Open main menu
Xaneyên T beşek ji bergiriya taybet e.

Xaneya T an jî lîmfexaneya T xaneyên bergiriya taybet e. Laşê mirov li hember hokarên nexweşiyê bêdeng namîne. Heke hokarek nexweşiyê tûşî laş bibe, bergiriya laş çalak dibe. Bergiriya taybet bi du cure ne, bergiriya xaneyî û bergiriya derdanî[1]. lîmfexaneyên T bergiriya taybet a xaneyî dabîn dikin[2]. Lîmfexaneyên T jî wekî mîna hemû xaneyên xwînê, di moxê hestî de dirust dibin[2]. Xaneyên T yên nû bi navbeynkariya xwînê ji moxê hestî derbasê rijêne tîmusê dibin. Hormona tîmuzîn ji aliyê rijenê tîmusê ve tê berhemkirin, derdana vî hormonê handera geşbûn û peresandina xaneyên T dike[3]. Je ber ku xaneyên T di rijênê tîmusê de geş dibin û diguherin, xaneyên T navê xwe jî ji tîmusê digirin[4]. Dema xaneyen T ji rijênê tîmusê tên derdan, êdî xaneyên gihîştî ne. Lê divê neyê jibîrkirin ku xaneya T ya çalak, tenê li dij cureyek dijepeydaker (hokara nexweşiyê) bergiriyê dabîn dike. Loma ji boy her cureyek dijepeydaker, di rijenê tîmusê de divê xaneyêk T bê dirustkirin[4][3]. Wekî mînak, heke xaneyek T ji bo nasîkirina vîrusa hepatît C yê hatibe dirustkirin, ev xane ji bilî vîrusa nexweşiya hepetît C yê, tu hokarên nexweşiyê nas nake.

Naskirina hokara nexweşiyêBiguherîne

 
Pirtikên dijepeydaker xwe li ser rûyê MHC yê de cih dikin

Li ser rûyê hokarên nexweşiyê de dijepeydaker heye. Li ser rûyê lîmfexaneyên T yê jî proteînên wergir hene. Heke lîmfexane rastê dijepeydaker were, bi alikariya proteînên wergir dijapeydakerê dinase û xwe bi dijepeydakerê ve girê dide. Anko cureyek xaneya T, yek cureya proteînên wergir ên diyarkirî li ser parzûna xaneyê digirin. Gava lîmfexane cara pêşîn rastê hokara nexweşiyê tê, wê gavê li dij hokara nexweşiyê çalak dibe. Xaneya T her tim raste rast bi hokara nexweşiyê ve tekilî çê neke, di nav laş de bi navê xaneyên diyarkirina dijepeydaker hin xane hene (bi îngilîzî: antigen presenting cells[5]), van xaneyan alîkariya xaneyên T dikin ku ji hebûna hokara nexweşiya ji derveyê laş hatiye agahdar be. Li ser rûyê xaneyên diyarkirina dijepeydaker de hin proteînên taybet hene ev proteîn wekî pêkhateyên MHC (bi îngilîzî: major histocompatibility complexes) tê binavkirin. Dijepeydaker xwe li ser MHC girê dide, xaneyên T jî bi vî awayê ji dijepeydakeran agahdar dibe. MHC du cure ne, MHC I û MHC II[5]. Gellek cureyên xaneyên diyarkirina dijepeydaker heye, xaneya hellûşênera gewre yek ji van xaneyan e[1]. Xaneya hellûşênera gewre (xaneya makrofaj) beşek ji bergiriya giştî ye, lê ji boy bergiriya taybet jî kar dike. Hellûşênera gewre hokara nexweşiyê qût dide (diqurtîne) û di nav xaneyê de diherisîne. Piştê hilweşîna hokara nexweşiyê, hin pirtikên (perçeyên) dijepeydaker li ser rûyê parzûna xaneya hellûşênera gewre de, li ser proteînên MHC de cih dibin. Anko xaneya xaneya hellûşênera gere dibe xaneya diyarkera dijepeydaker. xaneya diyarkirina dijepeydaker, hokara nexweşiyê (dijepeydaker) li ser protînên MHCyan de bi xaneyên T ve dide naskirin[2]. Ev pirtikên li ser rûyê hellûşênera gewre xaneyên T çalak dikin, Xaneyên T dabeş dibin û hejmara xwe zêde dikin[3]. Xaneyên T xwe bi pirtikên dijepeydakerên li ser MHCyan ve girê didin. Dibe ku ji xeynî xaneyên hellûşênera gewre, pirtikên dijepeydaker li ser rûyê xaneyên tûşî hokara nexweşiyê bûyî jî hebin. Vê demê xaneyên T xwe bi van xaneyên tûşbûyî ve jî girê didin. Di nav xaneyên asayî de gelek cureyên proteîn tê dirustkirin. Xane ji hemû cureyên proteînan perçeyek li ser parzûna xaneya xwe de cih dike. Xaneyên T ev hemû perçeyên proteînan nas dikin, li hember wan bergiriyê dabîn nakin. Heke hin şaneyên laş tûşî nexweşiya şêrpenceyê bibe, li ser rûyê xaneyên şêrpenceyî jî pirtikên biyanî(dijapeydaker) peyda dibin. Ji ber ku ev pirtik li ser parzûna xaneyên asayî de tune ye, xaneya T van xaneyên bi şêrpenceyî jî wekî hokara nexweşiyê dehsibîne û li hember van xaneyan bergiriya taybet dabîn dike.

