Gurçik

endam an organekî anatomî ji koendama mîzê di laşê mirov de

Gurçik (bi înglîzî: kidney) endamên serekî yên koendama deravêtinê ya mirov û ajalên birrbirredar e.[1]

Li gel erkê deravêtinê, gurçik hormon berhem dike, hevsengiya ava laş, hevsengiya ozmosa laş, hevsengiya iyonên xwînê û rêkxistina asta pH ya laş dabîn dike.[1] Cotek gurçik li aliyê paşî yê zikekelênê de li jêrê navpencikê de li herdu aliyên birrbirreya piştê de cih digirin. Di laşê mirov de gurçika aliyê rastê ji ber şeweya kezebê, ji gurçika aliyê çepê bi qasî 2 cm nizimtir e.[2][3] Gurçik ji asta birrbirreya 12mîn a sîngê heta birrbirreya 3yemîn a kêlekê dirêj dibin.[4]

Şêwe û pêkhateya gurçikan

biguhêre

Gurçik bi şêweyê fasûlî û bi rengê sor a qehweyî ne. Qebareya gurçikek mirov bi qasî kulma mirov e.[3] Giraniya gurçikek mirov bi qasî 100 gram e. Dirêjiya gurçikê biqasî 12 cm, panî (firehî) ya wê bi qasî 6.5 cm û stûriya wê jî 2.5 cm e.[2]

Beşên jor û jêr ên gurçikê wekî cemser tên navkirin. Li ser cemsera jorê ya her gurçikek de rijênek adrenal cih digire. Rijênê adrenal endamên koendama mîzê nîn in, lê bi berhemkirin û derdana hormona aldosteronê, gurçikan han dikin bo dubaremijîna sodyumê.[5]

Beşa gurçikê ya li aliyê birrbirreyê rûçal (bi înglîzî: concave) e û wekî hîlum (bi latînî: hilum) tê navkirin.[6] Beşa rûçal a herdu gurçikan rûbirûyê hev de cih digirin. Lûleyên xwînê, lûleyên lîmfe, demar û borrîmîz bi rêya hîlumê derbasê gurçikê dibin an jî ji gurçikê der dikevin.[4]

 
Birgeha dirêjkî ya gurçika mirov.

Gurçik bi qaşilê gurçikê dapoşrav e. Qaşilê gurçikê qaşilek zexm e û ji bestereşaneya rîşalî pêk tê.[3] Qaşilê gurçikê bi çînek çewrî dapoşrav e. Çewrî mîna balîfek gurçikan dipêçin û wan ji darbeyên hawirdorê diparêzin.[5]

Birgeha dirêjkî ya gurçika mirov li aliyê derve ji tûkila gurçikê (bi înglîzî: renal cortex), li aliyê navî ji kiroka gurçikê (bi înglîzî: renal medulla) pêk tê. Gurzên lûlek û mûlûleyên gurçikê di herdu beşên gurçikêde cih digirin. Tûkila gurçikê ji ber mûlûleyên xwînê, danikî ye û bi rengê sorê qehweyî xuya dibe. Kiroka gurçikê ji ber hebûna lûlek û mûlûleyan, xêzikî xuya dibe.[7]

Nefron yekeya parzûnkirinê ya gurçikan e û pêkhateyek lûlekî (bi înglîzî:tubule)ye. Nefron ji tûkilê dadikêşin nav kiroka gurçikê û ji kirokê jî dîsa hildikêşin nav tûkila gurçikê. Di her gurçikek mirov de bi qasî mîlyonek nefron û gellek cogên berhevkirinê hene. Dirêjiya lûlek û cogên nav gurçikê bi qasî 80 km ye.[8]

Ji tûkilê ber bi kiroka gurçikê, stûnên gurçikê (bi înglîzî: renal columns ) dirêj dibin. Stûnên gurçikê ji bestereşaneyê pêk tê, di navbera qoçekên gurçikan de dirêj dibin û qoçekên gurçikê ji hev cihê dikin.[5]Kirok ji 8 heta 15 qoçekên gurçikê(bi înglîzî: renal pyramid) pêk tê.[7] Stûnên gurçikê, cihê girêdan û destekê ye ji bo lûleyên xwînê yên ji tûkilê derbas dibin. Gurçik ji aliyê stûnên gurçikan ve dabeşê 6 heta 8 pilan dibe.[5]

Li serê qoçekên gurçikê de goçkeyên gurçikê (bi latînî: renal papilla) hene, mîza di nav gurçik de çêdibe, bi navbeynkariya cogên berhevkirinê, ji goçkeyên gurçikê derbasê hewza gurçikê (bi înglîzî: renal pelvis) dibe. Hewza gurçikê pêkhateyek bi şeweyê kovik e û bi borrîmîzê ve girêdayî ye.[9]

Gîhandina xwînê di gurçikan de

biguhêre

Di her dillêdanekê de %25ê xwîna ji dil hatiye pompekirin, bo gurçikan tê şandin.[10] Xwîn di nav gurçikan de di nav tora lûleyên xwînê de diherrike.

