Open main menu
Pêkhateya xwînê
Plazmaya xwînê şileyek zerokî ye

Plazmaya xwînê an jî plazma şileyek bi rengê zer e. Xirokên sor, Xxirokên spî û perikên xwînê di nav vî şileya zerokî de tên veguhastin. %55 ê xwînê ji plazmayê pêk tê. Ji bilî xaneyên xwînê, plazma gelek madeyên din jî lixwe digire. Proteîn, dijeten, asîdên amînî, glukoz, asîdên çewrî, xwê, îyon, hormon, vîtamîn, av û madeyên paşmayî, yên wekî karbona dîoksîd, amonyak û ure, madeyên serekê yên nav plazmayê ne[1].) %90 yê plazmayê av e[2]. Ava plazmayê li dîwarê rûviyan ji nav xurekan tê mijandin û tevlê xwînê dibe. Hinek ava plazmayê jî di nav xaneyan de piştê reaksiyonên kîmyayî, wekî madeya paşmayî çê dibe û tevlê xwînê dibe. Ji bilî avê % 7 ê plazmayê ji proteînan pêk tê[3]. Hinek ji van proteînan her tim di nav plazmayê de digerin û wekî proteînên plazmayê tê binavkirin. Rêjeya pH a xwînê bi proteînên plazmayê ve tê rêkxistin. Albumîn, globulîn û fîbrînojen proteînên sereke yên plazmayê ne. Di nava plazmayê de proteîna herî zêde albumîn e[4]. Albumîn di kezebê de tê çêkirin. Albumîn pestoya navbera xwînê û şaneyan rêk dixe. Herwisa di nav xwînê de veguhastina asîdên çewrî, Vîtamîna D, hormona tîroksînê jî bi navbeynkariya albumîn pêk tê. Îyonên metalên wekî sodyum, potasyum û kalsiyumê jî di nav xwînê de bi navbeynkariya albumîn tê veguhastin. Di nav plazmayê de sê cureyên proteîna globulîn heye[5]. Globulîna Alfa û ya Beta di kezebê de tê çêkirin. Karê serekê yê van proteînan; rêkxistina pestoya osmozî ya xwînê ye. Herwisa globulîn a alfa û beta jî mîna proteîna albumîn, di nav xwînê de veguhastina hesin, çewrî(lîpîd) û vîtamînên A,D,E,K pêk tîne. Navê globulîna sêyemîn Gama globulîn ,an jî îmunoglobulîn e. Ev proteîn di xaneyên lenfosîta B de wekî dijaten tên çêkirin. Karê sereke ya globulîna gama rekxistina bergiriya laş e. Dijaten proteînên taybet in, ji boy bergiriya laş, ne yek lê gelek cureyên dîjatenan heye. Heke laş tûşê hokarên nexweşîyê bibe, rêjeya dijatenan jî zêde dibe. Ji proteînên plazmayê a herî hindik proteîna fîbrînojen e. Fîbrînojen beşdariya kirdarî ya xwînmeyînê dike. Ev proteîn bi eslê xwe enzîmek neçalak e, dema xwînmeyînê fîbrînojen çalak dibe û wekî fîbrîn bi nav dibe. Pêştê herisînê, xurek ji rûvî derbasê nav xwînê dibe, xurekên herisî di nav plazmayê de bi gera xwînê belavê hemû şane û xaneyên laş dibin[6]. Heke ji nav plazmayê fîbrînojen were durxistin, serum tê destxistin. Ango plazmaya bêfîbrînojen wekî serum tê binavkirin[7].

ÇavkanîBiguherîne

  1. Johnson, Leland G. (1987 )Biology. 2nd ed., Wm. C. Brown,. ISBN 0-697-04972-8
  2. Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
  3. Villee, Claude Alvin, et al.( 1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4
  4. OpenStax, Biology. OpenStax. May 20, 2013. [1]
  5. OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 , [2]
  6. BSCS Biology: A Molecular Approach, 9 th Edition New York,: Glencoe/McGraw-Hill Companies, Inc. ISBN 0-07-866427-6
  7. Lawrence, E. (2005). Hendersons dictionary of biology. Harlow: Pearson/Prentice Hall.ISBN 978-0-13-127384-9