîserît nêtar e, ango barê + û – lixwe nagire, molekula trîglîserît wekî rûnê netarî jî tê bi navkirin. Trîglîserîd ji bo bi destxistina ATP, çêkirana parzûna xaneyê û hin hormonan tê bi karanîn. Molekula trîglîserîtê ji molekulek glîserol û sê molekulên asîda çewrî pêk tê. Trîglîserîd molekula gewreye, di coga herisê de pêşî bi herisa mekanîk û kîmyayî tê hilweşandin bo monoglîserîd û asîdên çewrî, paşê xaneyên rûviya zirav van herdu molekulê sakar dimijîne û tev lê şileya lîmfê dike. Lîpaz enzîma herisê ye ji bo çewrî. Di laşê mirov de ji xaneyên ziman, ji xaneyên gedeyê û ji xaneyên asînî yên pankreasê lîpaz berhem dibe. Lîpaza zimanî û lîpaza gedeyî, di gedeya mirov de çalak dibin. Dilopên çewriya nav gedeyê gir in, çewrî di avê de natiwawê loma lîpaz di gedeyê de bi têra xwe kar nake[19]. Anko ji bo heriskirina çewriyan qada bingehîn rûviya zirav e. Ji kezebê zerav tê berhemkirin û derdan. Zerav dilopên çewrî perçe dike bo dilopên hûriktir, bi vî awayê, enzîm bi hêsanî xwe li ser rûyê dilopên çewrî ve girê dide. Pankreas ji bo herisa çewrî enzîma lîpazê der dide. Bi çalakiya lîpazên pankreasî, molekulên trîglîserîdê hildiweşe bo asîdên çewrî, û monoglîserîdê[13].  Dibe ko li gel van molekulên sakar, bi herisbûna trîglîserîdê, glîserol jî peyda bibe.

Mijîna xurekan biguhêre

  Gotara bingehîn: mijîna xurekan
 
Piştî mijînê, çewrî di nav şileya lîmfê de tê guhastin

Xurek ji dev hetanî tortorikê di nav coga herisê de diherike. Coga herisê di nav laşê mirov de ye, lê xurekên nav cogê ne di nav xane û şaneyên mirov de ye. Ji bo ji xurekan sûd bigire, divê xurek bikeve nav xaneyên laş. Hin ji xurekemadeyan, rasterast li dev û gedeyê tê mijandin, lê qada esasî ji bo mijîna xurekan rûviya zirav e. Ji rûyê navî ya rûviya zirav pêkhatyên wekî mîna tilî ber bi xurekan ve dirêj dibe, ev pêkhate wekî memîle bi nav dibe[8]. Memîle rûberê rûyê navî yê rûviya zirav fireh dike. Rûyê memîle bi rûkeşexane yên mijer dapoşî ye. Xaneyên mijer jî Ji bo zêdekirina rûyê rûviya zirav, ji parzûna xaneyê pêkhateyên wekî mîna kûlkan, ber bi valahiya coga herisê (lumen) dirêj dikin. Ev pekhateyan wekî wirdememîle tê binavkirin. Memîle û wirdememileyan rûyê rûviya zirav bi qasî 300m2 fireh dike, ev rûyê fireh ji bo guhestina xurekan a ji coga herisê derfet çê dike. Xurek pêşî ji valahiya cogê derbasî xaneyên mijer dibe, paşê bi navbeynkariya lûleyên xwînê û lîmfê belavê laş dibe. Piraniya yekeyên(monomer) karbohîdrad, çewrî û proteînan di beşa rûviya birçî ya rûviya zirav de tê mîjandin. Xwêyên zeravê û vîtamîna B12 di kutahiya rûviya badayî de tê mijandin. Memîle, mûlûleyên xwînê û lîmfê lixwe digire. Mûlûleyên memîleyan xurekê dimijîne. Asîdên çewrî û monoglîserîd di nav xaneyên rûkeş de yek dibin bo trîglîserîdê. Trîglîserîd bi proteîn, fosfolîpîd û kolestrolê ve yek dibe. Ev pêkhate wekî şîlomîkron tê bi navkirin. Şîlomîkron ji xaneyên rûkeş derbasî mûlûleyên lîmfê dibe û di nav şileya lîmfê de ber bi dil ve tê guhestin. Herwiha, vîtamînên di lîpîd de tiwawe ; Vîtamîna A,D,E û K jî bi şileya lîmfê tê guhastin. Ji xeynî çewrî, xurekên din ji rûkeşexaneyan derbasî nav mûlûleyên xwînê dibin[7]. Xurekên di nav mûlûleyên xwînê bi navbeynkariya xwînhênera derî ya kezebê, ber bi kezebê ve tê guhestin. Hinek av, vîtamîn, kanza û hin derman ji aliyê xaneyên rûviya stûr ve tê mijandin. Di rûviya stûr de gelek cure bakterî dijin, lê vana ne bakteriyên ziyanbexş in[4]. Beravajî wî, hin ji van bakteriyan ji bo mirov sûdbexş in, xurekên neherisbûyî perçe dikin, di heman demê de vîtamînên B û vîtamîna K jî berhem dikin. Van vîtamînan ji aliyê xaneyên rûviya stûr ve tên mijandin û di xaneyên mirov de tên bi karanîn. Xurekên neherisbûyî û yên nehatine mijandin êdî wekî pîsayî bi nav dibe.

