Koendama mîzê (bi înglîzî: urinary system) komek endam in bo parzûnkirin, embarkirin û avêtina mîzê ber bi derveyê laş. Gurçik, borrîmîz, mîzdank û borrîmîz endamên koendama mîzê ne.

Karê serekî yê koendama mîzê, dûrxistina paşmayiyên nîtrojenî û dabînkirina hevsengiya osmozî ya laş e.[1] Paşmayiyên nîtrojenî dema çêkirin an jî têkşikestina proteîn û asîdên nûkleyî de peyda dibe. Proteîn ji asîdên amînî pêk tên. Asîdên amînê bo hanaseya xaneyê tê bikaranîn. An jî dibe ko asîdên amînî ji bo bidestxistina madeyên wekî glukoz were bikaranîn.

Gava asîdên amînî tên hilweşandin, koma amîn (-NH2 ) ji asîda amînî diqete lê ji bo berhemkirina madeyên kêrhatî nayê bikaranîn. Ji koma amîn, amonyak (NH3 ) peyda dibe. Amonyak di şileya navbera şaneyan de an jî di nav plazmaya xwînê de dihele û iyonên amonyum (NH4+ ) û iyonên (OH-) pêyda dibe. Amonyak madeyek jehrî ye û ji bo laşê mirov zîyanbexş e. Piraniya ajalan amonyakê diguherîn ure an jî asîda ureyê.[1]

Amonyak di kezeba mirov de bi karbona dîoksîd ve yek dibe û diguhere bo ureyê. Her çiqas bi qasî amonyakê nebe jî, ure jî madeyek ziyanbexş e û divê bi koendama mîzê ji laş were dûrxistin.

Rêkxistina pestoya osmozê wekî hevsengiya osmozî (bi înglîzî: osmoregulation) tê navkirin. Koendama mîzê kar dike bo dabînkirina hevsengiya xwê, av û pH ya xwînê.[2] Ji bo vê erkê madeyên paşmayî an jî yên bêkêr ji laş tê dûrxistin.

Madeyên paşmayî ji zîndeçalakiyên asayî yên xane û şaneyan peyda dibe. Madeyên paşmayî yên xaneyên mirov, bi gelemperî ji paşmayîyên nîtrojenî yên wekî ure, kreatîn, amonyum, asîda ureyî û karbona dîoksîd pêk tê.[2] Desîlîtreyek xwîna mirov 10 heta 20 mîlîgram (10 heta20 mg/dl) ure lixwe digire. Kreatîn paşmayiya ji têkşikestina fosfata kreatînî ye. Fosfata kreatînî, molekula fosfat a bi enerjiya bilind e, di masûlkeyan da cih digire. Dema pêdivî bi enerjiyê çê dibe ji bo demek kurt wekî embarek enerjiyê kar dike. Asîda ureyî bermayîyê nukleotîdan e.

Dabînkirina hevsengiya guncav a xwê û ava xwînê yek ji erkên serekî yê gurçikan e. Heke nav xwînê de rêjeya xwê zêde bibe, xestiya iyonên wek sodyum (Na + ) û potasyum (K + ) jî zêde dibe. Ev rewş dibe sedema bilindbûna pestoya osmozî ya xwînê. Heke pestoya osmozî ya xwînê bilind bibe, vê gavê hê pirtir av ji her beşên laş derbasî nav xwînê dibe, loma pestoya xwînê jî bilind dibe. Ji bo rêgirtina li ber bilindbûna pestoya xwînê, dive xwêyên zêde ji laş were dûrxistin. Iyonên xweyê bi navbeynkariya gurçikan ji laş tê deravêtin û xestiya iyonên xwînê dadikeve xala asayî.

Asta rêjeya iyonên wekî bîkarbonat (HCO3 ) û klasiyum (Ca 2+ ) ên nav xwînê jî ji aliyê gurçikan ve tê rêkxistin.

