Tenolkeyê gurçikê an jî tenolkeyê Malpîgî (bi latînî: renal corpuscle / malpighian corpuscle) pêkhateyek bi şêweyî gogî ye di tûkila gurçikê de.

Tenolkeyê gurçikê ji glomerul û qepsûla Bowman pêk tê.

Her gurçikek mirov malavaniya bi qasî milyonek nefronan dike.[1] Her nefronek ji du beşên serekî pek tê; tenolkeyê gurçikê û lûleka gurçikê. Ango di her gurçikek mirov de bi qasî hêjmara nefronan tenolkeyên gurçikê heye.[2] Di gurçikan de parzûnkirina xwînê di tenolkeyan de rû dide.[3]

Pêkhateya tenolkeya gurçikêde

biguhêre

Tenolkeyê gurçikê di tûkila gurçikê de cih digire. Du cemserê tenolkeyê gurçikê heye, cemsera lûleyî (bi înglîzî: vascular pole) û cemsemra lûlekî (bi înglîzî: tubular pole). Xwînbera hatî û xwînbera derketî ya glomerulê di cemsera lûleyî de dikeve nav tenolkeyê. Ji cemsera lûlekî, lûleka badayî ya nêzikî ji tenolkeyê der dikeve.[4] Tîreya tenolkeyê bi qasî 200µ e.

Tenolke ji glomerul û qepsûla Bowman pêk tê.

  Gotara bingehîn: Glomerul

Glomerul, gilokek ji tora mûlûleyan e. Bi şaxdayîna xînberoka hatî, mûlûleyên glomerulê pêk tên. Glomerul di navbera xînberoka hatî û xwînberoka derketî de cih digire.

Erkê sereke yê glomerulê parzûnkirina plazmaya xwînê ye. Glomerul mîna amarekî bêjingê ye. Çawa ko tiştên hûrik di bêjingê de derbas dibin û yên gir li ser bêjingê de dimîne, herwisa madeyên hûrik ên nav plazmaya xwînê jî di glomerulê de derbas dibin lê proteînên gir û xaneyên xwînê derbas nabin.

  Gotara bingehîn: Qepsûla Bowman

Qepsûla bowman bi eslê xwe beşek ji lûleka nefronê ye. Serê lûleka nefronê (lûleka gûrçikê) girtî ye (kor e) kotahiya lûleka nefronê jî bi coga berhevkirinê ve girêdayî ye. Serê kor bi şêweyê kovik an jî bi şeweyê fîncanê ye, glomerulê dipêçîne û wekî qepsûla Bowman tê navkirin.[5][6]

Di glomerulê de bi parzûnkirina xwînê, hinek ji şileya plazmayê xwînê, ji perdeya parzûnkirinê derbasê nav qepsûla Bowman dibe. Şileya parzûnbûyî êdî wekî şijû (bi înglîsî: flitrate) tê navkirin. Şijûya nav valahiya Qepsula Bowman, hê nebûye mîz û dişibe plazmaya xwînê.[7] Şijû ji qepsûla Bowmanê ber bi lûleka badayî ya nêzikî tê guhestin.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  2. ^ Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.
  3. ^ Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  4. ^ McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  5. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  6. ^ Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  7. ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.