Dijeten

Dijeten molekulên glikoproteînî ye, şiklê dijetenan dişibe herfa Y yê. Ji aliyê plazmaxaneyan ve tên derdan. Li dij hokarên nexweşiyê bergiriya taybet a derdanî dabîn dikin.

Dijeten,[1][2] dijbeden[3] an antîkor (bi fransî: anticorps; bi inglîzî: antibody[4]), molekulên glîkoproteînî ne.

Dijeten
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Şeweyê dijeten dişibe pîta Y
Dijeten ji zincîrên giran û cotek zincîrên sivik ên polîpeptîdî pêk tê.

Lîmfexaneyên B yên gihîştî, dijeten berhem dikin û der didin. Lîmfexaneya dijeten der dide, wekî xaneya plazma (plazmaxane) bi nav dibe.[5] Dijeten di nav xwînê an jî di nav şileya navbera şaneyan de li dij hokarên nexweşiyê (dijepeydakar) bergiriya taybet a derdanî dabîn dikin. Herwiha hin dijeten jî li ser rûyê xaneyên B de cih digirin û wekî wergirên xaneya B (bi îngilîzî: B-cell receptors (BCRs))[6] tên navkirin. Dijeten molekulên glikoproteînî ye.[7] Dijeten ji cotek zincîrên giran û cotek zincîrên sivik ên polîpeptîdî pêk tê.[7] Herdu zincîr bi bendên dusulfîdî ve bi hev re girêdayî ne[7]. Şêweyê (şikilê) dijetenan dişibe pîta Y yê.[8] Zincîra giran cora dijetenan diyar dike.[7][8] Zincîra sivik ji bo çêkirina beşa girêdana dijepeydakeran kar dike. Navê din a dijeten îmunoglobun e, îmunoglobun bi kurtasî wekî Ig tê nîşankirin.[9]

Corê dijetanan biguhêre

Li gor cora zincîra giran, pênc corên dijeten heye. Navê wan; IgA, IgG, IgD, IgE, IgM e.[9][5].

Cora Dijeten Erk û pêkhateya dijeten
IgA Ev dijaten di nav derdanên wekî hêsirên çava, tûk, linc (mukus) û şîrê dayikê de heye[10]. Bi taybetî li dij hokarên nexweşiyê yên li ser çerm û lînceperdeyê bergiriyê dabîn dikin. Herwisa bi mijandina şîrê dayikê, bergiriya pitikê (dergûş) jî dabîn dike. % 13yê dijetenên laş, ji IgA yê pêk tê.
IgG IgG dijetena sereke ya bersîvdana yekemî û dijetena bingehîn a bersivdana bergiriya duyemî ye. %80 yê dijetenên nav xwînê û şileya navbera şaneyan, IgG e[10]. Ev dijeten hokarên nexweşiyê netar dike. IgG wekî opsonînek tevdigere û opsonîzasyonê çalak dike. Ji xwîna dayikê dikarê derbasê laşê korpele (embriyo) bibe, bi vî awayê bergiriya korpele jî tê dabînkirin[10].
IgD % 1ê dijetenên laş IgD ye. Ev dijeten jî wekî mîna IgM yê xwe bi parzûna xaneya B yê ve girê dide û dibe wergira xaneya B. Li dij hokara nexweşiyê, xaneya B çalak dike, dabeşbûn û guherina xaneyên B han dike[8].
IgE Kêmtir ji %1 ê dijetenên laş IgE ye. Bi gelemperî li ser rûyên xaneyên mast û xaneyên bazofîl de xwe girê didin. Dema rastê hokara nexweşiyê tên bersîvdana hewdani yê çalak dikin. Herwisa xaneyên bazofîlê çalak dikin û hîstamîn didin derdan[10]. Rêjeya IgE yê di dema hestiyariyê(alerjî) de zêde dibe.
IgM IgM ji pênc hev pêkhateyên çarzincîrî pêk tê, loma dijetena herî gewre ye. Gewrebûna wî, girêdana wî ya li ser rûyê hokarên nexweşiyê hêsantir dike[7]. IgM xwe li ser rûye xaneyên B girê dide û wekî wergira xaneya B dixebite. Dema bersîvdana yekemî(seretayî) de plazmaxane bi rêjeyek zêde IgM berhem dike û der dide. Herwiha IgM xwe bi proteînên temamker ve girê dide û sîstema temamker a bergiriyê çalak dike.% 6ê dijetenên laş IgM ye.