Rêkxistina koendama herisê biguhêre

  Gotara bingehîn: Rêkxistina herisê
 
Bi derdana hormonan çalakiya coga herisê tê rêkxistin

Ji bo despêkirin, domandin an jî dawîanîna heriskirin û mijîna xurekan, hemû şert û mercên coga herisê ji aliyê hormonên herisê û koendama demar ve tê rêkxistin. Li ser dîwarê coga herisê de gelek cure wergir hene, çalakiya van wergiran ji bo rêkxistina karê heriskirinê ye. Ji van wergiran, mîkanîkewergir, kîmîkewergir û osmosewergir dikarin pê ji kartêkerên(hişarker) mekanîkî, kîmyayî û osmosî bihesin. Wekî mînak, tijîbûn û firehbûna gedeyê ji ber xwarinê, cureya xurekan û mêjara avê û şilemenîyên nav xurekan ji bo wergiran hişarker e. Sinyalên ji wergiran bi navbeynkariya torên demar digihîjin koendama demar a navendî. Sînyalên ji wergiran, dibe ko derdana hormon û enzîman bide destpêkirin, an jî leza perîstaltiyê zêde an kêm bike. Masûlkeyên coga herisê û masûlkeyên li dîwarê lûleyên xwînê ji lûsemasûlkeyan pêk tê. Çalakiya lûsemasûlkeyan bi riya xweye demarekoendam ve tê kontrolkirin. Demarekoendama xweyî ji du sîsteman pêk tê; sîstema sîmpasawî û sîstema parasîmpasawî. Bi gelemperî sîstema parasîmpasavî çalakiya coga herisê zêde dike, sîstema sîmpasawî jî çalakiya heriskirinê kêm dike[4]. Ragihandinên ji koendama demar ber bi coga herisê, bi navbeynkariya demara vagus ve pêk tê[20]. Gellek hormon ji bo koendama herisê kar dikin, lê ji wana sê heb; gastrîn, kolesîstokînîn û sekretîn hormonên bingehînîn ji bo rêkxistina heriskirinê[13]. Ji xaneyên dîwarê gedeyê hormona gastrîn tê berhemkirin û derdan. Gastrîn jî hin xaneyên gedeyê han dike ji bo derdana asîda gedeyê(Asîda hîdroklorî (HCl)) û enzîma pepsînojenê. Gava gede vala ye, îcar divê derdana gedeyê jî kêm be, loma hormona enterogastron a di rûviya zirav de tê berhemkirin çalakiya gastrînê kêm dike. Li gel hormona enterogastronê, hormona sekeretîn û kolesîstokînîn jî ji aliyê xaneyên dîwarê rûviya zirav ve tê berhemkirin û derdan. Hormona kolesîstokînîn bandor li ser pankreasê dike ji bo derdana enzîmên herisê(amîlaz, lîpaz, trîpsînojen û kîmotrîpsînojen). Herwiha hormona kolesîstokînîn kîsikê zeravê jî girj dike, zerav ber bi rûviya zirav ve diherike[13]. Hormona sekretîn kezebê han dike ji bo berhemkirina zeravê, di heman demê de pankreasê han dike ji bo derdana îyonên bîkarbonatê. Îyonên bîkarbonat û xwêyên zeravê kîmosa asîdî ya ji gedeyê nû hatî, nêtar dikin. Bi vî awayê enzîmên herisê di rûviya zirav de hê baştir kar dikin.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b c d e f g Johnson, Leland G. (1987 )Biology. 2nd ed., Wm. C. Brown,. ISBN 0-697-04972-8
  2. ^ a b c d Villee, Claude Alvin, et al.( 1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4
  3. ^ a b c d e f g OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [1]
  4. ^ a b c d e Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
  5. ^ a b c ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, tongue [2]
  6. ^ Cullen, Katherine E.( 2009) Encyclopedia of Life Science. Facts On File. p434 ISBN: 0-8160-7008-3
  7. ^ a b c d e f g h Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  8. ^ a b c d Postlethwait, J. and Hopson, J. (2006).Modern biology. Orlando: Holt, Rinehart and Winston.
  9. ^ a b OpenStax Biology. 2013. [3]
  10. ^ a b c d e f g Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology. Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  11. ^ a b c d e f McKinley, Michael P.(2010) Human anatomy.3rd ed. McGraw-Hill Higher Education ISBN 978–0–07–337809–1
  12. ^ SCS Biology: A Molecular Approach, 9 th Edition New York,: Glencoe/McGraw-Hill Companies, Inc. ISBN 0-07-866427-6
  13. ^ a b c d e f g Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology. Boston, MA: Cengage Learning.
  14. ^ a b Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  15. ^ Kovara kurmançî, instituta kurdî li paris
  16. ^ Hüseyin Bektaş, Anatomiya bedena mirovan
  17. ^ ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA,Gallbladder. [4]
  18. ^ dextrin." The Columbia Encyclopedia, 6th ed.. . Retrieved July 17, 2019 from Encyclopedia.com: [5]
  19. ^ Bauer, E., Jakob, S., Mosenthin, R. 2005. Principles of physiology of lipid digestion. Asian-Aust. J. Anim. Sci. 18-2: 282-295.
  20. ^ ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, human digestive system. [6]