Çevderîkirin û rêkxistina pH ya xwînê jî yek ji erkên serekî yê koendama mîzê ye. Di rewşa asayî de pH ya xwîna mirov 7.4 e. Lê ji ber cor û mêjera xawrin vexwarinê an jî ji ber paşmayiyên zîndeçalakiyên xaneyan, dibe ko pH ya xwînê biguhere. Guherîna pH ya xwînê rewşek metirsîdar e bo tendurîstiya mîrov, loma bi navbeynkariya koendama mîzê gurçik xala asayî ya pH ya xwînê dabîn dikin.[2]

Gurçik biguhêre

  Gotara bingehîn: Gurçik
 

Gurçik endamên serekî yên koendama deravêtinê ya mirov û ajalên birrbirredar e.[1] Li gel erkê deravêtinê, gurçik hormon berhem dike, hevsengiya ava laş, hevsengiya ozmosa laş, hevsengiya iyonên xwînê û rêkxistina asta pH ya laş dabîn dike. Cotek gurçik li aliyê paşî yê zikekelênê de li jêrê navpencikê de li herdu aliyên birrbirreya piştê de cih digirin. Di laşê mirov de gurçika aliyê rastê ji ber şeweyê kezebê, ji gurçika aliyê çepê bi qasî 2 cm nizimtir e.[3][2] Gurçik ji asta birrbirreya 12mîn a sîngê heta birrbirreya 3yemîn a kêlekê dirêj dibin.[4] Gurçik bi qaşilê gurçikê dapoşrav e. Qaşilê gurçikê qaşilek zexm e û ji bestereşaneya rîşalî pêk tê.[2] Qaşilê gurçikê bi çînek çewrî dapoşrav e. Çewrî mîna balîfek gurçikan dipêçin û wan ji darbeyên hawirdorê diparêzin.[5] Birgeha dirêjkî ya gurçika mirov li aliyê derve ji tûkila gurçikê (bi înglîzî: renal cortex), li aliyê navî ji kiroka gurçikê (bi înglîzî: renal medulla) pêk tê. Gurzên lûlek û mûlûeyên gurçikê di herdu beşên gurçikêde cih digirin. Tûkila gurçikê ji ber mûlûleyên xwînê, danikî ye û bi rengê sorê qehweyî xuya dibe. Kiroka gurçikê ji ber hebûna lûlek û mûlûleyan, xêzikî xuya dibe.[6]

Erkên Gurçikan biguhêre

Karê serekî yên gurçikan rêkxistina şileya derveyê xaneyan (plazma û şileya navber) e. Hevsengiya şileya hawirdora navî bi çêkirina mîzê tê dabînkirin.[6] Mîz ji pêkhateyên nav plazmaya xwînê, di nefronên gurçikan de çê dibe. Pêvajoya çêbûna mîzê bi sê qonaxan rû dide: parzûnkirin, dubaremijîn û derdan.

Gûrçik gava mîzê ji xwînê parzûn dike;

1. Qebareya plazmayê û pestoya xwînê,

2. Xestiya paşmayiyên nav plazmayê,

3. Xestiya iyonên wekî sodyum, potasyum û bîkarbonata nav plazmayê,

4. Asta pH ya plazmayê

jî rêk dixe.[6]

Gurçik gellek hormon derdide. Her wîsa çikirina xaneyên xwînê yên xiroka sor û perikên xwînê jî ji aliyê gurçikan ve tê rêkxistin.

Nefron biguhêre

  Gotara bingehîn: Nefron
 
Di gurçika mirov de bi qasî mîlyonek nefron heye.

Nefron yekeyên bingehîn ên parzûnkirinê ne di gurçikan de.[7] Her yek gurçikek mirov malavaniya bi qasî milyonek nefronan dike.[8]Erkê serekî yê nefronan, bi parzûnkirina xwînê, rêkxistaina rêjeya av û madeyen tîwawe ye.Li gor dirêjbûna wan a li kurahiya gurçikê, du cor nefron heye.

Giloka mûlûleyan a hin nefronan li nezîkê beşa derve ya tûkilê de cih digire, nefronên wisa, wekî nefronên tûkilî (bi înglîzî: cortical nephrons) tên navkirin.% 85 ê nefronên gurçikê ji nefronên tûkilî pêk tê.[9] Badoka Henle ya nefronên tûkilî kurt e û dirêjiya wan a di nav kiroka gurçikê de hindik e.[10] Badoka Henle ya % 15 yê nefronên gurçikan dirêj e. Ji van nefronan re tê gotin nefronên kêleka kirokê (bi înglîzî: juxtamedullary nephrones). Giloka mûlûleyan a nefrona kêleka kirokê li aliyê jêrê tûkilê, li nêzîkî kirokê de cih digire û badoka Henle di nav kirokê de hê pirtir dirêj dibe.[9]

Nefron ji du beşên serekî pêk tê; tenolkeyê gurçikê û lûleka gurçikê.[11]Tenolke pêkhateyên bo parzûnkirina plazmaya xwînê lixwe digire. Lûlek pekhateya taybet e ji bo dubaremijîn û derdanê.[12]

Tenolke ji tora mûlleyên xwînê û qepsûla Bowman pêk tê. Tora mûlûleyên xwînê wekî giloka mûlûleyanan an jî glomerul (bi latînî: glomerulus ) tê navkirin. Qepsûla Bowman (bi înglîzî: Bowman's capsule ) pêkhateyek kovikî ye û giloka mûlûleyan dipêçe.[13] Parzûnkirina plazmaya xwînê di tenolkeyan de rû dide.

