Nefron (bi înglîzî: nephron) yekeyên bingehîn ên parzûnkirinê ne di gurçikan de[1]

Nefron yekeya bingehîn a parzûnkirinê ye.

Her gurçikek mirov malavaniya bi qasî milyonek nefronan dike.[2] Nefron ji tûkilê dadikêşin nav kiroka gurçikê û ji kirokê jî dîsa hildikêşin nav tûkila gurçikê. Erkê serekî yê nefronan, bi parzûnkirina xwînê, rêkxistaina rêjeya av û madeyen tîwawe ye. Madeyên bikêr ji nefronan dubare tên mijandin û tevlê xwînê dibin, madeyên bêker an jî madeyên paşmayî jî wekî mîz tên deravêtin. Bi deravêtina paşmayiyan, nefron qebare û pestoya xwînê rêk dixe, asta xwê û iyonên xwînê û pH ya xwînê rêk dixe. Çalakiyên nefronan gellek girîng e bo berdewamiya jiyanê. Hormonên wekî hormona dijemîztin (bi înglîzî: antidiuretic hormone), hormona aldosteron û hormona paratîroîd bandor li ser çalakiyên nefronan dikin.[3]

Pekhateya nefronan biguhêre

Nefron ji du beşên serekî pêk tê; tenolkeyê gurçikê û lûleka gurçikê.[4] Tenolke pêkhateyên bo parzûnkirina plazmaya xwînê lixwe digire. Lûlek pekhateya taybet e ji bo dubaremijîn û derdanê.[3]

Tenolkeyê gurçikê biguhêre

  Gotara bingehîn: Tenolkeyê gurçikê

Tenolkeyê gurçikê (bi latînî: renal corpuscle) di tûkila gurçikê de cih digire, ji tora mûlleyên xwînê û qepsûla Bowman pêk tê. Tora mûlûleyên xwînê wekî giloka mûlûleyanan jî glomerul (bi latînî: glomerulus) tê navkirin. Qepsûla Bowman (bi înglîzî:Bowman's capsule) pêkhateyek kovikî ye û giloka mûlûleyan dipêçe.[5]

Gloka mûlûleyan biguhêre

  Gotara bingehîn: Glomerul

Giloka mûlûleyan (glomerul) di navbera xwînberokan de cih digire. Xwîna ji dil tê bi xwînberoka hatî digihîje glomerulê. Xwîn bi navbenkariya xwînberoka derketî ji glomerulê tê dûrxistin. Ango herdu lûleyên glomerulê jî ji xwînberokan pêk tê. Erkê sereke yê glomerulê parzûnkirina plazmaya xwînê ye. Glomerul mîna amarekî bêjingê ye. Çawa ko tiştên hûrik di bêjingê de derbas dibin û yên gir li ser bêjingê de dimîne, herwisa madeyên hûrik ên nav plazmaya xwînê jî di glomerulê de derbas dibin lê proteînên gir û xaneyên xwînê derbas nabin. Xirokên sor ên xaneyên xwînê, perikên xwînê, proteînên plazmayê û hin madeyên din ên gir, ji kunikên mulûleyên glomerulê derbas nabin loma di nav xwînê de dimînin.

 
Badoka Henle ji kotahiya lûleka badayî ya nêzikî dest pê dike, heta destpêka lûleka badayî ya dûrî dirêj dibe.

Qepsûla Bowman biguhêre

  Gotara bingehîn: Qepsûla Bowman

Serê lûleka nefronê (lûleka gûrçikê) girtî ye (kor e) kotahiya lûleka nefronê jî bi coga berhevkirinê ve girêdayî ye. Serê kor bi şêweyê kovik an jî bi şeweyê fîncanê ye, glomerulê dipêçîne û wekî qepsûla Bowman tê navkirin.[6] Şileya ji glomerulê hatiye parzûnkirin, diherrike nav qepsûla Bowman.[7] Şileya parzûnbûyê (şijû) ji qepsûla Bowman ber bi lûleka badayî ya nêzîkî ve tê arastekirin.[8]