Karê dijetenan biguhêre

 
Dijeten xwe li ser rûyên dijepeydakeran girê dide.

Netarkirin biguhêre

Nêtarkirin (bi îngilîzî: neutralisation); dijeten xwe li ser rûyê bakterî an jî vîrîon (vîrusa li derveyî xaneyê) ve girê didin, ji ber ko di navbera hokara nexweşiyê û xaneya armanç de dijeten heye, hokarên nexweşiyê nikarin raste rast tûşê xaneyan bibin. Bi vî awayê êrîşên hokarên nexweşiyê bêbandor dikin[9][8].

Qusîn (aglutînasyon) biguhêre

 
Hokarên nexweşiyê bi navbeynkariya djetenan kom dibin.

Dijeten xwe bi rûyê dijepeydakeran (hokarên nexweşiyê) ve girê didin û kom dibin. Çawa kî dema proteînên nav şîrê tov dibin û şîr diquse, koma dijeten û dijepeydaker jî wisa di nav xwînê de an jî di nav şileya navbera şaneyan de diqusin. Xaneyên hellûşêner, bi hesanî ji vê qusînê agahdar dibin û koma dijepeydaker û dijetenan têkdişikestin [8]. Ev kom ji aliyê sipil û gurçikan ve hê bi hesantir tê parzûnkirin. Herwiha koma dijeten û hokarên nexweşiyê xaneyên hellûşêner jî ber bi xwe ve dikişînin.

Opsonîzasyon biguhêre

 
IgG wekî mîna molekula opsonîn kar dike.

Hin molekul li ser rûyê dijepeydakeran de hin nîşanan çêdikin, ev nîşan xaneyên hellûşêner han dikin ko dijepeydakerê qûtbide[8]. Ev molekulên nîşanker wekî opsonîn bi nav dibin[6]. (Di zimanê yewnanî de wateya opsōneîn “ji bo xwarinê amede kirin” e.) Dijeten jî, bi taybetî dijetena IgG wekî molekula opsonîn kar dike. Bi molekulên opsonîn ve pêçandina rûyê dijepeydakeran jî wekî opsonîzasyon (opsonization) bi nav dibe[9].

Bi bandora dijeten, ji xaneyê derdana sîtotoksîn biguhêre

 
Heke hokara nexweşiyê gewre be, bi sîtotoksînan tê kuştin.

Heke hokara nexweşiyê ji xaneya hellûşênerê girtir be, vê gavê hellûşîn pêk nayê, ji bo têkşikestina hokara nexweşiyê rêbazek nû tê bikaranîn. Navê vî metodê "sîtotoksîsitya bi navbeynkariya xane ya bi bandora dijeten" (bi îngilîzî: antibody-dependent cell-mediated cytotoxicity (ADCC) [6]) e. Bi taybetî, kujerexaneya sirûştî bi vî awayê li dij hokarên nexweşiyê berevaniya laş dikin. Lê dibe ko hellûşênera gewre û nêtrofîl jî bi rêbaza ADCC yê hokarên nexweşiyê bikujin[9]. Dijeten xwe bi hokara nexweşiyê ya gewre ve girê dide, paşê kujerexaneya sirûştî jî xwe bi dijetenê ve girê dide û madeyên jehrî der dide. Madeyên jehrî wekî sitotoksîn bi nav dibin. Sîtotoksîn hokara nexweşiyê dikuje.