Lûleka gûrçikê (bi înglîzî: renal tubule) pêkhateyek dirêj û badayî ye di tenolkeyê gurçikê, ji qepsûla Bowman dest pê dike heta coga berhevkirinê dirêj dibe. Lûleka gurçikê ji sê beşan pêk tê. Beşa yekem ji ber ko nezîkê giloka mûlûleyan e, wekî lûleka badayî ya nêzikî tê navkirin û di tûkila gurçikê de cih digire.[13] Beşa duyem a lûleka gurçikê wekî badoka Henle tê navkirin. Badoka Henlê ji milê dakêşayî û milê hilkêşayî pêk tê. Badoka Henlê heta kiroka gurçikê dirêj dibe. Beşa sêyem a lûleka gûrçikê wekî lûleka badayî ya dûrî tê navkirin. Ev beş, beşa dawî ya nefonê ye û di tûkilê de cih digire. Lûleka badayî ya dûrî bi coga berhevkirinê ve girêdayî ye.

Madeyên bikêr ji nefronan dubare tên mijandin û tevlê xwînê dibin, madeyên bêker an jî madeyên paşmayî jî wekî mîz tên deravêtin. Bi deravêtina paşmayiyan, nefron qebare û pestoya xwînê rêk dixe, asta xwê û iyonên xwînê û pH ya xwînê rêk dixe.

Borrîmîz biguhêre

  Gotara bingehîn: Borrîmîz

Borrîmîz, an jî borriya mîzê (bi latînî: ureter) cotek pêkhateyên lûleyî ne, mîzê ji hewza gurçikan, diguhazînên bo mîzdankê. Ji her gurçikek mirov, borrîmîzek ber bi mîzdankê ve dirêj dibe. Dirêjiya asayî ya borrîmîzên mîrovê temenê pêgihîştî bi qasî 25 heta 30 santîmetre ne.[10] Borrîmîz di dîwarê mîzdankê de wisa derbas dibin ko dema mîzdank bi mîzê tijî dibe û pestoya nav mîzdankê zêde dibe, masûlkeyên detrusor ên li diwarê mîzdankê, serê borrîmîzan diguvêşên. Guvaştina masûlkeyan, rê li ber mîza nav mîzdankê digire ko paşve neherrike nav borrîmîzan.[4]Ji gurçikê ber bi mîzdankê, girjbûn û xavbûna masûlkeyên borrîmîzan, beş bi beş rû dide. Ango hemû masûlke bi carek ve girj nabin. Dor bi dor û bi ahengî girjbûn û xavbûna masûlkeyan borrîmîzan wekî perîstalsî tê navkirin. Bi pêlên perîstalsiyê, mîz di nav borrîmîzan de ji gurçikan ber bi mîzdankê ve tê tehnkirin.[5]Çalakiya masûlkeyên borrîmîzê ji aliyê herdu sisteman; sîstema sîmpasawî û ya parasîmpasawî ve tên kontrolkirin. Sîstema parasîmpasawî ya demarekoendama xweyî çalakiyên masûlkeyên borrîmîzan zêde dike, sîstema sîmpasawî jî çalakiya masûlkeyan kêm dike.[10]