Lûleka gurçikê biguhêre

Lûleka gûrçikê (bi înglîzî: renal tubule) pêkhateyek dirêj û badayî ye, di tenolkeyê gurçikê, ji qepsûla Bowman dest pê dike heta coga berhevkirinê dirêj dibe. Lûleka gurçikê ji sê beşan pêk tê. Beşa yekem ji ber ko nezîkê giloka mûlûleyan e, wekî lûleka badayî ya nêzikî tê navkirin û di tûkila gurçikê de cih digire.[5] Beşa duyem a lûleka gurçikê wekî badoka Henle tê navkirin. Badoka Henlê ji milê dakêşayî û milê hilkêşayî pêk tê. Badoka Henlê heta kiroka gurçikê dirêj dibe. Beşa sêyem a lûleka gûrçikê wekî lûleka badayî ya dûrî tê navkirin. Ev beş, beşa dawî ya nefonê ye û di tûkilê de cih digire. Lûleka badayî ya dûrî bi coga berhevkirinê ve girêdayî ye.

Lûleka badayî ya nêzikî biguhêre

Di nefronê de piştê tenolkeyê, lûleka badayî ya nêzikî (bi înglîzî: proximal convoluted tubule) heye. Navpoşê lûlekê ji rûkeşexaneyên şeşpalû (şeş rû) pêk tê. Rûkeşexane gellek wirdememîle (bi înglîzî: microvillus) lixwe digirin[1], Dirêjiya wirdememîleyan bi qasî 1 mîkrometre (µm) ye. Ji ber hebûna wirdememîleyan rûyê lûlekê hê firehtir dibe û dubaremijîna madeyan hêsantir dibe. Herwiha hêjmara mîtokondriyên rûkeşexaneyên lûleka badayî ya nêzîkî jî gellek zêde ye. Mîtokondrî enerjî dabîn dikin ji bo veguhaztina çalak a malekulan a ji lûlekê ber bi mûlûleyên xwînê.[9]

Badoka Henle biguhêre

  Gotara bingehîn: Badoka Henle

Badoka Henle an jî badoka nefronê (bi înglîzî: loop of Henle -nephron loop)[8]pêkhateyek bi şêweyê U ye, di tûkila gurçikê de ji kotahiya lûleka badayî ya nêzikî dest pê dike, heta destpêka lûleka badayî ya dûrî dirêj dibe.[3] Badoka Henle dubaremijîna av û sodyum klorur (NaCl ) a nav şijûyê rêk dixe.[10] Du milên badoka Henle heye, milê dakêşayî (bi înglîzî: descending limb) ji tûkilê ber bi kiroka gurçikê dirêj dibe. Milê hilkêşayî (bi înglîzî: ascending limb ) yê badoka Henle jî ji kirokê dîsa dirêjê tûkilê dibe.

Beşa stûr a milê dakêşayî ji rûkeşexaneyên şeşpalû yên sade (bi înglîzî:simple cuboidal epithelium), beşa zirav a milê dakêşayî jî ji rûkeşexaneyên pehn ên sade(bi înglîzî: simple squamous epithelium) pêk tê. Rûkeşexaneyên şeşpalû yê milê dakêşayî yê stûr ji bo firehtirkirina rûyê coga lûlekê, gellek wirdememîlel ixwe digirin. Beşa zirav a milê hilkêşayî ji rûkeşexaneyên pêhn ên sade, beşa stûr a milê hilkêşayî jî ji rûkeşexaneyên şeşpalû yên sade pêk tê.[11]