1. Xwîna nav xwînbera sereke (şaxwînber) bi nabeynkariya xwînbera gurçikê derbasî nav gurçikê dibe.

2. Xwînbera gurçikê şax dide bo xwînberên pila (lobe) gurçikê, bi vî awayê xwîn digihîje qoçekên gurçikê. Ji xwînberên pila gurçikê, xwînberên hê ziravtir ber bi navbera qoçekan dirêj dibin, ji vana re tê gotin xwînberên navbera pilan.[11]

3. Xwînberên navbera pilan xwînê digihîjinin tûkilê gurçikê. Li tûkil, xwînber he pirtir şax didin û dibin xwînberoka hatî, xwînberoka derketî û mûlûleyên xwînê. Xwînberoka hatî xwînê digihîjinê giloka mûlûleyan (glomerul), xwînberoka derketî jî xwînê ji gloka mûlûleyan dûr dixe.

4.Xwîna parzûnbûyî bi navbeynkariya xwînberokên derketî ji giloka mûlûleyan ber bi xwînhênerên navbera pilan. ji wir jî derbas dibe nav xwînhênerên pila. Xwînhênerên pilan jî digihîjin hev û wekî xwînhênera gurçikê ji gurçikê derdikevin, bi vî awayê xwîna parzûnbûyê tevlê xwînhênera sereke ya jêrîn dibe.[12]

Erkên Gurçikan

biguhêre

Karê serekî yên gurçikan rêkxistina şileya derveyê xaneyan (plazma û şileya navber) e. Hevsengiya şileya hawirdora navî bi çêkirina mîzê tê dabînkirin.[7]

Gûrçik gava mîzê ji xwînê parzûn dike;

1. Qebareya plazmayê û pestoya xwînê,

2. Xestiya paşmayiyên nav plazmayê,

3. Xestiya iyonên wekî sodyum, potasyum û bîkarbonata nav plazmayê,

4. Asta pH ya plazmayê

jî rêk dixe[7]

 
Koendam mîzê ji gurçik, borrrîmîz, mîzdank û mîzerê pêk tê.

1. Erkên bo hevsengiya navekî

biguhêre

Dabînkirina hevsengiya navekî karê serekî yê gurçikan e. Hevsengiya navekî bi çêbûna mîzê rû dide. Bi çêbûna mîzê gurçik hin çalakiyan laş rêk dixe, bi vî awayê hevsengiya nevekî dabîn dike.

A. Deravêtina madeyên paşmayî

biguhêre

Ji ber zîndeçalakiyan di laş de madeyên paşmayî an jî madeyên bêkêr peyda dibe evan madeyan ji aliyê gurçikan ve ji laş tê deravêtin.

Hin paşmayîyên tên deravêtinê;

a. Ure (paşmayiya metabolîzmaya asîdên amînî)

b. Asîda ureyî (paşmayîya metabolîzmaya asîdên nukleyî)

c. Kreatîn (paşmayîya metabolîzmaya masûlkeyan)

d. Bilîrûbîn (paşmayîya hilweşîna hemoglobînê)

e. Paşmayîyên ji metabolîzmaya madeyên din.[13]

Gurçik li gel van madeyan madeyên kîmyayî yên zîyanbexş ên wekî jehr, derman, metalên giran û hvd jî derdavêje.[13]

B. Dabînkirina hevsengiya avê.

biguhêre

Gava av di laş de zêde be, gurçik avê di nav mîzê de an jî bi xwêdanê ji laş dûr dixe. Lê heke di laş de av kêm bibe, rê li ber deravêtina avê digire, avê di laş de dihêle. Bi vî awayê hevsengiya navekî ya avê dabîn dike. Hevsengiya avê bi navbeynkariya hormona dijemîztin tê dabînkirin. Gava di laş de asta avê kêm be, ji hîpofîzê derdana hormona dijemîztin (bi înglîzî: antidiuretic hormone) (ADH) ) zêdetir dibe. ADH bi navbeynkariya xwînê digihîje gurçikan. ADH di gurçikan de dubaremijina avê dide zêdekirin. Ji lûlekên nefronan û ji cogên berhevkirinê, av ji mîzê cihê dibe, tevlê xwînê dibê. Bi vî awayê rê li ber kêmbûna ava laş tê girtin. Mîza kêmav a bi xestiyek bilind û bi rengê zerê tarî ji laş tê deravêtin. Lê heke di laş de asta avê bilind be, derdana ADH tê kêmkirin. Dubaremijîna avê tê kêmkirin, ava zêde di nav mîza ron a bi rengê zerê vekirî ji laş tê deravêtin.[14]