Mîzdank biguhêre

  Gotara bingehîn: mîzdank
 
mîz di mîzdankê de tê berhevkirin û paşê bi mîzkirinê tê deravêtin.zê

Mîzdank an jî kîsikê mîzê (bi înglîzî: urinary bladder) yek ji endamê koendama mîzê ye ko ji borrîmîzan, mîz werdigre û ji bo demek kin embar dike.[14] Mizdank endamek firehbar û masûlkî ya bi şêweyî tûrik e. Mîzdank di hewzekelênê de cih digire. Qebareya mîzdanka vala bi qasî gûzek e, lê mîzdank dikare fireh bibe û bi qasî 800 mL mîz embar bike. Mîzdanka mêyan ji ya nêran kêmtir mîz embar dike.[7] Qebareya mîzdanka mirovek piştî temenê pêgihîştinê bi qasî 500 heta 600 mL (mîlîlître) ye.[5] Valakirina mîzdanka tijî, wekî mîzkirin (bi înglîzî:micturition-urination) tê navkirin. Mîzkirin bi du gavên serekî rû dide. Gava yekem hêdî bi hêdî tijîbûna mîzdankê ye. Her ko mîzdank bi mîzê tijî dibe, diwerime û qebaraya wê zêde dibe. Werimiya mîzdankê dibe sedema vekêşina masûlkeyên li dîwarê mîzdankê. Heke hêza vekêşinê ji asta derazinkê (bi înglîzî: threshold level) ya masûlkeyan bilindtir bibe, gava duyem a mîzkirinê dest pê dike. Gava duyem refleksa demarî ye û wekî refleksa mîzkirinê (bi înglîzî: micturition reflex) tê navkirin.Heke mîzdanka tijî neyê valakirin, mîzdank pir diwerime, ji ber firehbûna mîzdankê li masûlkeyên dîwarê mîzdankê de vekêşin zêde dibe. Hêza vekêşinê ya li ser dîwarê mîzdankê, dibe ko bibe sedema qelîşbûna diwarê mîzdankê û xwînberbûn rû bide. Herwisa dibe ko bibe sedema çêbûna bîrînan (bi înglîzî: ulcerations) li ser dîwarê mîzdankê.[15]

Mîzerê biguhêre

  Gotara bingehîn: mîzerê
 
Erk û pêkhateya mîzerê mê û nêran ne yek e.

Mîzerê (bi înglîzî: urethra) cogek masûlkî ye ji bo deravêtina mîza mîzadankê ber bi derveyî laş.Bi mîzkirinê,mîz ji mîzdankê tê berdan û di mîzerêyê de ber bi derveyî laş diherrike.[14]Erk û pêkhateya mîzerêya mê û nêran ne yek e. Dirêjiya mîzerêya mêyan kurt e, bi qasî 4 cm û tîreya wê 6 mm ye.[4] Mîzerê ji stûyê mîzdankê dest pê dike, li jorê devê zêyê, li bin gilikê (clitoris) de li devê mîzerê de bi dawî dibe.[16] Di laşê nêran de du erkên mîzerê heyê, avêtina mîzê û avêtina tovavê.[11]Ango mîzerê bi eslê xwe cogek hevpar e ji bo herrika mîz û tovavê. Lê tu car mîz û tovav di heman demê de di nav mîzerêyê de derbas nabin.[3] Di nêran de mîzerê hê dirêjtir e û di nav çûk de dirêjê derveyî laş dibe. Dirêjiya mîzerêya nêran bi qasî 20 cm e.[11] Mîzerê ji mîzdankê dirêjê nav rijênê prostat dibe, paşê di nav çûk de ber bi derve dirêj dibe.

Mîz biguhêre

  Gotara bingehîn: mîz

Mîz (bi înglîzî: urine) şilemenîyek laş e ji aliyê gurçikan ve ji plazmaya xwînê tê berhemkirin, di mîzdankê de tê embarkirin û bi mîzerê ji laş tê avêtin.[12]Taybetmendî û pêkhateya mîzê guherbar e, li gor mêjara vexwarina avê, germahiya hawirdorê, cora xurekên hatine xwarin û çalakiya laş rêjeya pêkhateyên nav mîzê diguhere.Wekî minak; rojên ko mirov karên giran dike û gellek xwêdan dide, rengê mîza mirov ji rengê zer a vekirî diguhere bo zer a tarî û ji mîza mirov piçek zêdetir bêhn ra dibe. Lê bi gelemperî di rewşa asayî de % 96ê mîzê ji avê, % 2.5ê ji paşmayîyên nîtrojenî, % 1.5ê mîzê ji xwêyan pêk tê.[14]Mirovek tendurist rojê 1 heta 2 lître mîz bi mîzkirinê ji laş davêje. Ji bo dûrxistina paşmayîyên ziyanbexş, divê gurçik rojê herî kêm nîv lître mîz berhem bike û ji laş dûr bixe.[5]Di gurçikan de mîz ji plazmaya xwînê bi sê gavên serekî tê cihêkirin; parzûnkirin, dubaremijîn û derdan.[14]

Rêkxistina hormonî ya koendama mîzê biguhêre

 

Koendama mîzê ji aliyê koendama demar û hormonan ve tê rêkxistin. 4 hormon bandor li ser çalakiya koendama mîzê dikin.