Lûleka badayî ya dûrî biguhêre

Nefron bi beşa lûleka badayî ya dûrî bi coga berhevkirinê ve girêdayî ye. Lûleka badayî ya dûrî ji rûkeşexaneyên şeşpalû yên sade pêk tê. Lê rûkeşexane wirdememîle lixwe nagirin. Lûleka badayî ya dûrî di tûkila gurçikêde cih digire. Rêkxistina xestiya potasyum(K+), klsiyum(Ca+2) û NaCl û pH ya şileya laş, karê serekî yê lûleka badayî ya dûrî ye. iyonên wekî potasyum (K+ ) û hidrojen (H+ ) ji aliyê xaneyên lûleka badayî ya dûrî ve tên derdan û tevlê şijûnê dibin.[11]

Corê nefronan biguhêre

Li gor dirêjbûna wan a li kurahiya gurçikê, du cor nefron heye. Giloka mûlûleyan a hin nefronan li nezîkê beşa derve ya tûkilê de cih digire, nefronên wisa, wekî nefronên tûkilî (bi înglîzî: cortical nephrons) tên navkirin.% 85 ê nefronên gurçikê ji nefronên tûkilî pêk tê.[12] Badoka Henle ya nefronên tûkilî kurt e û dirêjiya wan a di nav kiroka gurçikê de hindik e.[7] Badoka Henle ya % 15 yê nefronên gurçikan dirêj e. Ji van nefronan re tê gotin nefronên kêleka kirokê (bi înglîzî: juxtamedullary nephrones). Giloka mûlûleyan a nefrona kêleka kirokê li aliyê jêrê tûkilê, li nêzîkî kirokê de cih digire û badoka Henle di nav kirokê de hê pirtir dirêj dibe.[12]

Çêbûna mîzê biguhêre

Mîz ji pêkhateyên nav plazmaya xwînê, di nefronên gurçikan de çêdibe. Heta ko mîz ji xwînê were cihêkirin, gellek guherîn di beşên nefronê de çêdibe. Pêvajoya çêbûna mîzê bi sê qonaxan rû dide: parzûnkirin, dubaremijîn û derdan.[3]

Parzûnkirin (filtration) biguhêre

Plazmaya xwînê di nefronên gurçikan de di glomerulê de tê parzûnkirin. Xwîn bi xwînberoka hatî digihîje glomerulê. Di nav xwînê de pêkhateyên parzûnbar û hin pêkhateyên neparzûnbar heye. Pêkhateyên neparzûnbar di nav mûlûleyan de diherikin û bi xwînberoka derketî ji glomerûlê tên dûrxistin. Pêkhateyên parzûnbar jî ji dîwarên mûlûleyên glomerûlê derbas dibin û di valahiya qepsûla Bowman de berhev dibin. Pestoya xwîna xwînberoka hatî, zorê dide plazmaya xwîna nav glomerulê û %20 plazmaya xwînê bi parzûnkirinê derbasê nav qepsûla Bowman dibe.[13] Ji bilî xaneyên xwînê û proteînên plazmayê, pirraniya pêkhateyên plazmaya xwînê, ji mûlûleyên xwînê derbasî nav lûlekên nefronan dibe.[2] Di glomerulê de av û tîwaweyên hûrik ên wekî glukoz, asîdên amînê, sodyum, ure vîtamîn, xwê û hvd tên parzûnkirin.[13] Şileya ji glomerulê derbasê nav qepsûla Bowman dibe,wekî şijûya glomerulê (bi înglîzî: glomerular filtrate) tê navkirin.[14] Şijûya nav valahiya Qepsûla Bowman, hê nebûye mîz û dişibe plazmaya xwînê.[12]

Parzûnkirina li glomerulê ji ber bandora hin hokaran rû dide.

Hokara yekem pestoya xwînê ye. Xwînberoka hatî ji xwînberoka derketî stûrtir e. Ziravbûna xwînberoka derketî herrika xwînê hêdî dike loma pestoya xwînê bilind dibe. Hokara duyem hebûna giloka mûlûleyan e. Ji ber badokên giloka mûlûleyan, di glomerulê de rûyek fireh peyda dibe bo derbasbûna madeyan. Hokara seyem hejmara kunikên li ser dîwarê mûlûleyan e. Di navbera rûkeşexaneyên mûlûleyên glomerulê de gellek kunikên parzûnkirinê (bi înglîzî: filtration pores) hene. Madeyen parzûnbar di nav van kunikan de bi hêsanî derbas dibin.[15]

 
Pêvajoya çêbûna mîzê bi sê qonaxan rû dide: parzûnkirin, dubaremijîn û derdan.

