Mejiyê mirov
Mejî an mêşik, endamek ji laşê mirov û lawiran e ku dikeve nav kilox an tasa serî û kontrola sîstema demarî ya navendî dikit. Mejî endamê şirocekirina hestan û bersivandina li goreyê wan e.
Mejiyê mirovan | |
---|---|
![]() | |
Kilox û mejiyê mirovî | |
![]() | |
Lobên mejîyê:loba eniyê (pempe), Loba tasê (kesk) û loba patikê (hêşîn)Lobên mejîyê | |
Latînî | Cerebrum |
YaGray | subject #184 736 |
Sîstem | Sîstema demarî ya navendî |
Demara xwînber | Internal carotid arteries, vertebral arteries |
Xwînhêner | Internal jugular vein, cerebral veins, external veins, basal vein, terminal vein, choroid vein, cerebellar veins |
Mejî navenda kontrolkirina sîstema demarî ya navendî di lawiran da ye. Mejî di mirovan da endamê hizirînê ye û bi kiloxî dihêt parastin. Di piraniya lawiran da mejî nêzî endamên hestyarên serekî ji bo estên mîna bînahî, bîstahî, bêhnahî, hevsengî û çêşahiyê ye. Herçend e ko piraniya movikdaran mejî heye, nemovikdaran gelek caran tenê gilolik anko girêyeka rehikan heye. Hindek ji lawirên gelek despêkanî mîna îsfenciyan hema her mejî nîne.
Mejî yê lawirên bêmovik (mîna kêzikan) dikarit gelek sade bit û tenê çend demarek bin. Lê di mirovan da, zêdetir ji 100 milyon demaran di mêjî da hene.
Mejî, beşeke sîstema rehikan e.