1. Hormona dijemîztin biguhêre

  Gotara bingehîn: Hormona dijemîztin

Hormona dijemîztin di hîpotalamusê de tê berhemkirin û bo hîpofîza paş tê guhaztin[17] Hormona dijemîztin li ser lûleka badayî ya dûrî û coga berhevkirinê bandor dike, delînbariya wan a avê zêde dike loma dubaremijîna avê zêde dibe. Bi vî awayê xestiya osmozî ya mîzê zêde dibe, qebareya mîzê kêm dibe. Bi zêdebûna dubaremijînê, hê pirtir av ji mîzê cihê dibe û vedigere nav şileya laş. Herwisa ji ber hestê tîbûnê vexwarina avê jî zêde dibe. Dawiya dawî xestiya osmozî ya plazmaya xwînê dadikeve asta xwe ya asayî.Heke mirov bi têra xwe av venexwe,an jî xurekên pir şor an jî şîrîn bixwe pestoya osmozî ya xwînê zêde dibe. Zêdebûna xestiya osmozî, osmozewergirên li hîpotalamusê han dike. Du encamên hankirina osmozewrgirên hîpotalamusê heye. A yekem hestê tîbûnê peyda dibe û zorê dide mirov bo vexwarina avê. A duyem jî ji rijêne hîpofîza paş, hormona dijemîztin tê derdan

2. Aldosteron biguhêre

  Gotara bingehîn: Hormona aldosteron

Aldosteron hormonek steroîdî ye, di tûkila rijênên ser gurçik (rijênên adrenal) de tê berhemkirin û derdan.[1] Li ser lûleka badayî ya dûrî û coga berhevkirinê bandor dike. Dubaremijîna sodyumê dabîn dike, ev jî dibe sedema bilindbûna pestoya xwînê. Hebûna anjiyotensîn II an jî kêmbûna pestoya xwînê, kartêkir ê bo derdana aldosteronê.

3. Anjiyotensîn II (angiotensin II) biguhêre

 

Ev hormon hormon, hormonek peptîdî ye. Ji polîpeptîda anjiyotensîn I ê tê çêkirin. Li ser lûleyên xwînê û rijênên adrenal bandor dike. Lûleyên xwînê teng dike, bi vê awayê pestoya xwînê bilind dike. Rijênên adrenal han dike bo derdana aldosteronê.[13] Çêbûna hestê tîbûnê dabîn dike. Gava pestoya xwînê dadikeve, gurçik enzîma renîn der didin. Renîn proteîna anjiyotensînojenê hildiweşîne bo anjiyotensîn I, paşê ji pişikan enzîma guhertina anjiyotensîn I tê derdan bi bandora vê enzîmê, ji anjiyotensîn I ê du asîdên amînî tên qetandin û anjiyotensîn II çê dibe.

4. Peptîda natrîuretî ya guhikeyî (atrial natriuretic peptide (ANP)) biguhêre

Peptîda natrîuretî ya guhikeyî (PNG) hormonek peptîdî ye. Di guhikeyên dil de tê berhemkirin. Ji bo deravêtina sodyumê û kêmkirina pestoya xwînê kar dike.Heke di laş de xestiya sodyumê zêde bibe, gellek zêde av di laş de tê girtin û qebareya xwînê zêde dibe. Ji ber zêdebûna qebareyê, pestoya xwînê jî bilind dibe û masûlkexaneyên guhikeyan tên vekêşin.Vekêşîna masûlkexaneyan dibe sedema derdana hormona PNGyê. PNG mûlûleyên hatî fire dike, ev rewş di glomerulê de parzûnkirinê zêde dike. Hormona PNG di cogên berhevkirinê û lûlekên badayî yên dûrî de dubaremijîna sodyumê asteng dike, derdana aldosteronê kêm dike. Bi çalakiya PNG deravêtina sodyumê û mîzê zêde dibe loma qebare û pestoya xwînê kêm dibe.[14]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b c d Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  2. ^ a b c d e Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  3. ^ a b McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  4. ^ a b c Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  5. ^ a b c d Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  6. ^ a b c Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.
  7. ^ a b Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  8. ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  9. ^ a b Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  10. ^ a b c Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.
  11. ^ a b c Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  12. ^ a b Roberts S. Human Physiology. Global Media, 2007.
  13. ^ a b c Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  14. ^ a b c d e Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  15. ^ The Editors of Encyclopaedia. "urination". Encyclopedia Britannica, 28 Nov. 2017, [1]. Accessed 7 May 2022.
  16. ^ Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  17. ^ Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.