Mîzerê (bi înglîzî: urethra) cogek masûlkî ye ji bo deravêtina mîza mîzadankê ber bi derveyî laş

Bi mîzkirinê, mîz ji mîzdankê tê berdan û di mîzerêyê de ber bi derveyî laş diherrike.[1] Ji xeynî mîzerê erk û pêkhateya hemû endamên koendama mîzê di laşê mirovan de heman e. Ango di erk û pekhateya gurçik, nefron, borrîmîz û mîzdank a nêr û mêyan tu cudahî tune. Lê erk û pêkhateya mîzerêya mê û nêran ne yek e.Taybetmendiyek hevbeş a mîzerêyên mê û nêran, hebûna guşeran e.[2] Du guşerên masûlkî mîzerê dorpêç dikin. Guşera jorîn ji lûsemasûlkeyan pêk tê û wekî guşera navî ya mîzerê (bi înglîzî: internal urinary sphincter) tê navkirin. Guşere jêrîn ji peykeremasûlkeyan pêk tê û wekî guşere derve ya mîzerê (bi înglîzî: external urinary sphincter) tê navkirin[3] Bi çalakiya van herdu guşeran, mîzkirin tê rêkxistin.[4]

Mîzerêya mêyan

biguhêre

Dirêjiya mîzerêya mêyan kurt e, bi qasî 4 cm û tîreya wê 6 mm ye.[5] Mîzerê ji stûyê mîzdankê dest pê dike, li jorê devê zêyê, li bin gilikê (bi latînî: clitoris) de li devê mîzerê de bi dawî dibe.[6] Devê mîzerê, di bin kontrole guşera derve ya mîzerê de ye. Ji ber kurtiya mîzerê, egera tûşbûna nexweşiyên mîzdankê û coga mîzê di nav mêyan de zêdetir e.[1]

Dîwarê mîzerêya mêyan ji du çînan pêk tê: aliyê derve çîna masûlkî, aliyê navî lînceperde.

Çîna masûlkî du qatî ye. Qata navî ji lûsemasûlkeyan, qata derve jî ji peykeremasûlkeyan pêk tê. Lûsemasûlkeyên mîzerê ji aliyê demarekoendama xweyî ve tên kontrolkirin.[5] Guşera derve ya mîzerê ji peykeremasûlkeyan pêk tê û bi awayekî xwewîst(bi inglîzî: voluntary) tên kontrolkirin. Navpoşê beşa nezikî (bi înglîzî: proximal part) ya mîzerê ji rûkeşeşanaya guherbar, navpoşê beşa dûrî (bi înglîzî: distal part) jî ji rûkeşeşaneya fireçînî (bi înglîzî:stratified epithelium) pêk tê.[5]

 
Erk û pêkhateya mîzerêya mê û nêran ne yek e.

Mîzerêya nêran

biguhêre

Di laşê nêran de du erkên mîzerê heyê, avêtina mîzê û avêtina tovavê.[7]Ango mîzerê bi eslê xwe cogek hevpar e ji bo herrika mîz û tovavê. Lê tu car mîz û tovav di heman demê de di nav mîzerêyê de derbas nabin.[8] Di nêran de mîzerê hê dirêjtir e û di nav çûk de dirêjê derveyî laş dibe. Dirêjiya mîzerêya nêran bi qasî 20 cm e.[7] Mîzerê ji mîzdankê dirêjê nav rijênê prostat dibe, paşê di nav çûk de ber bi derve dirêj dibe.

Sê beşên serkî yê mîzerêya nêran heye;

Mîzerêya prostatî (bi înglîzî: prostatic urethra)

biguhêre

mîzerêya prostatî 3 heta 4 cm dirêj e û firehbar e. Ji mîzdankê der dikeve û di nav prostatê de dirêj dibe. Navpoşê mîzerêya prostatî lînceperdeye û ji rûkeşeşaneya guherbar pêk. Du gurzên lûsesmasûlke lînceperdeyê dipêçe. Gurza navî ji lûsemasûlkeyên dirêjkî, gurza derve ji lûsemasûlkeyên bazinî pêk tê. Herwisa guşere navî ya mîzerê ya devê mîzdankê jî ji lûsemasûlkeyên bazinî pêk tê.[8] Hin caran xaneyên rijênê prostat bi dabeşbûnê zêde dibin, prostat gir dibe û diwerime, prostata girbûyî mîzerêya prostatî dişidîne, loma herrika mîzê di nav mîzerê de hêdî dibe.[9]

Mîzerêya perdeyî (bi înglîzî: membranous urethra)

biguhêre

Mîzerêya perdeyî, beşa herî kurt a mîzerê ye û firehbariya wê pir hindik e. Mîzerêya perdeyî ji aliyê jêrê prostatê ber bi navpençika mîzûzaûzê (bi înglîzî: urogenital diaphragm) dirêj dibe. Rîşalên peykeremasûlke mîzerêya perdeyî dorpeç dike, bi vî awayê guşera derve ya mîzerê peyda dibe. Navpoşê mîzerêya perdeyî bi gelemperî ji rûkeşeşaneya stûnî ya fireçînî (bi înglîzî: stratified columnar epithelium) an jî rûkeşeşaneya stûnî ya zirfireçînî (bi înglîzî: pseudostratified columnar epithelium) pêk tê.[8]

Mîzerêya îsfencî (bi înglîzî: spongy urethra)

biguhêre

Mîzerêya îsfencî beşa herî dirêj a mîzerê ye. Dirêjiya wê bi qasî 15 cm e. Ev beşa mîzerê ji aliyê şaneya repker a bi navê tenê îsfencî ve pêçayî ye. Navpoşê beşa nêzikî ya mîzerêya îsfencî bi rûkeşeşaneya stûnî ya zirfireçînî hatiye dapoşkirin. Navpoşê beşa dûrî jî bi rûkşeşeşaneya pehn a fireçînî (bi înglîzî: stratified squamous epithelium) dapoşî ye.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ a b Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  2. ^ Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  3. ^ Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.
  4. ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  5. ^ a b c Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  6. ^ Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  7. ^ a b Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  8. ^ a b c McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  9. ^ Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.