Mûlûleya xwînê

Di nav lûleyên xwînê de a herî ziravtir e. Qalindiya mûlûleyan bi qasî 8-10 µm (mîkrometre) ye. Lumena mûlûleyan wîsa tenge ku xirokên sor bi rêza yekûyek di lûleyê de derbas dibin

Mûlûleya xwînê (bi înglîzî capillary)[1]di nav lûleyên xwînê de a herî ziravtir e. Qalindiya mûlûleyan bi qasî 8-10 µm (mîkrometre) ye[2] . Lumena mûlûleyan wîsa teng e ku xirokên sor bi rêza yekûyek di lûleyê de derbas dibin[3] . Seranserê hemû endam û piraniya şaneyan bi torên mûlûleyên xwînê dagirtî ne. Torên mûlûleya xwînê ji xwînberokan derdikeve û dirêjê xwînhênerokan dibe. Ango, di navbera xwînberok û xwînhênerokan de tora mûlûleya xwînê heye[4].

Tora mûlûleya xwînê di navbera xwînberok û xwînhênerokan de cih digire.

Erka mûlûleya xwînê

biguhêre
 
Navbera xwînê û şaneyan de guherîna madeyan li tora mûlûleyên xwînê de pêk tê.

Xwîna mirov ji lûleyan dernakeve derve, lê madeyên nav xwînê yên wekî; oksîjen, karbona dîoksîd, xurek, av, hormon û şileya xwînê ji mûlûleyan derbasî xane û şaneyan dibe. Her wisa madeyên nav xane û şaneyan jî bi navbeynkariya mûlûleyan derbasî nav xwînê dibe. Bi kurtasî, erka sereke ya mûlûleya xwînê, navbera xwîn û şaneyan de guhertina (alûgor) made ye. Dîwarê mûlûleya xwînê gelek tenik e û ji boy molekulên hûrik, wekî parzûnek nîvdelînbar kar dike. Wekî mînak: Di masûlkeşane (şaneya masûlke) de oksîjen û xurek ji parzûna xaneyên mûlûleyên nêzî dawiya xwînberokan, ji xwînê derbasî derdora masûlkeşane dibe. Karbona dîoksîd û madeyên paşmayî yên masûlkeşane jî ji parzûna xaneyên mûleleyên nêzî xwînhênerokan derbasî nav xwînê dibe.

Pêkhateya mûlûleya xwînê

biguhêre
 
Dîwarê mûlûleya xwînê ji çînek xaneyên epîtelî yên pahn pêk tê.

Dîwarê mûlûleyan ji çînek xaneyên epîtelî yên pahn pêk tê. Ev çîn wekî endotelîum tê bi navkirin. Çîna endotelîumê bi perdeya binyat (bi îngilîzî: basement membrane) ve dorpêçî ye[5][6]. Perdeya binyat xaneyên mûlûleyê li berhev digire û şiklê lûleyî dide mûlûleyan. Gelemperiya şaneyan tora mûlûleyan lixwe digire, lê mêjera tora mûlûleyên xwînê di hemû şaneyan de ne wekhev e. Şaneyên çalak ên wekî; masûlke, kezeb, pişik û gurçikan hê pirtir torên mûlûleya xwînê lixwe digirin. Şaneya korneaya çav, şaneya epîdermîs (rûkeşeşane) û kirkiroka hiyalîn bê mûlûleyên xwînê ne.

Di tora mûlûleya xwînê de guherîna madeyan

biguhêre
 
Li dîwarê mûlûleyê de ji bo guhertina madeyan,pestoya hîdrostayî û pestoya osmozî du hêzên sereke nê

Erka sereka ya mûlûleya xwînê, guherîna madeyan e. Ev guherîn bi du aliyan ve çêdibe. Hin made ji xwînê tên parzûnkirin û derbasî derdora xane û şaneyan dibe, hin made jî ji derdora şaneyan ber bi xwînê tên mijandin. Du hêz, pestoya hîdrostayî û pestoya osmozî li ser made guhertinê de bibandor in[6] [3]. Kîjan pesto zêde be, ew arasteya made guherînê diyar dike.

Pestoya hîdrostayî

biguhêre

Heke şilemenîyek di nav cihekî girtî de bimîne pestoya hîdrostayî peyda dibe. Mêjera pestoya hîdrostayî bi qebareye tasa girtî ve heye. Gava qebareya tasa girtî kêm bibe, pestoya hîdrostayî ya şilemenîya nav tasê zêde dibe. Dil bi lêdanê, xwînê pompe dike nav lûleyan bi herika şilemeniya xwînê lûle piçek fireh dibe lê ev firehbûn qebareya lumena lûleyê bi têra xwe zêde nakê, loma xwîn zorê dide dîwarê lûleyên xwînê û bi vî awayê pestoya hîdrostayî peyda dibe. Arasteya hêza pestoya hîdrostayî, ji lumena lûleya xwînê, ber bi derveyî lûleyê ye[3]. Madeyên nav xwînê ji ber hêza pestoya hîdrostayî tên parzûnkirin. Pestoya hîdrostayî ya beşa mûlûleya nezî xwînberok, herî bilind e[6]. Her ku ji xwînberokan dûr dikevin, pestoya hîdrostayî ya mûlûleyan jî kêm dibe.

Pestoya osmozî

biguhêre

Hêza duyem a li ser guherîna madeyên nav xwînê, pestoya osmozî ye. Pestoya osmozî ji ber proteînên nav xwînê peyda dibe[3]. Proteîna albumîn yek ji proteînên xwînê ye. Albumîn hertim di nav xwînê de dimîne, ji lûleyên xwînê dernakeve derve. Li her aliyê mûlûleya xwînê de mêjera albumîn westar (sabît) e. Loma hêza pestoya osmozî ya xwînê jî westar e[5] . Li her derê mûlûleya xwînê de hêza pestoya osmozî 25mmHg ye[6]. Aresteya hêza pestoya osmozî,ji derdora şaneyan ve ber bi lûmena mûlûleya xwînê ye. Ango Pestoya hîdrostayî û pestoya osmozî dijî hev kar dikin. Heke pestoya hîdrostayî berz be, molekul û şilemenî ji xwînê derbasî derdora şaneyan dibe. Na, heke pestoya osmozî ji pestoya hîdrostayî berztir be, vê gavê molekul molekul û şilemenî ji derdora şaneyan derbasê nav xwînê dibe.

Dîfuzyon

biguhêre

Ji xeynî pestoya hidrostayî û osmozî, hin molekûlên hurik jî bi difuzyonê ji diwarê mûlûleya xwînê derbas dibin. Molekulên çewrî (lîpîd), oksîjen û karbona dîoksîd bi dîfuzyona sade ji dîwarê mûlûleyê derbas dibin. Glukoz, asîdên amînî û îyonên wekî sodyum, potasyum, kalsiyum jî bi dîfuzyona hêsankirî ji dîwar derbas dibin.[6]

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ capillary. (n.d.) American Heritage® Dictionary of the English Language, Fifth Edition. (2011). Retrieved August 19 2018 from https://www.thefreedictionary.com/capillary
  2. ^ ENCYCLOPÆDIA BRITANNICA, [1]Capillary
  3. ^ a b c d CJohnson, Leland G. (1987 )Biology. 2nd ed., Wm. C. Brown,. ISBN 0-697-04972-8
  4. ^ Villee, Claude Alvin, et al.( 1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4 p 957
  5. ^ a b Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
  6. ^ a b c d e OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [2]