Çalakkirina sîstema temamker biguhêre

Dijeten li ser rûyê hokara nexweşiyê de xwe girê didin. Bi vî awayê protaînên sîstema tememker han dikin. Bi dijetenên hander sîstema temamker çalak dibe û parzûna xaneya hokara nexweşiyê kun dike û hokara nexweşiyê dikuje[8]. Bi taybetî, dijetenên ImG û IgM xwe li ser rûyê hokara nexweşiyê ve girê didin û sîstema temamker a riya klasikî didin destpêkirin[9].

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Homan, Seydo (2014). Dictionary, medicine and medical English : English, Kurdish, Turkish | Ferheng, nûjdarî û Îngilîziya nûjdariyê : Îngilîzî, Kurdî, Turkî | Sözlük, tıp ve tıbbi İngilizce : İngilizce, Kürtçe, Türkçe. Adana: Çukurova Universitesi Basimevi. ISBN 978-605-85367-0-8. OCLC 973879011.
  2. ^ Saadalla, Salah (2000). Saladin's English-Kurdish dictionary | Ferhenga Înglı̂zı̂-Kurdı̂ ya Selahedı̂n. Beyoğlu, İstanbul: Avesta. ISBN 975-7112-85-2. OCLC 50064626.
  3. ^ Doç. Dr. Hüseyin Bektaş (2004). Anatomiya bedena mirovan. Weşanên Deng, Stembol.
  4. ^ Don., Rittner, (2004). Encyclopedia of biology. McCabe, Timothy Lee. New York: Facts On File. ISBN 0816048592. OCLC 53814509.{{cite book}}: CS1 maint: extra punctuation (lînk) CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  5. ^ a b Anne,, Waugh,. Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness. Grant, Allison (Allison Wynn), 1961- (Çapa 12th edition). Edinburgh. ISBN 9780702053252. OCLC 863202761. {{cite book}}: Di |edition= de nivîsa zêde heye (alîkarî)CS1 maint: extra punctuation (lînk) CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  6. ^ a b c Henderson's dictionary of biology. Lawrence, Eleanor, 1949- (Çapa 13th ed). Harlow, England: Pearson/Prentice Hall. 2005. ISBN 0131273841. OCLC 56671941. {{cite book}}: Di |edition= de nivîsa zêde heye (alîkarî)CS1 maint: others (lînk)
  7. ^ a b c d e 1954-, Betts, J. Gordon,. Anatomy & physiology. Desaix, Peter,, Johnson, Eddie (Edward W.),, Johnson, Jody E., Korol, Oksana, Kruse, Dean, Poe, Brandon, 1969-. Houston, Texas. ISBN 9781947172043. OCLC 898069394. {{cite book}}: |paşnav= sernavekî bi reqaman bi kar tîne (alîkarî)CS1 maint: extra punctuation (lînk) CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  8. ^ a b c d e f g 1946-2004., Campbell, Neil A., (2009). Biology. Reece, Jane B. (Çapa 8th ed). San Francisco: Pearson Benjamin Cummings. ISBN 9780805368444. OCLC 174138981. {{cite book}}: |paşnav= sernavekî bi reqaman bi kar tîne (alîkarî); Di |edition= de nivîsa zêde heye (alîkarî)CS1 maint: extra punctuation (lînk) CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  9. ^ a b c d e f Nina,, Parker,. Microbiology. Schneegurt, Mark,, Tu, Anh­Hue Thi,, Forster, Brian M., Lister, Philip, Open Textbook Library,. Houston, Texas. ISBN 9781947172234. OCLC 962280734. {{cite book}}: di |kesên-din= de di cihê 27 de soft hyphen character heye (alîkarî)CS1 maint: extra punctuation (lînk) CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  10. ^ a b c d Connie., Rye,. Biology. Wise, Robert R., Jurukovski, Vladimir., Desaix, Jean-Frédéric., Choi, Jung Ho., Avissar, Yael. Houston, Texas. ISBN 9781947172029. OCLC 1010949969.{{cite book}}: CS1 maint: extra punctuation (lînk) CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)