C. Dabînkirina hevsengiya elektrolîdan

biguhêre

Heke xestiya osmozî ya ava laş kêm bibe, gurçik sodyumê di laş de digire, lê heke xestiya osmozî ya ava laş zêde bibe vê gavê gurçik sodyumê ji laş davêje.

D. Dabînkirina hevsengiya pH yê

biguhêre

pH ya xwînê dive li derdora 7.4 be û pir neguhere. Di laş de ji ber zîndeçalakiyan, asîdiya hawirdora navî zêde dibe. Gurçik û pişik rê li ber zêdebûna asîdiya laş digirin.[13]

Îyonên bîkarbonat (HCO 3 ) û îyonên hîdrojenê(H+) kar dikin bo dabînkirina hevsengiya pH ya xwînê. Heke asîdiya xwînê bilind bibe, ango pH ya xwînê ji 7.4ê nizimtir bibe, ji lûlekên nefronan dubaremijîna îyonên bîkarbonatê zêde dibe, îyonên hîdrojenê bi derdanê ji xwînê ber bi lûlekên nefronan tê avêtin û di nav mîzê de ji laş tê dûrxistin bi vî awayê asîdiya xwînê kêm dibe, pH ya xwînê ber 7.4ê bilind dibe. Na heke pH ya xwînê ji 7.4ê bilintir bibe, vê gavê dubaremijîna iyonên bîkarbonatê tê kêmkirin, iyonên bîkarbonatê tevlê mîzê ji laş tê deravêtin. Herwisa derdana iyonên hîdrojenê jî tê kêmkirin. Ev rewş dibe sedema kêmbûna alkalîbûna xwînê û pH ya xwînê ber bi 7.4 ê dadikeve.[11]

2. Erkê çêkirina xwînê

biguhêre

Gurçik hormona eritropoietîn (bi latînî: erythropoietin) der dide, ev hormon çêbûna xirokên sor han dide. Herwisa gurçik hormona trombopoietîn (bi latînî: thrombopoietin) jî der dide bo berhemkirina perikên xwînê.[13]

3. Erkê derdanê

biguhêre

Gurçik gellek hormon der dide. Hormonên gurçikê;

Eritropoietîn (erythropoietin): Bo berhemkirina xirokên sor

Trombopoietîn(thrombopoietin): Bo berhemkirina perikên xwînê

Renîn (renin): Hormona renîn hin caran wekî enzîm jî tê navkirin. Renîn bo bilindkirina pestoya xwînê kar dike.[4]

Kalsîtrîol (calcitriol): Bo zêdekirina rêjeya kalsiyuma xwînê.

Prostaglandîn (prostaglandins): bo zêdekirina deravêtina xwêyê. Bandor li çalakiya renîn û erîtropoîetînê dike.[15]

Gavên çêbûna mîzê di gurçikan de

biguhêre

Mîz ji pêkhateyên nav xwînê, di nefronên gurçikan de çêdibe. Pêvajoya çêbûna mîzê bi sê qonaxan rû dide: parzûnkirin, dubaremijîn û derdan.

1. Parzûnkirin (bi înglîzî: filtration):

Xwîn di nefronên gurçikan de tê parzûnkirin. Ji bilî xaneyên xwînê û proteînên plazmayê, pirraniya pêkhateyên plazmaya xwînê, ji mûlûleyên xwînê derbasî nav lûlekên nefronan dibe.[16]

2. Dubaremijîn (bi înglîzî: reabsorption)

Dubaremijîn, tevgera bijartî ya madeyên bikêr ên nav lûlekên nefronan e. Glukoz, asîdên amînî, hin cor iyon û av bi dubaremijînê ji lûlekên nefronan derbasî nav şileya derveyî, ji wir jî dikeve nav mûlûleyên xwînê yên derdora lûlekên nefronan. Madeyên bêkêr an jî ziyanbexş di lûlekên nefronan de dimînin û ber bi cogên berhevkirinê diherrikin. Dubaremijîn bi guhaztina çalak an jî bi guhaztina neçalak rû dide.[16]

