Pişik[1][2] , an jî siy (bi îngilîzî:lung) endama bingehin a koendama henasê ye.

Pişik endama sereke ya koendama henasê ye.

Alûgorkirina gazan a di navbera xwînê û hewayê derve, di nav pişikan de rû dide.

Pekhateya pişikan ji aliyê derve

biguhêre
 
Pişika rastê sê pil, pişika çepê du pil e.

Cotek pişikên mirov heye, di nav sîngekelênê de. Pişik bi şeweyê qoçekî ne. Aliyê jorê pişikê zirav û glover e, binê pişikê fireh û çal e û li ser qoqiza navpençikê de cih bû ye[3]. Dilê mirov di navbera herdu pişikan, nezikê pişika çepê de cih digire. Loma pişika çepê ji ya rastê piçûktir e[4]. Pişka rastê sê pil, pişka çepê du pil e[5]. Her pilên(bi îngilîzî:lobe) pişkê jî di nav pişikê de dabeş dibin boy pilên hê hûriktir ên bi navê pilokn( bi îngilîzî: lobule)[4].Dora pişikan bi perasûyan û navpençikê dagirtî ye.Pişik pêkhateyek nerm e, dişibe îsfencê[6] û hertim bi hewayê tijî ye.Pişik rasterast bi sîngekelênê ve giridayî nin in, derveyê pişikan bi perdeya pilûr ve dapoşî ye. Perdeya pilûr ji du çînan pêk tê. Çînek pilûrê bi pişikan ve, çîna din jî bi diwarê sîngekelên û navpençikê ve girêdayî ye. Valahiya navbera çînên pilûrê, wekî kelêna pilûr bi nav dibe[6]. Xaneyên pilûrê, şileyek der dide nav kelênê, ev şile di navbera pişik û derûdora pişikan de lêkxişandinê kêm dike[7]. Liqê borîhewa, lûleyên lîmfê, xwînber û xwînhênerên pişikê di heman cih de dikevin nav pişikê an jî ji pişikê derdikevîn, ev cih wekî devê pişikê kar dike, navê vê beşê, hîlûm e (bi latînî: hilum)[8].

Pekhateya pişikan ji aliyê hûndir

biguhêre
 
Di navbera xwîn û hewayê de alûgorkirina gazan, di sikildanokan de rû dide.

Borrîhewa di sîngekelenê de şax dide boy du liqên borrîhewayê. Her yekê liqê borrîhewayê dikeve nav pişikek. Liqên borrîhewayê di nav pişikan de şax dide boy liqê borrîhewayên ziravtir û hê ziravtir[7]. Ev şaxdayîn di nav pişikê de 9-12 car dubare dibe[9]. Bi her şaxdayinek, liqê borrîhewayan hê zirvtir dibin. Liqê borrîewayên ko tîreya wan ji yek mîlîmetreyê ziravtir e, êdî wekî borîkehewayê tê bi navkirin[9]. Dîwarê liqê borrîhewa yên stûr, kirkirkî ye, lê yên borrîkehewayan bêkirkirkin. Di kotahiya borrîkehewayê de sikildanokên hewayê hene. Sikildanok pêkhateyên bi şeweya guşiya tirî ne[5]. Bi lûleyên xwînê dorpêçî ne.Tîreya sikildonakan 0.25- 0.5 mîlîmetre ye[9]. Herdu pişik bi qasî 300 milyon sikildanok li xwe digirin[3]. Ji ber hebûna borrîkehewa û sikildanokan rûyê navî yên pişikan bi qasî 70 m2 fireh dibe[5]. Ev rûyê fireh alûgora gazan hêsantir dike.

Erka pişikan

biguhêre

Guhaztin û alugorkirina gazên oksîjen û karbona dîoksîdê di navbera xwîn û hewayê de, karê sereke yê pişikan e[5]. Ango oksîjena hewayê di pişikanda derbasî xwînê dibe, herwiha karbona dîoksîd a nav xwînê jî ji pişikan derbasî hewayê dibe[3]. Xwîna kêmoksîjenî, bi navbeynkariya xwînber û xwînberokên pişikê, ji dil digihîje sikildanokan. Xwîna têroksîjenî jî ji pişikan bi rêya xwînhênerok û xwînhênerên pişikê ber bi dil ve tê guhaztin. Pişik ne bi tena serê xwe, lê bi alîkariya navpençik û masûlkeyên parsûyan, guhaztin û alûgorkirina gazan dike[4]. Henase girtin û henase dayîn di bin kontrola koendama demare de rû dide.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ KURMANCÎ, rojnameya taybetî ya enstîtuya kurdî ya Parîsê .Hejmar 7.
  2. ^ Bektaş H, Anatomîya Bedana Mirov.(2004),weşanên Deng.Stembol. ISBN 975-7011-32-0
  3. ^ a b c Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  4. ^ a b c Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  5. ^ a b c d OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [1]
  6. ^ a b Villee, Claude Alvin, et al.( 1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4
  7. ^ a b Johnson, Leland G. (1987 )Biology. 2nd ed., Wm. C. Brown,. ISBN 0-697-04972-8
  8. ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology. Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  9. ^ a b c McKinley, Michael P.(2010) Human anatomy.3rd ed. McGraw-Hill Higher Education ISBN 978–0–07–337809–1