Cureyên lîmfexaneya TBiguherîne

 
Gavên çalakbûnê ya lîmfexaneyên T

Sê cureyê xaneyên T heye; xaneya T alîkar (T yarîdeder), xaneya T jehravî û xaneya T rawestiner (T serkutker)[1]

Xaneya T alîkar (T yarîdeder)Biguherîne

Sîtokînên wekî înterferon û înterlêkîn der dide. Xaneyên B û Xaneyên T jehravî çalak dike[4].

Xaneya T jehravîBiguherîne

Madeyên jehrî der dide. Parzûna xaneya tûşbûyî kun dike, xaneya tûşbûyî têk dişkîne[3][4].

Xaneya T rawestiner (T serkutker)Biguherîne

Çalakiya limfexaneyan rêk dixe, piştê têkşikestin û ji navbirina hokarên nexweşiyê, çalakiya lîmfexaneyan radiwestine[4].

ÇavkanîBiguherîne

  1. a b c G., Johnson, Leland (1987). Biology (2nd ed ed.). Dubuque, Iowa: Wm. C. Brown. ISBN 0697049728. OCLC 15106031.CS1 maint: Extra text (link)
  2. a b c Samantha,, Fowler,. Concepts of biology / senior contributing authors, Samantha Fowler, Rebecca Roush, James Wise. Roush, Rebecca,, Wise, James, 1957-, OpenStax College,. Houston, Texas. ISBN 9781947172036. OCLC 896436135.
  3. a b c d Anne,, Waugh,. Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness. Grant, Allison (Allison Wynn), 1961- (12th edition ed.). Edinburgh. ISBN 9780702053252. OCLC 863202761.CS1 maint: Extra text (link)
  4. a b c d e Biology. Villee, Claude Alvin, 1917-, Villee, Claude Alvin (1917- ). (2nd ed ed.). Philadelphia: Saunders College Pub. 1989. ISBN 0030234174. OCLC 20414027.CS1 maint: others (link) CS1 maint: Extra text (link)
  5. a b Connie., Rye,. Biology. Wise, Robert R., Jurukovski, Vladimir., Desaix, Jean-Frédéric., Choi, Jung Ho., Avissar, Yael. Houston, Texas. ISBN 9781947172029. OCLC 1010949969.