3. Derdan (bi înglîzî: secretion):

Derdan, tevgera madeyan a ji xwînê ber bi şileya derveyî (bi înglîzî: extracellular fluid)ye. Madeyên hatine derdan ji şileya derveyî derbasî lûlekên nefronan dibin. Bi gelemperî madeyên jehrî bi derdanê ji xwînê tên dûrxistin.[16]

Nexweşiyên gurçikê

biguhêre

Nexweşiya şekir, xwîna bi pestoya bilind, girêkên li gurçikê, hin derman, kulbûna nefronan an jî xwîna bi pestoya nizm û zanyariya bomaweyî ya mirov hin sedemên serekî ne bo nexweşiya gurçikan. Dibe ko hin caran gurçikek mirov ji kar bikeve, mirov dikare bi gurçikek sax jî bijî.

Kevirê gurçikan

biguhêre

Ji ber hin cor xurek, kêm av vexwarin, qelewî û zanyariyên bomaweyî, li mirov de egera tûşbûna nexweşiya kevirên gurçikê rû dide. Îyonên nav mîzê yekdigirin, pêkhateyak bi şeweyê krîstalî peyda dibe, ji vê pakhateyê re tê gotin kevirê gurçikê(bi înglîzî: kidney stone). Bi gelemperî di hewza gurçikan de ji ber zêdebûna xestiyê, hin xwêyên nav mîzê telp dibin û wekî kevirên hurik di hewzê gurçikê de an jî di borrîmîzê de berhev dibin. Kevirên gurçikê bi gelemperî ji kalsiyum okzalat an jî asîda ureyî pêk tên.[12] Qebareya kevirên gurçikê guharbar e.

Diyalîza gurçikan

biguhêre

Hin caran li mirov de sistîya gurçikan an jî têkçûna gurçikan rû dide. Di rewşek wisa da gurçik têra xwe karê paqijkirina xwînê û dabînkirina hevsengiya navekî nake. Ji bo mîrovên bi vê nexweşiyê, li dewsa gurçikên mirov, gurçikek destkar tê bikaranîn. Ev rewş wekî diyalîz, hemodiyalîz an jî diyalîza gurçkê tê navkirin. Xwîna mirovê nexweş li derveyê laş di makîneya diyalîzê de tê parzûnkirin û paqijkirin.

Makîneya diyalîza gurçikê bi eslê xwe gurçikek destkarî e. Madeyên paşmayî û yên bêkêr di makîneya diyalîzê de ji xwînê tên cihê kirin. Herwisa heke di xwînê de kêmasiya hin madeyan hebe, madeyên pêwîst jî dîsa di makîneya dîyalîzê de tevlê xwînê dibin. Bi vî awayê xwîna paqij a bi pH ya guncav ji makîneya diyalîzê vedigere nav laşê nexweşê.[17]

Mirovên nexweş bi gelemperî hefteyek de sê car bi diyalîza gurçikan xwîna xwe dide paqijkirin. Lê ji bo hin nexweşan, pêdiviya diyalîzê rojê carek e.[18]

Çandiniya gurçik ji bexşerê tendurist

biguhêre

Hin caran li herdu gurçikên mirov jî têkşikestin rû dide. Di rewşek wisa da çareseriya herî baş çandiniya gurçik e. Ji mirovek tendurist û guncav gurçikek tê girtin û wekî gurçika sêyem di laşê nexweşê gurçikê de tê çandin. Ji bo çandinek serkeftî, divê zanyariyên bomaweyî (genetîk) yê bexşînerê gurçik û yê gurçikwergir li hev werin, an na lihevnehatina şaneyan rû dide. Bi gelemperî gurçikên endamên heman malbatê li aliyê bomaweyî de hê pirtir dişîbin hev, loma şaneyên gurçika bexşîner û şaneyên gurçikwergir ên heman malbatê jî hê pirtir lihevhati ne.[3]

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ a b Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  2. ^ a b McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  3. ^ a b c d Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  4. ^ a b c Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  5. ^ a b c d Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  6. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  7. ^ a b c d Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.
  8. ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  9. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  10. ^ Costanzo, Linda S. Physiology. Sixth edition, Elsevier, 2018.
  11. ^ a b Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.
  12. ^ a b Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  13. ^ a b c d Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  14. ^ Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  15. ^ Henderson, Jenny, and Ian W. Henderson. “The Endocrine Functions of the Kidney.” Journal of Biological Education (Society of Biology), vol. 28, no. 4, Winter 1994, p. 245. [1]
  16. ^ a b c Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  17. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "dialysis". Encyclopedia Britannica, 9 Dec. 2021, [2] Accessed 6 April 2022.
  18. ^ Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.