Dubaremijîn (reabsorption) biguhêre

Di rewşa asayî de di herdu gurçikê mirov de rojê bi qasî 180 lître şijû ji plazmaya xwînê derbasê nefronan dibe.[16] Şijû pêkhateyên bikêr û bêkêr lixwe digire. Pêdiviya mirov bi madeyên bikêr heye, loma divê madeyên bikêr di laş de bimînin.

Dubaremijîn, tevgera bijartî ya madeyên bikêr ên nav lûlekên nefronan e. %99ê ava şijûyê û hema hemû glukoz, asîdên amînî, vîtamîn, ure û hin madeyên din bi dubaremijînê dîsa tevlê xwînê dibin. Dubaremijin bi alîkariya proteînên hilgir ên rûkeşexaneyên lûleka nefronê pêk tê.[16] Dubaremijîn bi guhaztina çalak an jî bi guhaztina neçalak rû dide.[2] Glukoz, asîdên amînî, hin cor iyon û av bi dubaremijînê ji lûlekên nefronan derbasî nav şileya derveyî, ji wir jî dikeve nav mûlûleyên xwînê yên derdora lûlekên nefronan. Li gel madeyên bikêr, di lûleka badayî ya nêzikî de gellek ure jî tê dubaremijîn. Ure molekulek sakar e, ji parzûna xaneyan bi hêsanî derbas dibe. Piştê parzûnkirinê xestiya ureyê di nefronan de zêde dibe, loma ure bi veguhaztina neçalak ji lûleka badayî ya nêzikî derbasî mûlûleyên xwînê dibe. Bi qasî %50yê ureya nav lûlekê bi vî awayê dubare tê mijîn.[17] Li gel ureyê, asîda ureyî û kreatînîn (creatinine) jî paşmayiyên nîtrojenî ne, lê dubaremijîna ev herdu madeyan rû nade.[17] Madeyên bêkêr an jî ziyanbexş di lûlekên nefronan de dimînin û ber bi cogên berhevkirinê diherrikin.

Di lûleka badayî ya nêzikî de hema hemû xurek (minak: glukoz û asîdên amînî), iyonên wekî sodyum, vîtamîn û proteînên plazmayê bi veguhaztina çalak dubarê tên mijîn. %60-65ê dubaremijna avê jî bi osmozê rû dide. Madeyên dubaremijînî di mûlûleyên ser lûlekan (bi înglîzî: peritubular capillaries) de tevlê xwînê dibin.[11] Ji ber ko ji nav şijûyê ne hemû lê hin cor made tên dubaremijîn, ji bo vê karê tê gotin dubaremijîna bijartî (bi înglîzî: selective reabsorption)[17]

Dubaremijîna avê di nav badoka Henle ya dakêşayî de didome. Li vir cogên avê yên bi navê akuaporîn (Di zimanê latînî de aquaporin= kunikên avê)[14] derbasbûna avê hêsantir dikin. Ji bo derbasbûna xwê û madeyên tîwawe yê din bi têra xwe cog tune. Ji ber kêmbûna avê, xestiya şijûyê di nav badoka Henle ya dakêşî de zêde dibe.[12] Berevajiyê badoka dakêşayî, milê hilkêşayî ya badoka Henle cogên iyonan lixwe digire, lê cogên avê lixwe nagire.[5] Ango ev beşa badokê rê nade derbasbûna ava nav şijûyê. Di badoka hilkêşayî ya Henle de NaCl ji cogan derbasê nav şileya navbera xaneyan dibe. Di beşa stûr a milê hêlkêşayî de sodyum bi veguhaztina çalak, Klor(Cl-) bi veguhastina neçalak derbasê şileya navbera xaneyan dibe[2] Ji ber kêmbûna xwêyê û mayîna avê, şijûya xestî ya nav lûlekê,hê rohntir dibe.[18]Milê hilkêşayî ji kirokê ber bi tûkila gurçikê dirêj dibe û bi lûleka badayî ya dûrî ve yek dibe.[11]

