Sîstema temamker

Beşek ji sîstema bergiriya giştî ye. Ji 30 cure proteînan pêk tê.

Sîstema temamker an jî sîstema tewawker (bi îngilîzî: complement system)[1] beşek ji sîstema bergiriya giştî ye. Sîstema temamker ji komek proteînên navber ên xwînê pêk tê[2]. Ev sîstem zêdetirî 30 cure proteînên pêşeng lixwe digire.[3][4] Proteînên sîstema tewawker (temamker) di kezebê de tên çêkirin[3] û gava tevlî xwînê dibin hê neçalak in. Heke proteînên sîstema temamker di nav xwînê an jî di navbera şaneyan de rastê hokarên nexweşiyê (dijepeydaker) werin, wê gavê çalak dibin.[4] Di nav xwînê û navbera şaneyan de hertim proteînên sîstema temamker hene, loma li dij hokarên nexweşiyê, bersîvdana sîstema temamker bi lez çêdibe.[5] Çalakbûna sîstema temamker ne bi yek carê de, lê gav bi gav, bi rêzereaksiyonan (zincîra reaksiyonan) rû dide. Gava proteînek çalak bû, îcar ev proteîna çalak, proteînek neçalak, ji bo çalakbûnê hand dike.

Sîstema tememker beşek ji sîstema bergiriya gîştî ye.

Sê riyên biyokîmyayî yên sîstema temamker biguhêre

Bi sê riyên biyokîmyayî sîstema temamker çalak dibe: Riya klasîkî a sîstema temamker, riya alternatîv a sîstema temamker û riya lektîn a sîstema temamker.[5][4]

Riya klasîkî biguhêre

 
Xeleka proteînên sîstema temamker, parzûna bakteriyên gram negatîv, kun dike

Heke di nav xwînê de hokara nexweşiyê hebe, dijetenên nav plazmayê bi dijepeydakera li ser rûyê hokara nexweşiyê ve tê girêdan. Dema girêdana dijeten û dijepeydaker pêk hat, îcar proteîna C1 bi dijeten ve tê girêdan, girêdana proteîna C1 gava yekem a sîstema çalakbûnê ya temamker dide destpêkirin.[4] Proteîna C1 a çalak, proteîna C2 û C4 ê çalak dike. C2 û C4 ên çalak yek dibin û proteîna C3yê çalak dikin. C3 ya çalak jî C5ê çalak dike. C5 bi proteînên C6, C7, C8 û C9 an ve li ser rûyê hokara nexweşiyê de xelekek ava dikin. Di nav xelekê de C9 hê pirtir kom dibe. Xelek dîwar û parzûna xaneya hokara nexweşiyê kun dike, av û mîneral diherike nav xaneyê û hokara nexweşiyê dimire. Xeleka ji proteînên C6, C7, C8, û C9 ê pêk tê wekî pêkhateya êrîşa parzûnê bi nav dibe (bi îngilîzî: membrane attack complex (MAC))[4].

Riya alternatîv biguhêre

Riya alternatîv bi çalakbûna C3yê dest pê dike. Proteîna C3 bi tena serê xwe, xwe dike du parçeyan[4], C3a û C3b. Heke di nav laş de hokarên nexweşiyê tune be, C3b bi zûka ve xirab dibe. Lê heke di nav laş de hokarên nexweşiyên dagirker hebe, wê gavê C3b bi rûyê hokara nexweşiyê ve tê girêdan û gazî li proteînên temamkerên din dike. Ji vî gavê şûnde bi heman gavên mîna riya klasîkî ve li ser rûyê hokara nexweşiyê de bi şeweya xelekî kom dibin û parzûna xaneya hokara nexweşiyê kun dikin.[6] Ji bo çalakbûna rêya alternatîv, hewceya girêdana dijeten a bi dijepeydaker nin e.[6]

Riya lektîn biguhêre

 
Bi sê riyan sîstema temamker çalak dibe

Riya lektînê a sîstema temamker dişibe rêya çalakbûna klasîkî, lê ji bo destpêkirina çalakbûnê gava yekem ne girêdana dijeten - dijepeydaker e. Li ser rûyê hokarên nexweşiyê de hin molekulên taybet hene ev molekulan wekî nexşên molekulên têkildarên hokarên nexweşiyê (Pathogen-associated molecular patterns (PAMPs)) tên nasîn. Li ser rûyê piraniya xirokên spî jî proteînên bi navê wergirên nasîna nexşê (Pattern recognition receptors (PRRs)) heye. Xaneyên bergiriyê bi van wergiran, hokarên nexweşiyê dinase. Wergirên nasîna nexşê ne tenê li ser rûyê xirokên spî de ne, hinek ji wan jî wekî molekulên serbest di nav xwînê de tevdigerin. Gava ev wergirên serbest rastê hokara nexweşiyê tên, xwe bi nexşên molekulên tekîldarên hokarên nexweşiye ve girê didin. Lektîna bi mannozê ve tê girêdan (bi îngilîzî: Mannose-biding lectin(MBL))[4] jî yêk ji van wergirên serbest e ko bi rûyê hokara nexweşiyê de xwe girê dide. Bi girêdana MBL gava yekem a riya lektîn a sîstema temamker dest pê dike.[4] Piştê girêdana MBL, proteîna C4 a nav xwînê tê perçekirin, ji C4ê C4a û C4b çêdibin. C4b jî li rûyê hokara nexweşiyê de tê girêdan. Girêdana C4b çêkirina C3 konvertazê han dike. Piştî çêkirina C3 konvertazê êdî gavên rêya alternatîv û rêya klasîkî dubare dibe. Di dawiyê de proteînên temamker li ser rûyê hokara nexweşiyê de xelekek ava dikin û parzûna xaneya hokara nexweşiyê kun dikin.

Destpêkirina her sê riyên çalakkirina sîstema tememker ne yek e. Li piştê çalakbûnê, proteînên sîstema temamker bi sê rêbazan li dij hokarên nexweşiyê berevaniya laş ava dikin, kunkirin, hellûşênerî û kemotaksî.[4][2]

Kunkirin biguhêre

Proteînên sîstema tememker xwe li ser rûyê dîwarê xaneyên bakterîyan ve girê didin û xelekek dirûst dikin. Ev xeleka proteînan, dîwar û parzûna xaneya bakteriyan kun dike, ji kunê av û hin made dikevin nav xaneya bakteriyê û xane dimire. Bi taybet bakteriyên gram negativ bi vî awayê tên kuştin.

Hellûşênerî biguhêre

Proteînên sîstema temamker xwe li ser rûyê xaneya hokarên nexweşiyê ve girê didin bi vî awayê xaneyên hellûşêner han dikin ko hokara nexweşiyê qûtbide û têkbişkîne.

Kemotaksî biguhêre

Proteînên sîstema temamker ên li ser rûyê hokarên nexweşiyê, bi kemotaksîyê, xaneyên hellûşêner ber bi hokara nexweşiyê dikişînin.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Lawrence, E. (2005). Hendersons dictionary of biology. Harlow: Pearson/Prentice Hall. ISBN 978-0-13-127384-9 Complement system
  2. ^ a b OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 p993 [1]
  3. ^ a b https://www.britannica.com/science/complement-immune-system-component
  4. ^ a b c d e f g h i OpenStax, Microbiology, openstax, 2016 p743,744 [2]
  5. ^ a b OpenStax Biology. 2013. p1219,1220 [3]
  6. ^ a b Johnson, Leland G. (1987 )Biology. 2nd ed., Wm. C. Brown,. p706 ISBN 0-697-04972-8