Lîmfexane
Lîmfexane an jî lîmfosît ango xaneyên lîmfê, cureya xirokên spî (xaneyên spî yen xwînê) ne. Dendikê(navok) lîmfexaneyan gewere ye, sîtoplazmaya wan li gor xaneyên din ên xirokên spî, hindik e[1]. Lîmfexane bergiriya taybet a laşê mirov dabîn dikin[2] . Di nav laşê mirovê gihîştî de % 20 heta 40 ê xirokên spî ji lîmfexaneyan pêk tê[3]. Lîmfexane di nav moxê hestî de tê berhemkirin[4] , bi gera xwînê û di nav şileya lîmfê de belavê hemû laş dibe, lê bi gelemperî di nav endamên sîstema lîmfê yên wekî sipil, aloq, rijênê tîmus û limfegirêyan de hê pirtir lîmfexane hene. Bi gelemperî bersiva bergiryê pêşî di nav endamên lîmfê de dest pê dike loma van endaman hê pirtir lîmfexane lixwe digirin[4]. Ji ber ku lîmfexane li dij hokara nexweşiyê ya diyarkirî bergirî dabîn dikin, bergiriya lîmfexaneyan wekî bergiriya taybet tê bi navkirin. Li ser rûyê lîmfexaneyan de wergir hene, hemû wergirên li ser rûyê lîmfexaneyek heman yek in[5], lê wergirê hemû lîmfexaneyan ne yek e. Her wergirek ji bo cureyek dijepeydaker a dîyarkirî ye[3]. Ango li gor cureya wergiran, hejmara cureyên lîmfexaneyan bi qasî hejmara cureyên dijepeydakeran e[6].
Cureyên lîmfexaneyanBiguhêre
Sê cureyên sereke yên lîmfexaneyan heye. Kujerexaneya sirûştî, lîmfexaneya B û lîmfexaneya T[6] .
Xaneya kujera sirûştî bi taybetî bergiriya giştî dabîn dike[2].
Lîmfexaneya TBiguhêre
- Gotara bingehîn: Xaneya T
% 80-90 ê lîmfexaneyan ji lîmfexaneyên T pêk tê. [1]. Herwisa lîmfexaneyên B û T jî ne yek cure ne, her yek ji wan hê pirtir cure lîmfexane lixwe digirin. Lîmfexaneya T bergiriya taybet a xaneyî dabîn dike[1]. Çar cureyên sereke yên xaneyên T heye. Xaneya T alîkar (T yarîdeder), xaneya T jehravî , xaneya T rawestiner(T serkutker) û Xaneya T bîrker
Lîmfexaneya BBiguhêre
- Gotara bingehîn: Xaneya B
% 10-20 ê lîmfexaneyan jî lîmfexaneyên B yê ne[1]. Lîmfexaneya B ,bergiriya derdanî dabîn dike û du cure ne, xaneya plazma û xaneya bîrker. Xaneya plazma li dij hokarên nexweşiyê dijeten berhem dike û der dide[7].
çavkanîBiguhêre
- ↑ a b c d OpenStax Biology. 2013. [1]
- ↑ a b OpenStax, Microbiology, openstax, 2016 https://openstax.org/details/books/microbiology]
- ↑ a b ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, Lymphocyte,[2]
- ↑ a b SCS Biology: A Molecular Approach, 9 th Edition New York,: Glencoe/McGraw-Hill Companies, Inc. ISBN 0-07-866427-6
- ↑ Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
- ↑ a b Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
- ↑ Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4