Di lûleya badokî ya dûrî de cih guhertina iyonan rû dide. Bi gelemperî sodyum, bi dubaremijînê ji şijû cihê dibe û tevlê xwînê dibe, loma şijû ya diherrike nav coga berhevkirinê hê rohntir dibe.[6] Dubaremijîna sodyum ji aliyê hormona alosteronê (bi înglîzî: aldosterone) tê han kirin. Aldosteron ji aliyê rijênê adrenal (rijênê ser gurçik) ve tê berhemkirin û derdan. Li ser xaneyên lûleka badayî ya dûrî de cogên sodyum- potasyumê heye. Aldosteron guhaztina çalak dide destpêkirin, sodyum ji cogê ber bi şileya navbera xaneyan ve tê pompekirin, di heman demê de potasyuma(K+) nav şileya navbera xaneyan jî ber bi nav cogê ve tê derdan. Herwiha ji ber kêmbûna sodyuma nav şijûyê, hinek av jî bi osmozê derbasê şileya derve dibe.[14] Hormona paratîroîd (bi înglîzî: parathyroid hormone) dubaremijîna kalsiyumê(Ca+2) zêde dike.[3]

Derdan (secretion) biguhêre

Ji xeynî parzûnkirinê, bi derdanê jî hinek madeyên paşmayî ji xwînê tên avêtin. Derdan, tevgera madeyan a ji xwînê ber bi şileya derveyî (bi înglîzî: extracellular fluid) ye. Iyonên hîdrojenê(H + ), kreatînîn, fosfat û hin corên dermanan ên wekî penîsîlîn û aspîrîn mînakin bo madeyên bêkêr an jî yên ziyanbexş ko bi veguhaztina çalak tên derdan[9]. Bi derdana hîdrojen û amonyum pH ya xwînê tê rêkxistin.[3]Derdana madeyan ji mûlûleyên ser lûlekan ve ber bi şijûna nav lûlekê ye.[6]

Bi kurtasî, nefron xwînê parzûn dike û mîzê çêdike.Gurçik nikarin nefronên nû çêbikin. Loma ji ber birîndarbûna gurçikan an jî di dirêjiya zêdebûna temenê mirov de hejmara nefronan gav bi gav kêm dibe. Di temenê 40 saliyê şûnve hejmara nefronan di her deh salan de bi qasî %10 kêm dibe. Ango di temenê 80 saliyê de hejmara nefronên çalak ên mirovek, ji hejmara nefronên temenê wê yê 40 salî % 40 kêmtir dibe. Nefronên sax mane ji ber rewşa nû, çalakiyên xwe zêdetir dikin, loma kêmbûna nefronan li ser jiyana rojane de rewşek metirsîdar çênake.[7]

Çavkanî biguhêre

  1. 1 2 Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  2. 1 2 3 4 Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  3. 1 2 3 4 5 6 Roberts S. Human Physiology. Global Media, 2007.
  4. Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  5. 1 2 3 Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  6. 1 2 3 Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  7. 1 2 3 Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.
  8. 1 2 Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  9. 1 2 Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  10. Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "loop of Henle". Encyclopedia Britannica, 8 Jan. 2022, Accessed 27 April 2022.
  11. 1 2 3 4 McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  12. 1 2 3 4 Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  13. 1 2 Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  14. 1 2 3 Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  15. Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  16. 1 2 Costanzo, Linda S. Physiology. Sixth edition, Elsevier, 2018.
  17. 1 2 3 Jones, M., Fosbery, R., Gregory, J., & Taylor, D. (2014). Cambridge International AS and A Level Biology Coursebook with CD-ROM (4th ed.). Cambridge, MA: Cambridge University Press
  18. Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.